ŞIRNEX - Lingê Sûavî Kiliç ê 4 salî ku polisan bi maşîna zirxî lê xist û birîndar kir hat jêkirin.
Li kolana Hastahane ya taxa Yenişehîr ya Navçeya Silopiya ya Şirnexê, polîsan duh li Nesrîn Kiliç û kurê wê yê 4 salî Sûavî Kiliç qeliband û birîndar kirin. Piştî bûyerê Nesrîn Kiliç û kurê wê Suavî rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Sîlopiya. Piştî kur û dayik rakirin nexxweşxaneyê, li nexweşxaneyê lingê Sûavî Kiliç, jê kirin. Hat diyarkirin ku Rewşa Nesrîn Kiliç baş e. Piştî dermankirina ewil Suavî yê 4 salî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê kirin. Malbata ku li ber nexweşxaneyê li heviya kurê xwe rawestiyan diyar kirin ku piyê kurê wan hatiye jêkirin. Malbatê diyar kirin ku dê Suavî sewqî nexweşxaneya Konsayê bikin.
AJOKARÊ MAŞÎNA ZIRXÎ JI CIHÊ BÛYERÊ REVIYA
Şahidê bûyerê diyar kirin ku maşîna polîsan ku 4 polîs têde bûn, bi lez di kolanê re derbas dibû û li Suavî û dayika wî Nesrîn qelibandin. Şahidan, anîn ziman ku piştî bûyerê polîsê ajokar ji cihê bûyerê reviya. Dayika Suavî Nesrîn Kiliç, piştî li nexweşxaneyê îfadeya wê hat girtin, der barê polîsê êrîşkar de gilî kir. Nehat zanîn ku der barê polîsan de tiştek hatiye kirin ya na.