Sancar: Êdî dawiya îktîdara AKP-MHP’ê tê

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku êdî dawiya îktîdara AKP-MHP’ê tê û wiha got: “Ji bo rê li ber Rêya Sêyemîn vekin ji ewil em ê vê îktîdarê têk bibin. Em ê yekitiya mezin a ku dê vê pergalê biguherîne ava bikin.” 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe de axivî û rojevên heyî nirxand. Sancar, da zanîn ku êdî îktîdara AKP’ê ber bi dawiyê ve tê. 
 
Sancar bi hêviya ku Meha Remezanê bibe wesîleya bereket, edalet û aştiyê dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Birçîtî, xizanî û hejarî roj bi roj zêdetir dibe. Sifreyên fitareyê li gorî salên berê pir zehmettir tên danîn. Me di rewşeke wiha de dest bi Meha Remezanê kir. Lê hindik ma ye hevalên hêja; ji bo xelasiya ji vî îktîdara gel terkî xizanî û hejariyê kiriye hindik ma ye. Em di erefeya vê veguherînê de ne. Demekî nêz ma ye ku em welatekî mafên gelê me yê kedkar û sifreya wan mezintir dibe ava bikin. Êdî roj mane ku em dawî li îktîdara AKP-MHP’ê bînin. 
 
EM BIBIRYAR IN KU PÊŞÎ LI BER TIFAQA TARÎ BIGIRIN
 
Bloka îktîdarê ji bo domandina hebûna xwe serî li her rêbazê dide. Di dîroka me de tu carî tifaqeke wiha tarî û talûke nehatiye avakirin. Yekitiya hemû hêzên demokrasiyê ya li dijî vê tifaqa tarî û xetere ji her carê bêhtir girîng e. Divê tu kes xwe ji vê berpirsyartiyê nede paş. Ji bo pêşîlêgirtina vê tifaqa tarî û talûke êdî dem hatiye ku em têkoşîneke hevpar bidin û îradeyeke hevpar nîşan bidin. Yên di serdemeke wiha dîrokî de xeletiyan dikin, dê wijdana gel wan efû neke. Em li berpirsyartiya xwe radibin û bibiryar in ku pêşî li ber tifaqa tarî û xetere bigirin. 
 
EM Ê BERNAMEYA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK RAGIHÎNIN 
 
Em ê di 30’ê adarê de Beyannameya Hilbijartinê ragihînin. Hilbijartin êdî nêz bûne û em jî amadekariyên xwe bi kelecaneke mezin dimeşînin. Me hemû derfetên partiya xwe seferber kirine. Li rexekî serlêdanên bernamzetan û li rexa din jî danezana me ya hilbijartinê ber bi qedînê ve ye. Em ê di 30’ê adarê de bi hevdîtineke mezin vê danezanê ragihînin. Dê ev danezana me bibe bernameya çareseriya demokratîk a Tirkiyeyê. Dê bibe bernameya rojên ronî, azadiya gelên me, aştî û edaletê. Dê bibe manîfestoya serdem û jiyana nû. Em ê tevî kadroyên xwe mal bi mal, tax bi tax, gund bi gund, navçe bi navçe, semt bi semt, febrîqe bi febrîqe û zevî bi zevî bigerin. Em ê bi tevahiya mirovên xwe re yekser peywendiyan deynin û bayê veguherînê bigihînin her devera Tirkiyeyê. 
 
PÊLA GUHERÎNÊ YA HDP’Ê AFIRANDÎ
 
HDP’ê li welêt rê li ber pêleke mezin a guherînê vekir. Ji gelek derdorên cuda bo namzetiya partiya me eleqeyeke mezin heye. Em bi vê serfbilind in. Eleqeya bo HDP’ê roj bi roj zêdetir dibe û ev yek jî nîşan dide ku HDP bûye hêvî. Hewl didin bi rêya kompas û dozan pêşî li ber HDP’ê bigirin. Em dizanin ku dê serî li hemû lîstikan bidin lê em ê tevan jî vala derxînin. Me tevahiya xefikên wan texmîn kirin û vala derxistin. Me hemû tevdîrên xwe girtine û dê bêyî xetereyek hebe bikevin hilbijartinê. 
 
