ENQERE – Endamê Akademisyenên Kolanan Yasîn Dûrak, li Malên Gel a 3 şaxên wê ku bi sedema “Bê destûr perwerdehî daye" hatin muhirkirin dersa piştevaniyê da.
Endamên Akademîsyenên Kolanan li Malên Gel a 3 şaxên wê ku bi sedema “Bê destûr perwerdehî daye" hatin muhirkirin, li Parka Azadiyê ya Çankaya dersa piştevaniyê da. Di dersê de mijara “Tarîkat û Halk” hat dayîn. Endam û rêveberên Malên Gel tev li dersê bûn. Dersa Xebatkara Atolyeya Şahî û Mafên zakan bi rêve dibir Seyran Umut, Akademîsyenên ku Deklerasyona Aştiyê îmze kir û ji Zanîngeha Nigdeyê hat îxrackirin Yasin Dûrak da. Hevseroka Giştî ya Malên Gel Dilşad Aktaş û gelek endamên Malên Gel di dersê de amade bûn. Durak, anî ziman ku Malên Gel di bin êrîşan de ye û wiha got: "Ev êrîş ne ji rêzê ne. Ji ber vê yekê em dê li ser şerê çandê rawestin. Êrîşa li ser Malên Gel encama şerê çandan e. Di vekirina Vakfa Ensar de Serokomar Erdogan digot 'Mixabin em nebûn îktîdara çandî' û gazinç dikir. Piştre bang li nivîskarên îslamî kiribû. Hilberîn, perwerde hemû tişt ji destê gel derxistin. Hemû hilberinerên hunerî, zanistî û qadên din tev mixabin di bin zextan de dijîn. Mînaka heri dawî me di şova gobekê ya li Efrînê pêk hat de dît. Li şûna her kes bi hevre di nava şêwirmendiyê de be, êdî her kes îxara hev dike. Bûyera li Zanîngeha Osmangazî ku 4 personelên akademik hatin kuştin encama vê yekê ye.
Dema li parkê çalakiya rûniştinê pêk anîn polîsan girse hişyar kir. Liser vê yekê Hevseroka Malên Gel Dilşat Aktaş, bertek nîşanî polîsan da.