Ji bo 4'ê Nîsanê bang: Werin em ji bo azadiyê bi hev re ber bi Amarayê ve bimeşin

AMED - KCD, DBP, TJA, HDP û MED TUHAD-FED’ê ji bo bernameya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya TUHAD-FED'ê daxuyanî da û wiha gotin: “Ji bo azadiya hemû gelan, em ê îsal bi dirûşma ‘Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve’ bi hev re berê xwe bidin Amarayê.” 
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD FED) û nûnerên rêxistinên sivîl têkildarî bernameya rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya MED TUHAD FED'ê daxuyanî dan. Metna daxuyaniyê ji hêla Rêvebera MED TUHAD-FED'ê Safiye Akdag ve hate xwendin. 
 
Akdag, wiha got: “Ev 24 sal in Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan li Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye. Li gel ku bi sedan caran ji aliyê parêzerên wî û malbata wî ve serlêdanên hevdîtinê hatine kirin jî, ev hewldan bêbersiv man. Ji xeynî 25 ê adara 2020’an ku li ser telefonê hevdîtin hate kirin û çendek deqe piştre hate qutkirin, tu agahî jê nehatine girtin. 
 
BANDORA BIRÊZ OCALAN BAŞ TÊ ZANÎN
 
CPT’yê jî têkildarî hevdîtinê heta niha tu agahî bi raya giştî re parve nekirine. Ev pêkanîn û bêdengiya li hemberî bertekên raya giştî ya demokratîk, li dijî hiquqa neteweyî û navneteweyî, li dijî hemû nirxên mirovahiyê ne û bi tu awayî nayên qebûlkirin. Rista birêz Ocalan a di derheqê pirsgirêka kurd de û bandora wî ya li ser gelên Rojhilata Navîn û cîhanê baş tê zanîn. 
 
PÊVAJOYA REŞETARÎ DIDOME
 
Di Newroza 2013 an de bi xwendina nameya wî re bi milyonan kes ber bi qadê ve herikîbûn û nîşan dan ku bi vîna xwe li pey wî ne û li gel rêya ku daye pêşiya gelan de ne. Piştî ku Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan maseya mûtabeqetê hilweşand, li Tirkiyê û li Kurdistanê pêvajoya herî reşetarî ku di dîrokê de kêm hatiye dîtin, dest pê kir. Bi awayekî hovane û bênavber polîtîkayên qirêjî, kuştin, îşkence, girtin û bêhiquqîyên li ser gelê kurd, kes û saziyên demokratîk hatin meşandin û ev kiriyar hêj didomin. 
 
ÇARESERIYA DEMOKRATÎK BIRÊZ OCALAN E
 
Gelê kurd û derdorên azadîxwaz li dijî van hemû pêkanînan, îsal jî hem di 8 ê Adarê de û hem jî di Newrozê de li qadan tecrîda hovane ya li ser birêz Ocalan şermezar kirin û li dijî daxwaza  radestirinê bertekên xwe nîşan dan. Li her çar aliyên Kurdistan û cîhanê gelê kurd û gelên din herikîn qadan û daxwaza azadiya birêz Ocalan û hemû girtiyên azadiyê kirin û dîsa destnîşan kirin ku navnîşana çareseriya demokratik birêz Abdullah Ocalan e.   
 
JI BO AZADIYÊ BER BI AMARAYÊ VE
 
Ji aliyê gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê yên azadîxwaz ve rojbûna birêz Ocalan anku 4’ê Nîsanê li dijî şer bûye sembola aştiyê, li dijî koletiyê bûye sembola azadiyê û li dijî mêtîngeriyê bûye sembola wekheviyê. Di vê rojê de her sal ji bo jiyanek e nû ya azad, pîrozbahî, şahî û bernameyên cuda tên lidarxistin, dar tên çandin û ber bi Amarayê ve meş tên lidarxistin. Îsal jî bi dirûşma ‘Ji bo Azadiyê ber bi Amarayê ve’ em ê ji bo daxwaza azadiya hemû gelan, bi hev re berê xwe bidin Amarayê. 
 
VEXWENDINA MEŞÊ
 
Ji bo pêkhatina daxwaza me kurdan û hemû gelên azadîxwaz a herî xwezayî, neteweyî û civakî ya ji bo ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan a fizîkî, ji bo şikandina tecrîdê û çareserkirina demokratîk û aştiyane em we vedixwînin meşa Amarayê. 
 
BERNAME
 
Emê bi hev re, bi têkoşîneke domdar û encamgir tecrîdê bişikînin û azadiya birêz Ocalan a fizîkî û ya hemû dîlgirtiyên azadiyê pêk bînin. Bernameya îsal di navbera 1 û 10 ê nîsanê de çandina daran, li her bajarî plansaziyên pîrozbahiyê û 4’ê Nîsanê jî bi gelemperî meşa ber bi Amarayê pêk tê."
 