RÊYA ME RÊYA SÊYEMÎN E 
 
Em ê bi navê Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê. Me soz dabû gelên xwe ku dê wan bê alternatîf nehêlin. Di hilbijartineke wiha dîrokî de me nexwest xetereyek çêbibe. Diviya bû me ev hêza guherîn û veguherînê bi veguhesta parlamentoyê. Dema doza girtinê didomiya me serlêdan kir. Me bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn fêm kir bê ka armanc çi ye. Me ev xefik û xetere tevek dîtin lewma me biryar da ku bi navê Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinan. Em ê dersa herî mezin li ser sindoqê bidin îktîdarê. Êdî em hîn bûn ku hemû hîle û lîstikên wan vala derxînin. Bila ev jî bo wan bibe derd. Di 14’ê gulanê de navnîşana me diyar e. Hevalên hêja; rêya me Rêya Sêyemîn e. Navnîşan û rêya guherînê Çep a Kesk e. Em di wê baweriyê de ne ku dê di 14’ê gulanê de rengê sindoqan bikin kesk. 
 
HEDEFA ME YA STRATEJÎK TÊKBIRINA ÎKTÎDARÊ YE 
 
Weke Tifaqa Ked û Azadiyê me biryar da ku di hilbijartina serokkomariyê de namzet dernexînin. Weke ku me berê jî anî ziman, Belgeya Helwestê ya di 27’ê îlona 2021’an de bo me weke Stêrka Qurixê ye. Me her carê ku di çarçoveya vê stêrkê de em li gel guftûgo û mutabeqetan e. Israra me ya di vê helwestê de didome. Di demekê em ber bi sedsala duyemîn a komarê ve diçin de stratejiya me ya esasî ew e ku demokrasiyeke xurt û aştiyeke mezin bînin Tirkiyeyê, pêvajoya destûra bingehîn a li ser esasên peymana civakî, hemwelatiya wekhev, aştî, azadî û edaletê li ser vê xakê mayînde bikin. Îfadeya şênber a vê hedefa me ya stratejîk jî têkbirina îktîdarê û guherandina pergalê. 
 
EM Ê VÊ YEKITIYÊ BI HEV RE AVA BIKIN
 
Çi derkeve pêşiya me jî em ê bi israr ber bi vê armanca xwe ve bimeşin. Ji ber ku me soz daye gelê xwe. Navnîşana her kesê ku li dijî pergala talanê, polîtîkayên şer, kedxwarî û cihêkariyê, em in. Armanca me ne statûko ne jî restorasyon e. Armanca me guherandina vê pergalê ye ku her tim krîzan diafirîne. Ji bo bikarin pêşî li ber Rêya Sêyemîn vekin em ê vê îktîdarê têk bibin û yekitiya mezin a ku dê vê pergalê biguherîne ava bikin. 
 
HEWCEHÎ BI FERASETEKE NÛ HEYE
 
Di serî de pirsgirêka kurd ku ji her alî vê pêşiya Tirkiyeyê digire, em ê hemû pirsgirêka bi rêya guftûgoyê çareser bikin. Hewcehî bi feraseteke nû heye ku li çareseriyê digere û çandeke siyasî û zimaneke nû heye.  Red û înkarê sed sal bi vî welatî dan windakirin. Em ê ne bi ferasetên xwe dubare dikin lê bi feraseke nû bikevin sedsala duyemîn ku çareseriyê pêş dixe. Ev yek jî bi feraseteke siyasî ya nû pêkan e. Dirûşma me ev e; ne red û înkar lê naskirin û çareserî, ne zext û zilm lê tevlibûn, azadî û wekheviyê dixwazin. Em demokrasiyeke bihêz dixwazin. Armanca me avakirina komareke demokratîk e.  Em bi israr dibêjin ku rêya çareserkirina pirsgirêkan di siyaseta demokratîk de ye. Lewma em hilbijartina parlamentoyê pir girîng dibînin. 
 
ROJÊN RONÎ DÊ BI ME RE BÊN
 
An em ê tariyê hilbijêrin an jî rojên ronî. Dê rojên ronî bi me re bên. Lewma her deng pir girîng e. Dê bibin temînata pêşeroja me. Em dibêjin ku li dijî zilmê, wêraniyê, talanê, kedxwariyê li vê derê ne û em ê bi hev re biguherînin. Ji bo parastina mafên kedkaran, ji bo têkoşîna jinan em li vê derê ne û dê bi hev re biguherînin. Em ê bi zaliman bidin windakirin û dê mazlum bi ser kevin. Dê Çep a Kesk bi ser keve, dê tifaqa me bi hev re bi ser keve û hemû gelên Tirkiyeyê bi ser kevin.”
 

