Endamê Koma Aştiyê Turgut: Tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bû

  • rojane
  • 09:51 9 Nîsan 2018
  • |
img

STENBOL -  Endamê Koma Aştiyê Nûrettîn Turgut ê di 2009’an de li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo aştî û çareseriya demokratîk hat Tirkiye, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bûye û wiha got: "Ji bo tecrîd rabe em dê têbikoşin. 

Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe. Malbat, parêzer û gel tu agahiyê ji rewşa Ocalan nastînin. Bertek û nerazibûnên li dijî tecrîdê her ku diçe zêde dibe. Di 2009'an de ser banga Ocalan Koma Aştiyê ya ji 34 qasidê aştiyê pêk dihatin ji Qandîl û Mexmûrê hatin Tirkye. Dema Koma Aştiyê hat Tirkiye ji aliyê sed hezaran ve hatin pêşwazîkirin û di nava civakê de hêviyek mezin ava kirin. Piştre der barê wan de doz hatin vekirin û gelek ji wan rastî ceza hatin û hatin girtin. 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li 10 endamên Koma Aştiye bi giştî 106 sal cezayê girtîgehê birî. Endamê Koma Aştiyê Lutfî Taş, li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Endamên komê Mustafa Ayhan, Huseyin Îpek û Nurettin Turgut jî piştî cezayê wan qediya di 16'ê Kanûna 2017’an de serbest hatin berdan. Endama Koma Aştiyê Elîf Uludag a 60 salî ku ji Qendîlê hat jî rastî 14 sal cezayê girtîgehê hatibû û hêj girtî ye. Uludag niha li Girtîgeha Jinan a Gebze girtî ye. 29 kes jî ji be helwesta dewletê ya li hemberî aştiyê dîsa vegeriyan qandîlê. 
 
Yek ji endamê Koma Aştiyê Nûrettîn Turgut e. Turgut ji Mexmûrê tev li komê bû û 4 meh berê serbest hat berdan. Berdevkê Koma Aştiyê ya Maxmurê Nurettin Turgut, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê xistine meriyetê her ku diçe li hemû girtîgehan belav dibe. 
 
Turgut, anî ziman ku ew ji baweriya Ocalan a ji aştiyê gelek bawer in û wiha got: "Ji bo em bibin perçeyekî pêvajoya aştiyê em hatin Tirkiye. Pêdiviya Tirkiye ji aştiya civakî heye. Pirsgirêka kurd bi şer çareser nabe. Divê bi aştiyê çareser bibe. Em wateyek pir mezin li vê banga Ocalan bar dikin. Em wekî qasid û lêgerînerê aştiyê hatin Tirkiye û tekoşîna me ya ji bo vê yekê dê bidome. 
 
‘EM LI SER BANGA OCALAN HATIN'
 
Me bi dil û can ji aştiyê bawer kir û bi wê baweriyê em hatin Tirkiye. Niha jî ev baweriya me berdewam dike. Lê me dizanibû hişmendiyek dewletê ya sedsalan heye. Em dizanîbû zû bi zû aştiyê qebûl nake. Dîsa me bawer nekir ku Erdogan û AKP vê pêvajoyê erênî bi encam bike. Ne ji ber helwesta dewlet û Erdogan, ji ber banga Ocalan me hatin. Birêz Ocalan bi salan û bi dehan caran banga aştiyê dike. Ji vê yekê em helwesda dewlet û îktîdarê dizanin. Me dît ku disa dewlet bê samîmî nêzîk bû."  
 
‘ME DIZANÎBÛ EM DÊ BÊN GIRTIN'
 
Turgut, destnîşan kir ku wan girtigeh da ber çavên xwe û bi vê zanebûnê tev li koma aştiyê bûn û hatin Tirkiye û wiha berdewam kir: "Me zanîbû ku bi salan em dê li girtîgehê bên girtin. Di sala 95'an de ev yek wisa bû. Di sala 1999’an de Koma aştiyê hat dîsa endamên komê hatin girtin û li girtîgehê man. Niha HDP siyasetê dike. lê sibê çi bê pêş wan ne diyar e. Lê tevî her tiştî dîsa em dê li Tirkiye siyasetê berdewam bikin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd têkoşîn û berxwedana me dê berdewam bike. "
 
‘TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ LI HEMÛ GIRTÎGEHAN BELAV DIBE'
 
