Amedî: Em ê bi Partiya Çep a Kesk AKP'ê hilweşînin

AMED - Amediyan bal kişand ser zext û îşkenceya ku bi salane desthilatdariya AKP-MHP’ê li kurdan dike û ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê wiha gotin: "Guhertin şert e. Partiya me hîn jî heman partî ye, em dengê xwe nadin tu partiyeke din. Em ê bi Partiya Çep a Kesk AKP’ê hilweşînin.”
 
Ji hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê yên 14'ê Gulanê re hindik ma. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî metirsiya girtina partiyê biryar da ku dê bi Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinan bibe. Partiya Çep a Kesk duh li Enqereyê li otêlekê deklerasyona xwe ya hilbijartinê eşkere kir. Dirûşma hilbijartinê ya partiyê bi tirkî "Em li vir in, em ê bi hev re biguherînin" û bi kurdî jî "Dîsa em" hat diyarkirin. Amediyên ku zû hînî nav, amblem û rengên Partiya Çep a Keskê bûn, anîn ziman ku ew dizanin dê mohrê li ku bixin.
 
‘AKP'Ê MALA ME XERA KIR'
 
Li Qada Şêx Seîd a navçeya Sûrê Fesîh Aslan bibîr xist ku desthilata AKP’ê bi salan e zilmê li kurdan û gelan dike û wiha got: “Bi salan e AKP’ê mala me xera kiriye. Digotin 'kurd tune ne, nijada we tune ye.' Zimanê me tunehesibandin, lê kurdî zimanê me yê zikmakî ye û em bi kurdî diaxivin. Em kurd in. Ji roja ku em ji dayik bûne em kurd in. Li aliyê din jî krîz heye, her tişt biha ye û gel perîşan e. Hemû pereyan ji xwe re werdigirin û tiştên xerab dikin. Her roj bombeyan li aliyê Sûriyeyê dibarînin, çi li wir heye? Kî li Sûriyeyê heye? Hemû kurd in. Ma ne guneh e? Ji ber ku kurd in, ji ber ku ji me ne vê yekê dikin. Çi ji destê me bê em ê bikin û qethiyen em ê dev jê bernedin. Heta cîhan azad bibe em ê têbikoşin. Ez 61 salî me, heta niha ji bilî partiya me, min ray needayee tu partiyên din."
 
‘EM Ê BI ÇEP A KESK AKP'Ê BIŞÎNIN'
 
Aslan ku got "Partiya Çep a Kesk HDP ye" wiha axivî: "Ji ber ku HDP hatiye qedexekirin, HDP wê ji bo tevdîrê bi Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinan bibe. Partiya me hîn jî heman partî ye, em dengê xwe nadin tu partiyeke din. Em ê di vê hilbijartinê de desthilata AKP-MHP’ê bişînin cihekî ku kes wê nebîne. Em ê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk anku HDP'ê. Bi kurt û kurmancî ev e."
 
‘EM DIZANIN EM Ê KÊ HILWŞÎNIN'
 
Mahmût Yazmaz jî anî ziman ku ew ê dengê xwe bidin Partiya Çep a Keskê û wiha domand: "Dengê me ji bilî me ne ji bo tu kesî ye. Em her tim li dijî zilmê ne. Em dizanin ku em ê kê hilweşînin. Em tenê dixwazin vê hilweşînin. Em dengê xwe didin xwe, didin kurdan. Em didin nasnameya xwe, didin çanda xwe. Em didin zimanê xwe yê zikmakî, di serî de em didin xwe. Partiya me Çepa Kesk e. Ji bo hilweşandina vê desthilatê îşaret bi kê bê kirin em ê bidin wan. Em ê hilweşînin. Peyama me zelal e. Ez 60 salî me û hema carekê jî min dengê xwe nedaye Rastgiran. Em îro li heman cihî ne. Teqez em ê di vê hilbijartinê de wan bişînin.”
 
‘GUHERÎN ŞERT E'
 
Têkildarî mijarê Alî Akman jî ev tişt anî ziman: "Em Partiya Çep a Keskê nas dikin, alîgirê HDP’ê ye. Dengê me dê HDP be, yanî Çepa Kesk ferq nake. AKP bi salan qirkirinê dike, wekî din tiştekî nake, gel feqîr kiriye. Welat roj bi roj xerabtir kir, ma wekî din ê hîn çi bike? Muameleya çîna duyemîn bi kurdan dike, bi neytek xirab nêz bû. Hatina wî baş bû, lê çûyin û dawiya wî xerab bû. Dengê min ji HDP’ê re ye, bila Çepa Kesk be, devê me elimiye HDP’ê. Kî hat ji bo kurdan tiştekî baş nekir, li vî welatî edalet tune ye. Gendelî çûye û hey çûye. Çete ne, dikevin girtîgehê hew derkevin. Ceza zêde kirine, civakê xera kirin. Gel wê vê desthilatê bişîne. Guherîn şert e. Guherîn dê bi Çepa Kesk çêbibe."
 