Sernavên din

04/09/2023
10:12 Li cigarê zem hate kirin
09:50 Encamnameya konferansa ciwanan: Rojeva sereke azadiya Rêber Apo ye
09:20 Li Menderesê erdhej çêbû
09:05 ‘Polîtîkayên şer jiyana gelan veguherandiye dojehê'
09:03 8 sal in kujerên Cemîle Çagirga nehatine dîtin: Edaletê mala xwe bar kir û çû
09:02 ‘Divê girtiyên nexweş bêşert werin berdan'
09:01 Ertak ê 32 sal in li bavê xwe digere: Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
09:01 Qeyûma Cizîrê Mala Dengbêjan dewr kir
09:00 ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2023'YAN
08:55 AFAD: 3 kesên li ber lehiyê ketin mirin
03/09/2023
23:52 HSD: Civîna me ya bi Koalîsyona Navneteweyî re erênî pêk hat
22:59 Li Fransayê û Hollandayê Kurdistanî û dostên xwe azadiya Ocalan xwestin
21:56 Amedspor ji deplasmanê bi puanekî vegeriya
21:50 Parlamenter Mehmet Sîncar li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
19:18 Komxebata Egîtîm-Senê bi dawî bû: Bi rêxistinbûyînê ev karesat hinek din sivik bûye
19:11 KCDP: Di meha tebaxê de 29 jin hatin qetilkirin
19:02 Şewata li Licê hat vemirandin
16:50 Partiya Çepên Kesk çalakiya paqijkirina hawirdorê li dar xist
16:47 Şîna Uzun bi girseyî hat ziyaretkirin: Dê ev têkoşîna sed salî bidome
16:20 DBP û HDP’ê li Rihayê silha du malbatan kirin
16:08 Li Kadikoyê çalakiya 1'ê Îlonê: Divê desthilatdarî dest ji polîtîkayên şer berde
16:04 Konferansa ‘Ciwan Azadiya Rêbertiyê Dixwazin’ dest pê kir
15:54 Rapora tebaxê ya DFG’ê: 59 rojnameger girtî ne
15:29 Mexdûrê erdhejê ku nexweşa penceşêrê bû wefat kir
15:00 Rojnameger Maroofîan dest bi greva birçîbûnê kir
14:43 Dê 8’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê bê lidarxistin
14:16 Hewl didin girtiyê piştî 30 sal û 6 mehan tehliye bûy dersînor bikin
13:43 Bîlançoya li Kerkûkê giran dibe: 4 ciwanên kurd hatin kuştin û qedexe hate rakirin
13:10 Rejîma Îranê Enstîtuya Zanistê ya Kurdistanê girt
13:03 Di meha tebaxê de li Îranê 74 kes hatin bidarvekirin
13:03 Satici piştî 7 salan tehliye bû: Azadî tiştekî tenê fîzîkî nîne
12:17 Li Îranê cezayê hefsê li aktîvîsta jin hate birîn
11:48 Yek ji rûspiyên eşîra El Elî: Pêdivî bi operasyona HSD’ê hebû
11:36 Hejmara 27’an a Kovara Jinê derket
11:31 Êrişên li dijî Eyn Îsayê hatin têkbirin
11:25 Serokwezîrê Iraqê Sûdanî dê îro bi nûnerên Kerkûkê re bicive
11:13 Li Gîresûn û Samsûnê lehî rabûn
10:42 Tevgera Azadî: Heke rê li ber aloziya li Kerkûkê neyê girtin dê encamên wê giran bin
10:25 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Til Temirê dikin
09:19 Girtiyê 32 salan ji ber biryarên Dadgeha Înfazê nayê berdan
09:04 Gergerlîoglû: Çima bûyerên wesayîtên zirxî tenê li bajarên kurdan çêdibin?
09:02 Hevdîtina Fîdan-Barzanî: Amadekariya ji bo êrişa li dijî Garê ye
09:02 Qeyûm park bê av û dar hiştine!
09:00 ROJEVA 3’YÊ ÎLONA 2023’YAN
02/09/2023
22:36 Polîsên Kerkûkê 2 ciwanên kurd qetil kirin
21:53 Li Geverê zarokeke 10 salî winda bû
21:50 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
21:45 Ûçar û Aydenîzê serdana malbata Tûran kirin
18:26 Li Qamişloyê êrişî wesayîtekê hat kirin
16:07 Bi girseyî serdana şîna Eyup Çelîk hat kirin
16:06 Bernameya îlonê ya ŞanoWan eşkere bû
16:06 7’emîn Festîvala Filmên Kurdî ya New Yorkê dê bê lidarxistin