Turgut, anî ziman ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê li dijî Ocalan dest pê kir îro li hemû girtîgehên Tirkiye belav dibe û wiha lê zêde kir: "Li hemû girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê tecrîd didome. Ger ku di destpêkê de hem welatparêzên kurd û hem welatparêzên tirk di wextê de bertek nîşanî tecrîda li ser Ocalan dabûna îro tecrîda li ser Ocalan ew qas giran nedibû. Dîsa tecrîda li Îmraliyê dest pê kir îro li hemû girtîgehan belav nedibû. Ger ku li herêmekê gelê wir faşîzmê nexwazin divê li dijî faşîzmê têbikoşin. Ger ku tênekoşin pergala faşîzmê dê li wir bi cih bibe û belav bibe. Bi berxwedanê ve gerêdayî ye. Ger ku berxwedan xurt be dê faşîzm pêş nekeve. lê ger ku berxwedan lawaz be dê pergala faşîzmê pêş bikeve. Niha dema em tecrîdê niqaş dikin em tenê tecrida li ser Îmraliyê niqaş nakin. Em tecrîda îro li ser gel tê meşandin jî niqaş dikin. Divê em îro li dijî hemû tecrîdê li ber xwe bidin. Ger ku em li dijî tecrîdê li ber xwe bidin em dê tecrîdê bi dawî bikin. Her tişt girêdayî têkoşînê ye. Em dê tekoşîna xwe berdewam bikin. Dema birêz Ocalan ji bo aştiyê bang li me kir rewş dizanibû û dizanîbû tabloyek çawa dê bê pêş wî. Li gel vê yekê dîsa banga koma aştiyê kir. Em ji hatina xwe tu car ne poşman in. Ji ber ku em dizanin aştî dê bi ser bikeve. Hem gelê kurd û hem jî gelê Tirk hewldanên me û Birêz Ocalan ên aştiyê dît. Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî çareseriya pirsgirêka kurd dît. "
 
