Duzgoren: Kurd dê li Sûriye û Rojhilata Navîn bibin mifteya çareseriyê

img

STENBOL - Rojnameger û nivîskar Koray Duzgoren, bal kişand ser dagirkeriya Tirkiye ya Efrîne û rola hêzên kurevî û herêmî ya li ser dagirkeriyê û wiha got: "Piştî dagirkeriyê dê bi awayekî dembarî bandora neyînî li ser gel çê bibe. Lê dê sinorê rewabûna kurdan firehtir bibe. Kurd dê li Sûriye û Rojhilata Navîn bibin hêza mifteya çareseriyê. 

Şerê li ser axa Sûriye ku ji ber nakokiyên hêzên kurevî dest pê kir, 8 salin didome. Şerê ku 8 salin li ser vê axê di navbea hêzên kurevî yên cuda de dest diguhere, di esasê xwe de bo parvekirina berjewendiyên hegemonîk e. Di nava şerê hêzên hegomonîk de Federasyona Sûriyeya Bakur hewl dide li ser esasê demokratîk-azadîparêz jiyanê ava bike. Di vê pêvajoyê de Tirkiye bi hevkariya OSO di 20'ê Çile de li dijî Kantona Efrinê ji hewayî û bejayî şerekî dijwar da destêkirin. Her çend di vî yerî de Tirkiye li qada şer xuya bû jî destê Rûsya, Almana, NATO û gelek welatên din jî di nava şer de cihê xwe girt. Ev yek di ziyaretên Serokomar, Wezîrên Karên Derve yên Tirkiye bi dewletên derve re pêk anî xwe da der. 
 
Der barê geşedanen li ser axa Sûriye û Federasyona Sûriye Bakur pêş dikevin, Rûsya-DYA û dagirkeriya Tirkiye, Rojnameger û nivîskar Koray Duzgoren nirxand. Duzgoren, diyar kir ku Tirkiye di 24'e Mijdara 2015’an de balafira Rûsya ya şer xist û wiha got: "Tirkiye bi ve yekê di mijara sûriye de li derve ma. Rusya têkçuna Esad rawestand. Wekî hêzekê li herêmê parast. Heta ku Esad li herêmê wekî hêz raweste, tu derfetên ku Tirkiye li herêmê tev bigere tune ye."  
 
‘AKP DIXWAZE RÊVEBERIYEK WEKÎ PÊLÎSTOKA XWE AVA BIKE'
 
Koray Duzgoren, da zanîn ku ev rewş nişan dide ku êdî li Sûriye cih ji Tirkiye re tune û wiha got: "Armanca AKP’ê ewe ku li Sûriye bi lez rejîma Esal hilweşîne. Dixwaze li şûna wê îktidara sunni-selefî ava bike. Bi vî awayî dixwaze rêveberiyek wekî pêlîstoka xwe ava bike. Dixwaze bi vê rêveberiya pêpîstok tevî rêveberiya Sûriye bi tevahî Rojhilata Navîn têxe bin kontrola xwe. DAIŞ û hêzen din ên selefî yên ku AKP li ber çavê hemû cîhanê piştgirî da wan, di demek nêzîk  de nekarîbû rêveberiya Esad hilweşîne. Pişti şer dest pê kir kurdan û rêxistinên din ên li gel kurdan li vir xwe bi rêxistin kir. Piştî kurdan û komên girêdayî kurdan li dijî DAIŞ û selefiyan şer kir rejîma Şamê li ser piyan ma. Pişti koalisyona DYA û mudaxaleya Rûsya rewşa şer guherî. 
 