15:44 Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ dest pê kirin
15:26 ÎHD’ê xwest ku girtiyê 80 salî Kaya bê berdan
15:08 Cerdevan ewilî li zarokan da û paşê jî mala wan gulebaran kir
14:47 Jiyana girtiya nexweş Karaguzel di xetereyê de ye
14:21 Şaxên ÎHD'ê: Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê vekin
14:14 Li Çamiliyê 3 kesên binçavkirî hatin berdan
14:08 Xizmên Windayan li kujerên Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr pirsîn
13:12 HSD: Şerê me li dijî çeteyan e
12:33 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji têkoşîna xwe ya 28 salan bernedin
10:41 TIR û otobus li hev ketin: 6 kes mirin û 43 kes jî birîndar bûn
10:35 Dayikên Aştiyê xwestin ku tecrîd bê rakirin
10:07 Jinan bi projeya ‘Îcar ji vir ve lê binêre’ ji bo hunerê hilberandin
09:39 Naîl Demîr piştî 30 salan hat berdan: Berxwedan jiyan e
09:21 Partiya Çepên Kesk êdî wê namzetên xwe bi pêşhilbijartinê diyar bike
09:06 Piştî Gabar û Cûdî niha jî li Feraşîn û Katoyê talanê dest pê kir
09:05 Dayika Şemiyê Yildiz: Ez doza edaleta windayan dikim
09:05 Xelkê Amedê: Desthilata AKP'ê ji ya Kenan Evren xerabtir e
09:03 Parêzer Yamar: Ez wekî hiqûqnasekî dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim
09:02 Li gundê nêzî Çemê Firatê av tune ye!
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2023'YAN
08:56 Du ciwanên pismamên hev di Çemê Xabûrê de xeniqîn
01/09/2023
21:26 Cenazeyê Ûzûn hat definkirin
20:41 Gora Aşkara ya HPG'î hat texrîbkirin
19:34 Mîtînga 1'ê Îlonê bi dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' bi dawî bû
19:30 Cenazeyê Hazar piştî 5 salan radestî malbatê hat kirin
19:02 Ûçar: Di şexsê birêz Ocalan de hewl didin tevahiya gelê kurd tecrîd bikin, dê bi ser nekevin
17:02 Ozturk: Bi destê aştiyê yê birêz Ocalan bigirin
16:40 Dorpêça li ser gundê Çamiliyê didome
16:28 Emîne Şenyaşar: Dewlet çima kujeran diparêze?
16:10 Ji baroyan daxuyaniya vekirina sala edlî: Bila pirsgirêka kurd were çareserkirin
15:58 ‘Dewlet dixwaze ku ser doza Mehmet Sîncar bigire’
15:45 Hestiyên Ûzûn di nava qûtiyekî de teslîmî malbatê kirin
15:26 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê: Dest ji polîtîkayên tecrîdkirina aştiyê berdin
14:16 Zarokê ku wesayita zirxî lêxistibû travmaya serî derbas kiriye
13:28 Li Colemêrgê ji bo veguhestinê zem hate kirin
13:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê ji bo Turan çalakî li dar xist
13:04 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
12:59 Di mehekê de 51 caran êrişî 33 herêmên Efrîn û Şehbayê kirin
12:17 ÎHD: Li Tirkiyeyê mafê xweîfadekirinê di bin zexteke mezin de ye
12:09 Ji ber e-Reçeteyê derbarê Fahrettîn Koca de gilî hat kirin
11:36 Li Efxanistanê 3 rojnameger hatin berdan
10:54 Amed ji bo mitînga aştiyê ya 1’ê Îlonê amade ye
10:32 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin: 4 zarok hatin qetilkirin
10:30 Ciwanê ku ji aliyê polîsan ve hatibû revandin: Nikarin me bitirsînin
10:02 ‘Bedela wê çi dibe bila bibe jin bi biryar in ku tecrîdê rakin’
09:34 'Divê partiyên Rojhilat bi PJAK'ê re tifaqê çêbikin'
09:04 Berdevkê Hewldana 78’iyan Can: Li dijî zextan mafê herî mezin berxwedan e
09:04 Ji Rûbarê Nerdûşê komir diherike!