BANGAWAZIYA JI BO MEŞÊ
 
Piştî daxuyaniyê, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz axivî û destnîşan kir ku Ocalan di her şert û mercan de jî mîsyona xwe ji bo aştiyeke birûmet xerc dike. Aydenîz, axaftina xwe wiha domand: “Birêz Ocalan ji bo kurdan şexsiyeteke gelemper nîne. Statuya gelê kurd, jiyaneke wekhev, ziman, çand pê xwe rêvebirin e ji bo kurdan. Ez dixwazim bibêjim ku ji bo birêz Ocalan rola xwe ya çareserkirina pirsgirêka gelê kurd, demokratîkkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn bike, divê azadiya wî ya fîzîkî çêbibe. Ji bo birêz Ocalan û gelê kurd hemû kesan vedixwînim meşa 4’ê nîsanê. Em ê li wir ji bo azadiyê, demokrasiye, jinûveafirandinê bang bikin.”
 
‘BÊ OCALAN ÇARESERÎ NABE’
 
Piştre jî Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan ne tenê serokê gelê kurd, bi felsefe û paradîgmaya xwe ve serokê Rojhilata Navîn tevahiyê ye. Her wiha rojbûna wî rojbûna gelê kurd e. Bêyî Ocalan pirsgirêka kurd çareser nabe û demokrasî nayê. Em bang li gelê xwe dikin. Em ê bi hev re ber bi Amarayê ve bimeşin û li wir peyamekî girîng bidin. Bêyî Ocalan çareserî, demokrasî, azadî û jiyana wekhev nabe.”
 
 