'ERDOGAN KET FERMANA PUTÎN'
 
Duzgoren, anî ziman ku pişti rewşa şer guherî Erdogan û dewleta wî xwest komên selefî û eşîrên ereban li şûna kurdan bi cih bike û wiha berdewam kir: "AKP di xurtbûna kurdan û avakirina Sûriyeya nû de, pêşeroj ji bo xwe talûke dît. Piştî kriza balafira şer xwestin Erdogan lêborîn ji Pûtîn bixwazin. Bi lez ev yek pêk anîn. Putîn jî lêborîna Erdogan qebûl kir û bêtir Erdogan bi xwe ve girê da. Hemu hêza Erdogan û dewleta wî bi xwe ve girê da. Bi xêra Rûsya Tirkiye dîsa vegeriya ser hemdê xwe û Pêkanina Rusan û Putin a ewil li ser Erdogan Halepa Rojhilat bû. Gelek rêxistinên selefî yên raste rast di kontrola Erdogan de li ser peymana ku Rûsya bi Tirkiye re çêkir, bi daxwaza Erdogan Helep terk kirin. Bi vî şiklî Hezên rejîmê Heleba Rojhilat  dîsa xistin destê xwe. Li aliyê din Şehba ya di destê DAIŞ'ê de ikramî Erdogan kirin. Ev herêma di navbera Kobanî û Erfînê de cih digire ji Cerabulus-Azez-Babe pêk tê. Tirkiye bi destûra Rûsya ev herêm ji destê DAIŞ'ê girt. Bi vê yekê destûr neda ku kantona Efrîn û Kobane bibe yek." 
 
'RUSYA Û TIRKIYE, LI SER GUTA Û EFRÎNÊ LI HEV KIRIN'
 
Duzgoren, anî ziman ku piştî Şehbayê Tirkiye çavê xwe berda axa Efrinê û wiha lê zêde kir: "Tirkiye li Efrînê hebûna QSD û YPG kir hincet. Tirkiye di civina Astana û Soçî ya bi Rusya û Îranê re pêk anî de xwest Guta û Îdlibê bi dest bixe. Li van herdu herêman komên selefî yên girêdayî Tirkiye bi cih bûbûn. Rûsya li vir Efrîn ji Tirkiye re hişt û li hemberî wê Guta ji destê komên selefî derxist û teslimî rejîmê kir. Pûtîn destûr da Tirkiye ku têkeve Efrînê.
 
‘LI EFRÎNÊ ROLA SEREKE RUSYA YE'
 
Duzgoren, birîrxist ku di ketina Tirkiye ya Erfînê de her kes dizane ku rola sereke Rûsya ye û piştî Rusya destûr û piştgirî da Tirkiye û wiha got: "Bi van polîtikayên şer Erdogan bêtir hewl da îktidara xwe saxlem bike. Erdogan hemu hêzên şer dixwazin û meraqiyên militarizmê tevî hunermendan cilên leşkeri li wan kir û tev li xwepêşandanên li ser sînorê Sûriye bûn. Dema tevgera dagirkeriyê dest pê kir di serî de Neteweyên Yekbûyî û gelek hêzên din jî piştirî dan. Her kes dizane ku Tirkiye hiquqa navneteweyî îhal kiriye. Le her kes dizane ku di dagirkeriya Tirkiye ya Efrînê de rola sereke Rûsya ye. Ji ber ku Putîn destûr da ku Tirkiye têkeve Efrînê." 
 
'ERDOGAN DAGIRKERÎ AŞKERE ÎLAN KIR'
 
Duzgören, bibîr xist ku koalisyona AKP-MHP dagirkeriya Efrînê wekî serkeftina leşkerî îlan kirin û wiha got: "Lê ji ber şervanên kurd xwe paşve kişandin Tirkiye ket Efrînê. Ger ku şervanen kurd xwe paşve nekişandina nikaribûn bê şer têketina Efrînê. Piştî ku ketin bajarê vala û li komên selefî yên di bin kontola TSK'ê de li talanê gel xistin Medya Tirkiye û medya cihanê ev hewldan û hewaya serekftinê ya Tirkiye pûç kir. Dîsa di pêvajoya operasyonê de kuştina sivîlan serkeftina Tirkiye pûç dike. Di agahiyên dawî de tê gotin ku TSK û OSO dest bi komkujiya nijadî kiriye. Malbatên komên OSO yên ku ji Idlib û Guta anîn û li vir bi cih dikin vê hewldanê piştrast dike. Di milê leşkerî de jî kes ve yekê wekî serkeftin nişan nade." 
 
