ŞIRNEX - Operasyona li çiyayên Cûdî û Gabarê bi tevlîbûna bi hezaran leşker û cerdevanan berdewam dike. Hat îdîakirin ku tîmên “Xencer” û “Bayrak” ên di salên 90’î de bi dehan faîlên kiryar ne diyar pêk anîn jî, sewqî herêma operasyonê kirin.
Operayona li çiyayên Cûdi û Gabar ên Şirnexê bi tevlîbûna bi hezaran leşker û cerdevan di roja 4’emîn de jî berdewam dike. Li herêmê sewqiyeta leşkerî tim berdewam dike û li cihên girîng tank tên bi cih kirin û ji herêmê dengên çakan tê. Qereqolên derdora herêmê, topan diavêjin herêma operasyonê û tevgera helîkopterê ya heyî jî balê dikişîne.
LI ÇIYAYÊ CÛDÎ TIM BI CIH KIRIN
Hat îdîa kirin ku tîmên “Xencer” û “Bayrak” ên di salên 90’î de bi dehan faîlên kiryar ne diyar pêk anîn jî sewqî herêma operasyonê hatin kirin. Di heman demê de cerdevan jî li çolterên gundê Cîfanê û Şîlerût ên qûntarên Çiyayê Cûdî bi cih kirin.