Salîh Ocak ku nû Partiya Çep a Kesk bihîstiye jî wiha got: "Ez ê di hilbijartinan de dengê xwe bidim HDP’ê. Ger kesk be ez ê bidim wê. Ji ber ku ew çêtir xuya dike. Erdogan di vê erdhejê de tiştek nekir, alîkarî nekir. Ez çûm Semsûrê û min bi çavên xwe dît. 3 rojan ne dewlet û ne jî tu kes alîkariya wan kesan nekir. Mirov li wir mexdûr bûn, min bi çavên xwe dît. Ger dewlet hebûya diviyabû alîkarî bikira, lê nekir. Mirov mexdûr bûn. Min berê jî raya xwe nedida wî lê piştî vê erdhejê ez qet nadim. Em dixwazin wî biqedînin. Em ê biqedînin. Ez dixwazim di bin bendavê de bimîne. Amed û mexdûrên erdhejê dê di vê hilbijartinê de dengê xwe nedin wî, ez bawerim vê carê dê rayên wan ji sedî 30-35 be."
 
'ÊDÎ BES E!'
 
Azîz Andan jî got: “Çawa em nizanin Partiya Çep a Kesk. Partiya ku HDP’ê ew hilbijartiye. Ji bilî HDP'ê dengekî ku em bidin partiyên din tune ye."
 
Welatiyê bi navê Seyfettîn jî ku nexwest paşnavê wî bê nivîsandin got: "Welehî billehî em ê bidin HDP'ê."
 
Jineke ku nexwest navê wê bê eşkerekirin got: "Ma em bi Partiya Çep a Kesk nizanibin, ma em ji çi re ne? Kes ne kor e, her kes her tiştî dibîne. Kesên xwedî wijdan dê xwedî li xwe derkevin. Em wan qebûl dikin, lê ew me qebûl nakin. Me hemûyan wekî terorîst îlan dikin. Lê em kurd in. Em ziman û nasnameya wan nas dikin, lê ew ê me nas nakin." Welatiyê bal kişand ser bêedaletî û zilma desthilatê û got: "Êdî bes e! Em bawer dikin dê dawiya wan be." 
 
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

26/04/2024
23:45 3 rojnamevan hatin girtin
22:40 Mîhrîcana şanoyê didome: Bernarda û Înfaz derketin pêşberî şanohezan
19:46 Emîne Şenyaşar 87 roj in li ber Wezareta Dadê ye
18:19 Rojnamevanên hatin berdan: Em ê tim li dû rastiyê bin
16:01 Biryara sewqkirina bi daxwaza girtinê ya rojnamegeran nedan parêzeran
15:13 Vaye neguhezbarên ku qeyûmê Amedê dewr kirine
14:39 3 rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
14:24 Li Cizîrê 19 kes hatin binçavkirin
13:55 ‘Hate tomarkirin ku qetilkirina karsazên kurd bi biryara MGK’ê pêk hatiye’
13:27 Deynê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû
13:20 Di doza êrişa bombeyî ya Cadeya Îstîklalê de biryar hate dayîn
13:09 Li Girtîgeha Şakranê cezayê hucreyê dan girtiyan
13:03 TJA: Di 1’ê Gulanê de em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
11:52 Li Efrînê 2 welatî hatin revandin
11:15 Ji rojnamegerên binçavkirî nûçeyên çêkirin hatin pirsîn
11:07 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:03 Rojnamegerên binçavkirî anîn edliyeyê
11:02 Li Colemêrgê çalakiya li dijî madenê di roja 4’emîn de ye
10:35 Rojnamevan Altan: Ji bo nûbûn û demokratîkbûnê pêdivî bi lihevkirinê heye
09:39 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
09:29 Li Rihayê bi ser malan de hate girtin
09:25 Karkerên înşaetê dê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin
09:20 Raporên ATK'ê: Dixwazin şert û mercên tecrîdê 'rewa' bikin
09:06 Ji Elî Welî 45 roj in agahî nayên girtin: Elî Welî li ku ye?
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed ê asayîşa PDK'ê revandiye 185 roj in agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
09:03 Li 3 bajaran pîrozbahiyên 1'ê Gulanê
09:02 Herkiyê YNK’yî: Hevkariya bi Tirkiyeyê ji bo Iraqê zirar e
09:01 Serokê DSMMMO'yê Bozhan: Kêr gihaştiye hestî
09:00 Girtiyê nexweş ê 81 salî bi kelemçe sewqî ATK'ê kirin
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2024'AN
25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye!
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket