ŞIRNEX - Birayê Haci Lokman Bîrlîk ê ku cenazeyê wî li pey maşîna zirxî kaç kiribûn, Huseyin Bîrlîk û Jihat Ulgen li Şirnexê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Haci Lokman Bîrlik, di 3'ê Cotmeha 2015'an de li taxa Dîcle ji aliyê tîmên taybet ve hatibû kuştin û piştre cenazeyê li pey maşîneya zirxî hatibû kaşkirin. Şevê din birayê Haci Lokman Bîrlîk Huseyin Birlik û Jihat Ulgen, di ketina Şirnexê de li nokteya lêgerînê ya polîsan hatin rawestandin. Huseyîn Bîrlîk û Jihat Ulken piştî kontrola nasnameyan hatin binçavkirin. Polîsan destê Bîrlîk û Ulgen kelepçe kirin û ew binçav kirin. Sedema binçavkirina wan nehat zanîn.