WINDAHIYÊN TSK Û OSO GELEK ZÊDE YE
 
Duzgoren, bal kişand ser dagirkeriyê û wiha got: "Her çend şervanên kurd xwe paşve kişandin jî gelek leşkerên TSK û OSO hatin kuştin. Windahiyên wan gelek zêdê bûn. Dîsa dagirkeriya Efrînê di hiqûqa qada navneteweqî de jî wekî îhlal tê pênasekirin. Her çend Tirkiye wekî parastina rewa pênase bike jî ji ber ku çû ku û ala xwe li ser axa Efrinê çikıland ev yek raste rast dagirkerî tê pênasekirin. Pişti vê daxuyaniyên fermî jî gotin 'Me vir dagir kiri' Herî dawî Erdogan, got 'Em dê Walî tayîni Efrînê bikin' û aşkere dagirkerî ilan kir. 
 
Duzgoren, da zanîn ku Tirkiye her dem plan dike ku têve Minbiçê û heta têkeve Rojhilatê Firatê û Şengalê jî û wiha bi dawî kir: "Dixwaze bêtir bi rojhilat de biçe û heta Qandîlê dagir bike. Lê dibe pêşketinên balkêş pêk bên. Serokê DYA Trump got em ji Sûriye paşve dikişin. Bi vê yekê aloziyek pêş ket. Lê piştre şewirmenden wi û yên li qadê diyar kirin ku agahiya wan bi vê yekê tune ye. Bi vêyekê pirsa 'Dê li Suriye çi bibe? pêş ket. Lê hat fam kirin ku heta DAIŞ li Sûriye hebe DYA ji dê li Sûriye be. Niha dîsa çav çûne ser Minbicê. Niha li Minbiçê hêza DYA û QSD'ê heye. Li milê din hêza OSO û TSK heye. Hêzên DYA hêza leşkerî xurt dike  û qala operasyonekê dikin. Ji ber vê yekê di demên pêş de dibe ku li Bakûrê Sûriye geşedanên girîng rû bidin. Piştî dagirkeriyê dê bi awayekî dembarî bandora neyînî li ser gel çê bibe. Lê dê sinorê rewabûna kurdan firehtir bibe. Kurd dê li Sûriye û Rojhilata Navîn bibin hêza mifteya çareseriyê. Di rojên borî de Rûsay û Îran li Tirkiye kom bûn. Tevî ku di civînê de 3 aliyan li hev kir jî Erdogan dîsa got 'Em dê di rêya xwe de berdewam bikin. Rûsya diyar kirku gelê kurd xwedî maf e ku di her qadê de di nava biryaran de cih bigirin û xwedî biryar bin. 
 
MA / Bilal Seçkin 

Sernavên din

09/04/2018
09:05 'Ji bo pêşerojek xweş em destûr nadin Nukleerê'
09:05 Çîftyurek: Ger ku em rûhê Newrozê daxin kolanan tecrîdê bişkê
Piroglu: Demokrasî dê bi azadiya Ocalan pêş bikeve
09:04 Duzgoren: Kurd dê li Sûriye û Rojhilata Navîn bibin mifteya çareseriyê
09:00 ROJEVA 09'Ê NÎSANA 2018'AN
08:27 Bi fuzeyan êrîşî balafirgeha leşkerî ya Sûriye kirin
08:17 Birayê Haci Lokman Bîrlîk hat binçavkirin
07:58 Maşîna leşkeran li Bazîdê qelibî: 9 leşker birîndar bûn
08/04/2018
18:30 Akademîsyenên Kolanan li Malên Gel dersa piştevaniyê da
17:43 Şêniyên Helebê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
17:27 Baydemîr: Mafê Kurdane heye li Bakur parlementoya xwe ava bikin
15:33 Prz. Ballikaya: Girtîgeha Îmraliyê bigirin
14:50 Îsmaîl Arslan li warê xwe hat definkirin
14:34 Îdîaya tîmên ‘Xencer’ û ‘Bayrak’ sewqî herêmên operasyonê kirin!
14:16 HRW: Tirkiye Efrînê talan dike
14:02 Buldan: Divê yekîtiya kurd pêk be û kongreya neteweyî bê lidarxistin
13:48 Lingê Sûavî yê 4 salî ku maşîna zirxî ya polîsan lê xist, jê kirin
12:56 Walîtîyê li Colemêrgê 30 herêm qedexe kirin
12:19 Gunana çalakiya xwe ya rojiya mirinê ya li dijî tecrîtê bi dawî kir
12:02 Di Cejna Paskalyayê de daxwaza aştî û kêfxweşiyê kirin
12:01 Li dijî talankirina xwezayê Yekîtiya Ekolojiyê
10:15 Asayîşa Zaxo vegera Êzîdiyan a kampê asteng dike
09:56 DAIŞ’ê li Kerkûkê êrîş kir: 3 kuştî, 3 birîndar
09:28 Li 4 bajaran qezeyên trafîkê: 4 mirî, 38 birîndar
09:26 Ji bo Heskif û Sûrê li 20 welatan çalakiyên hemwext
09:26 Prof. Kaptanoglu: ‘Qirkirina akademiyê’ veguherî rewşeke şênber
09:25 Paylan: Bi baca welatiyan alîgirên AKP’ê dewlemend dibin
09:24 Adiyaman: Dozger bûne serokê AKP’ê yên navçeyan
09:23 Lêkolîner Şîmşîr: Li Dersimê navê mêran li gelek ziyaretên jinan hatiye kirin
09:22 Mavioglu: Demekê Gulen, niha jî AKP bela xwe di rojnamevanan dide
09:21 Parlementerên Mêrsînê: Em ê nehêlin Akkûyû bê çêkirin
09:20 Rênçberên Wanî: Qedexeyan rakin
09:19 Sûlava Bêgirê ji ber HES’an ne geş e
09:18 'Bi girtina rojnameyan dixwazin çav û devê me bigirin’
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2018'AN
07/04/2018
19:10 Onder: Ocalan çi got pêk hat
17:00 Çalakiya li Cenevre bi dawî bû: Bila NY soza xwe pêk bîne
16:59 ‘Azadiya raman û çapemeniyê, wêneyê welatekî vedibêje’
15:31 Heyeta HDP’ê li gel Mesûd Barzanî civiya
15:29 Meclîsa Kantona Efrînê civîna xwe li dar xist
15:03 Xwişka Turkoglu: Em têkoşîna xwe bêtir xurt bikin
14:58 Li Îzmîr û Denîzlî 15 kes binçav kirin
14:49 Rapora ATK a girtiyê nexweş Sari dema sewqkirin winda kirin
14:28 Aqûbeta Buttanri pirsîn
14:11 Kanar: Divê em her dem daxwaza azadiya Ocalan bikin
14:03 Ciwanan Berzanî û Tirkiye şermezar kirin
13:43 Starta 1’ê Gulanê li Evraza Kazanci hat dayîn
12:55 Girtiyê nexweş ê 66 salî jiyana xwe ji dest da
12:14 Turk: Ocalan ji bo aştiya gelan kedek mezin da
11:58 Mihrîcana fîlman a Yilmaz Guney tê lidarxistin
11:58 Çîpras bang li Enqerê kir: Jiyana mirovan nekin amûrê şantajê
11:57 Temellî: Çawa we aramiyê li Tirkiyeyê nehişt, we aramiyê li Efrînê jî nehişt
11:47 2 kes li Wan û Kopê hatin girtin
11:26 Jin ked û çanda xwe dîtbar dikin
11:24 Berteka li dijî 22 rojnamegeran: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:12 Waniyan ji bo Erdogan got: Yê vîna me nas nake em jî wî nas nakin
10:52 Wênesazên Mahabadî li Amedê pêşangeh vekirin
10:43 Nehiştin zava daweta xwe bibîn e
10:27 Aydogan: Kuştina akademîsyenan encama esasgirtina îxbartiyê ye
10:15 Sûretvanên Başûr: Rêzefilmên tirk boykot bikin
10:08 UNESCO’yê îtirazî projeya Geliyê Dîcleyê kiribû, lê hêj daran dibirin
09:06 Şêniyên Mêrsînê: Bila Mêrsîn jî nebe Fukuşîma û Çernobîl
09:06 Hêj jî madena ku bû sedema mirina 8 karkeran tê xebitandin
09:05 Serokê RSF’a Almanyayê Mihr: Bi tayînkirina qeyûm asta çewisandinên li ser çapemeniya kurd kifş e
09:04 Serokê ATK’ê ji girtiyên kor re got ‘Rapor min eleqedar nakin’
09:04 Abdullatif Şener: Têkiliyên navneteweyî li ser berjewendiyan bi rê ve diçin
09:03 Bi roj karê înşatê, bi şev helbest dinivîsîne
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2018'AN
08:41 Li Çelê 2 leşker mirin
06/04/2018
16:53 'Em li dora Ocalan bibin yek'
16:43 Şandeya Birîtanî li Qamişlo sazî ziyaret kirin
16:37 Xebatkarên çarpxanê yên girtin sewqî Girtîgeha Sîlîvrî kirin
16:18 2 cerdevanên derketin operasyonê birîndar bûn
16:16 3 zarokên Kobanê bi mayîna TSK'ê jiyana xwe ji dest dan
15:36 Ozmen: Dixwazin Tahîr Elçî bidin ji bîr kirin
15:23 Karkerên taşeronê yên ji kar hatin avêtin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
15:21 Nûçegîhana JINNEWS'ê 8 roj in di bin çavan de ye
15:19 Caferî: Divê Enqere leşkerên xwe ji Efrînê vekişîne
15:18 Rojbûna Ocalan li Êlihê hat pîrozkirin
14:58 Xwediyê imtiyaza Ozgurlukçu Demokrasî û midûrê karê nivîsan girtin
14:50 HDP'ê rewşa girtiya 73 salî birin meclîsê
14:25 Li dijî girtina rojnamegeran bertek: Nikarin ser heqîqetê bigirin
14:17 Pirtûka ‘Hapishanelere Esinti Yollayalim’ nedan rojnamegerê girtî
13:54 Bîlgen: Zanîngeha Osmangazî cewherê OHAL'ê ye
13:47 Hevşaredara Dêrsimê Altun bernedan
13:16 Parêzerên Demîrtaş daxwaza berdanê Demirtaş kirin
12:50 Ji bo Sûr û Heskîfê banga çalakiyê: Em di 28'ê Nîsanê de dakevin qadan
11:51 Malbatan cara 70'yemîn xwestin biçin Îmraliyê
11:40 Dozger xwest xwediyê Îmtizayê û midûrê nivîsê yê Ozgurlukçu Demokrasî bê girtin
11:30 'Bi Akkuyu Tirkiye dê bêtir bi Rûsya ve bê girêdan'
10:56 TGS: Rojnameger dîsa di hedefê de ne û dixwazin nûçeyan tune bikin
09:10 Li Colemêrgê dema komkirina pincarê ye
09:09 Li Wanê qedexe tenê ji bo muxalefetê derbasdar e
09:09 Xwînerên Welat û Ozgurlukçu Demorkasî: Em ê li pey weşangeriya azad bin
09:08 Parêzer Şen: Mesele bi xesandinê safî nabe
09:08 Li Tirkiyeyê girtiya nexweş 7 mehin li benda dixtor e lê...
09:08 Ji sûcê şopa tiliyê beraet kir
09:07 ‘AKP tenê bi alên xwe li Amedê heye’
09:07 Tekiner: Ji bo îktîdar ji dest wan neçe bi ser jinê de diçin
09:06 Alîgirên qeyûm ji ber ‘nelirêtî’ kirine ji peywirê hat girtin
09:06 Ji bo rojnamegerê girtî çîrokê girtiyan nenivîse di bin tecrîdê de ye