MA / Necda Demîr - Yasin Kobulan 

Sernavên din

12/04/2018
09:14 Her kes bêdeng e, lê Heskîf li ber xwe dide
09:14 Îdiaya ku Bem Bîr Sen gefan li karkeran dixwe
09:13 Rêveberiya ÎTO’yê: Ji niha ve fikare windakirina hilbijartinê li çapemeniya hewzê peyda bûye
09:12 Evrîm bi saya Ozgur Gundemê bû Evrîm
09:11 'Heta em venegerin ser karê xwe em ê li ber xwe bidin’
09:10 Nivîskar Aslan: Dema derdorên îslamî bûn îktîdar hemû nirx ji holê rabûn
09:09 Ava 19 cihokan û 8 şaredariyan diherike Gola Wanê
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2018'AN
11/04/2018
18:25 Demîrtaş: Ji bo pêvajoya çareseriyê biqedînin dek û dolap çêkirin
15:33 Trump: Rûsya amade be, fuzeyên me tên, bi ser de jî hemû nû û bi aqilin
15:19 Uveyş Ocalan li ser gora xwe hat bibîranin
15:13 Ceza ji Nurcan Baysal re hat xwestin
14:53 Şahidê komkujiya Dersimê hat oxirkirin
14:50 Li Bismîlê polîsan 14 kes binçav kirin
14:48 Li Cezayirê balafira leşkerî ket: 257 kes mirin
14:43 11 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li 3 rojnamegeran birîn
14:30 Di doza Demîrtaş de dozgerê erkdar kî ye?
14:20 Serokên TTB’ê: Sûcê ku Onur Hamzaoglu kiriye em ê jî dewam bikin
14:18 Egîtîm Senê: Em ê nehêlin ser îstîsmaran bigirin
13:51 Cezayek din ê Eren Keskîn erê kirin
13:35 Ji bo rojnameger Filîz Zeyrek kampanya #FilizZeyrekRojnameger e
13:18 'Di hilbijartinên Odeya Bijîşkan a Stenbolê de pisîk nakeve trafoyê!’
13:15 Li Amedê tabelayên kurdî yên rêyan jî rakirin
12:44 Şerê li Sûriye ber bi kuve diçe?
12:27 Li Farqînê rojnamegerek û 3 kes hatin binçavkirin
12:17 Rektorê Osmangazî îstîfa kir
11:58 Endamê Meclîsa HDP’ê Karakoç hat binçavkirin
11:39 Polîsan Hevserokên HDP’ê yên Çayirova binçav kirin
11:23 ‘Çareseriya pevçûnên Rojhilata Navîn Ocalan e’
11:18 Dolar serî hildaye: 1 Dolar gihit 4.11 TL
11:12 'Heke lêkolîn bikin kê komkujiyê kiriye dê derkeve holê’
10:20 Şer dest pê kir, cerdevan kozik berdan û reviyan
10:18 Bijîşk: Tenduristiya Kiliç ê 150 rojin di grevê de krîtîk e
09:58 Li Bedlîsê teqîn: Çawîşekî pispor jiyana xwe ji dest da
09:57 Qenalên avê yên DSÎ’yê rê li ber mirinê vedikin
09:56 Rojnameger Naîf Yaşar hat binçavkirin
09:43 Heyeta HDP'ê: Me dît hemû aliyên kurdan yekîtiyê dixwazin
09:27 Jinên ku dixwazin karê xwe ava bikin Komeleya BizBizze ava kirin
09:26 Serê sibê tên û êvarê dest vala vedigerin
09:25 Dogu Ergil: Tifaqeke demokratîk dê dîmena heyî biguherîne
09:23 Li Colemêrgê zozanên herî berdar hatine qedexekirin
09:22 Belgefîlma penaberan kişand: Kabeya Min Mirov e
09:21 Parêzera ‘înfaza’ li Mûgalyê ragihand doz lê vekirin
09:20 Di dosyeya koçberê Afxanî yê hat kuştin de bi qasî misqalekê pêşketin tune
09:20 Rêxistinên elewiyan: Em ê wekî Pîr Sûltan li ber xwe bidin
09:19 Hikûmet dibêje ‘krîz tune ye’, esnaf dibêjin li holê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2018'AN
10/04/2018
18:11 TSK: Leşkerê çû operasyonê ji zinar ket û mir
17:36 Zarokên Nisêbînê dîsa nehatin berdan
17:23 Wêneyên rojnameger Zeyrek kişandine bûn mijara lêpirsînê
17:10 Li Stenbolê 4 HDP’î hatin girtin
17:08 Polîsê wesayît li dayik û kurê wê qeliband ji kar hat dûrkirin
16:49 Malbatên xwendekarên Bogazîçîyî: Zarokên me berdin û lêborînê bixwazin
16:47 3 edîtor û xebatkarek Ozgurlukçu Demokrasî hatin girtin
15:36 Welat a nehatiye çapkirin der barê wê de biryara komkirinê dan
15:18 Temellî: Tecrîda li ser Ocalan polîtîkaya şer e
14:28 Dîmenên kêliya kuştina Kurkut derket holê
14:15 Karker û kedkar dê 1'ê Gulanê li Maltepe pîroz bikin
13:32 Dozger girtina edîtorên Ozgurlukçu Demokrasî xwest
13:14 Hevdîtinên HDP’ê ya ji bo yekitiyê didomin
12:50 Danişîna doza Înce ya ji aliyê leşkeran ve hat kuştin hat dîtin
12:43 Kesên di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
12:17 Di danişîna doza Nisêbînê de malbat hilnegirtin salonê
11:53 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê cara 745’an serlêdan kirin
11:51 'Îktîdar dê bi xesandina kîmyewî aporeyê xwe biparêze'
11:16 Efrîniyên vedigerin rastî gef û zilma OSO tên
10:47 Tirkiye di şerê Efrînê de 15 xalên NY'ê binpê kirin
10:46 Kordînatora IPI: Tirkiye îdiaya ‘çapamenî azad e’ jî winda kir
10:13 Şandeya KNK'ê Rêveberiya Demokratîk a Şengalê ziyaret kir
09:15 Turkdogan bang li hikûmetê kir: Heyetek çûye Îmraliyê ya na?
09:15 'Ne bi tespîta komîsyonê, bi lêkolîna polîsan hatin mohrkirin’
09:14 Îdianameya Mûglayê hat amadekirin
09:13 Hunermend Mizgîn: Min xwest bi albûma xwe perçeyên Kurdistanê bikim yek
09:12 Pîlotê berê: Ji bilî şer tiştekî ku AKP ji bo gel wehd bike nemaye
09:12 Dê wêneyê înşatê dî înşaetê de pêşkêş bike
09:11 Bi salan e mirîşkan xwedî dike, lê heqê keda wê nayê dayîn
09:10 20 salin selikên mîna kewarên mêşan çêdike
09:00 ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2018'AN
09/04/2018
16:44 Hevsera wî şewitandin û li wî jî 18 sal û 4 meh ceza birîn
16:28 Buldan: Piştî Kerkûk û Efrînê yekîtiya kurdan şert e
16:07 Keyayê gund dadger desteser kir
15:52 'Di bin çavan de îşkence kirin'
15:27 255 karkerên Şaredariya Rezan çalakî pêk anîn
15:20 Edîtorê Ozgurlukçu Demokrasî dê sibê sewqî dozgeriyê bikin
15:10 Li Kopê 4 kes hatin girtin, li Aydinê 9 kes hatin binçavkirin
14:47 Li Erzînganê teqîn: Leşkerek mir
14:02 Dolar 4 û euro 5 lîra derbas kir
13:36 Der barê 2 bersûcên Komkujiya Girtîgeha Amedê de biryara girtinê dan
13:35 Ozsoy: Şerê Sûriye dê demek dirêj bidome
13:08 Ji bo Efrînê bang li NY'e kirin
12:40 Pêşnûmeya ‘Xesandina kîmyewî' pêşkêşî meclîsê kirin
12:36 Ziyareta HDP'ê ji bo yekîtiya neteweya kurd didome
11:48 Koçer ji zozanên Cûdî daxistin çotkar asteng kirin
11:28 Malbatên xwendekarên Bogazîçî: Li dijî xerabiyê aligerê qenciyê bin
11:12 Xwendekarên Îzmîrê bersîv dan Erdogan: Li zanîngehan gotina me derbasdar e
10:24 Rêveberên EMEP û FKF hatin binçavkirin
10:17 Projeya avê bê av ma
09:51 Endamê Koma Aştiyê Turgut: Tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bû
09:06 Estukyan: Ozgurlukçu Demokrasî cihê azadiya ramana min bû
09:05 Mizgîniya hikûmetê karker bêkar hişt