Sernavên din

29/03/2023
22:04 Wezareta Neftê ya Iraqê daxuyand ku ew ê li gor biryara dadgehê tevbigere
21:25 Nasnameya 35 zarokên ji bin kavilan hatine derxistin nehatiye tespîtkirin
20:01 'Dawî li talana li Hewsel û qeraxa Çemê Dîcleyê bînin'
18:19 Ji Hîlala Zêrîn strana `Jin im jiyan im`
18:15 Banga ji bo berdan û dermankirina girtiyê nexweş Polat
16:17 Bertek nîşanî dorpêça li Galatasarayê ya tevî biryara AYM’ê didome dan
16:03 Partiya Çep a Kesk dê Beyannameya Hilbijartinê eşkere bike
15:54 Baroya Êlihê giliyê BOTAŞ’ê kir
15:19 Li Amedê mizgefta ku xesar gihiştibûyê hate hilweşandin
15:12 7 hezar karker di grevê de ne: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
14:46 EMEP, wê ji lîsteya Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinê
14:00 Kesên xizmên xwe winda kirin çûn ziyareta gora Jîna Emînî
13:41 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êriş kir
13:05 Malbata Şenyaşar: Em ji bo jiyaneke mirovane têdikoşin
13:00 Amnesty: Îranê herî kêm 305 sivîl qetil kir
12:18 Li Hênê malbat bi şer ketin: 5 mal hatin şewitandin
12:01 Li pêşiya edliyeyê li dijî jinekê êriş hat kirin
11:57 Cînayetên ewil ên rêxistina ku ji nav Yekitiya Xwendekarên Tirk a Milî derket
11:39 MYK’a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê civiya
10:30 ‘Nîşeyên Bakur’ a Ertûgrûl Mavîoglû ji Weşanên Aryenê derçû
10:02 Sewalvanê mexdûrê erdhejê: Pêdiviya min bi axurekî û bi êm heye
09:59 Hedefa Partiya Çep a Kesk: Bi AKP-MHP’ê bide windakirin, ji sedî 20 deng bistîne
09:48 Li Girtîgeha Bolûyê înfaza 12 girtiyan 30 caran hate şewitandin
09:03 Mehmet Ocalan: Em di 4'ê Nîsanê de li benda her kesî ne
09:03 Rojnameger Germiyanî: Ger neft ji destê Herêma Kurdistanê biçe dê tu qadên wê yên aborî nemînin
09:03 Ji berpirsên rûxandina Nûrdagiyê Yûnûs Kaya di 4 rojan de 85 wesayîtên xwe firotine
09:02 ‘Semsûr bi tenê hat hiştin, ji bîr nekin'
09:02 Li Semsûrê piştî ku tûtin di bin kavilan de ma fiyetê wê ji sedî 100 biha bû
09:00 ROJEVA 29’Ê ADARA 2023’YAN
28/03/2023
22:46 Li nêzî Hewlêrê ÎHA'yek ket
21:13 Li ber şaredariya AKP'î xwe û hevjîna xwe şewitand
19:27 Maseya Fikrê bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
19:01 Tanriverdî piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:57 Îdianameya 16 jê girtî 20 rojnamegeran hate amadekirin
15:46 Doza belgefîlma Bakur hate taloqkirin
15:26 Tevî biryara bêçalaktiyê jî dewleta tirk êrişên xwe didomîne
15:24 Komîsyona Lihevkirinê ya Partiya Çep a Kesk û HDP’ê civiyan
15:20 Hewldana ji bo Roboskê Edalet daxwaza edaletê kir
14:59 Sancar: Êdî dawiya îktîdara AKP-MHP’ê tê
14:57 Platforma Parastina Bajêr: Li dijî tiryak û fihûşê bi awayekî hevkar têbikoşin
14:28 Berdana rojnamevan Oynaş cara 4’emîn hate astengkirin
14:10 Polîsên Perûyê: Dê 2 tonên kokaîna hatiye desteserkirin ji Tirkiyeyê re bihata şandin
14:08 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
13:49 Qamyona bar li nivîskarê Evrenselê Ozcan Yaman da
13:48 Berdana rojnamevan Tûray 3 mehan hate taloqkirin
13:36 Di mirina biguman a Ekîncî de hemû daxwaz hatin redkirin
13:32 Rapora 2022’yan a Rêxistina Efûyê: Li binpêkirina mafan krîza maliyeta jiyanê zêde bû
12:42 Fehîm Korkmaz: Gelê kurd îro alaya Egîd ji bo azadiyê bilind dike
12:28 Li Licê îşkenceya li zarok hate kirin: 2 polîs hatin berdan
12:17 Partiya Çep a Kesk ji bo ewlehiya hilbijartinê banga ‘peywîrê bigire’ kir
11:43 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Newroz Ehmed: 2 hezar û 323 DAIŞ’î hatin girtin
11:18 Îfadeyên leşkeran piştrast kirin ku Şîban û Turgut ji helîkopterê hatine avêtin
11:11 Li GGM’ê êrişa zayendî lê hat kirin: Bi faîlan re li heman cihî tê ragirtin
10:56 Derbarê kesê çavên wî nabînin de îdianame amade kirin: Pirtûkên rêxistinê dixwîne
10:02 Bi hinceta ‘ji bilî malbatê ji kesên din re name dişîne’ nayê berdan
09:18 Mexdûrên erdhejê: Bes e bila ev desthilat biçe
09:05 Parêzerê Elaraslan a hat qetilkirin: Nîşaneya herî zelal a binpêkirina mafên mirovan e
09:03 6 meh in dermanan nadin girtiyên nexweş!
09:02 Rojnameger Hesen: Li Efrînê êdî tirsa gel şikestiye
09:02 Ewilî erdhejê û bi dû re jî baranê li mişmişên Meletiyê xist
09:02 Endama DÎB'ê: Helwesta Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberoja Tirkiyeyê girîng e
09:00 28'Ê ADARA 2023'YAN
27/03/2023
20:58 KCK'ê biryara rawestandina çalakiyên leşkerî heya hilbijartinê taloq kir
19:35 KESK'ê serdana fitariya malbata Şenyaşarê kir
18:16 Li Mereşê erdhej çêbû
16:52 Li Colemêrgê malbatên şer kiribûn daxwaza darizandina adilane kirin
16:22 Li Almanyayê greva mezin: Hatin û çûn hate sekinandin
15:51 3 DAIŞ’î li Diyalayê hatin girtin
15:44 Bertekên li dijî binçavkirinan: Em ê pergala AKP-MHP’ê têk bibin
15:31 ÎKK’a Wanê bertek nîşanî qeyûm da ku erdên şaredariyê da ber firotinê
15:30 Di nav polîsên îşkence li Y.D. kirin amirek jî heye: Me hêza biqademeyî bi kar anî!
14:58 Li Seyhanê agir bi konê mexdûrê erdhejê ket
14:54 Piştî 10 salan ji bo 69 rojnamegeran biryara neşopandinê hate dayîn
14:34 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê: Tecrîd veguherî rejîmeke siyasî
14:33 Partiya Çep a Kesk: Em ê ala têkoşînê bilind bikin
13:52 Tevî biryara bêçalaktiyê jî di rojekê de 28 êriş hatin kirin
13:26 Ji bo Dayikên Aştiyê yên girtî banga azadiyê kirin
12:59 Protestoyên ‘Jin, jiyan, azadî’ berdewam in
12:58 Emîne Şenyaşar: Zilm li me hate kirin û em li dijî zilmê sekinîn
11:55 Îfadeya zarokê ku li Licê hat îşkencekirin belav bû
11:54 Remzî Kartal: Pêvajoya heyî pêvajoya guherîn û veguherînê ye
11:27 Qanûna hilbijartinên Encûmenên Bajaran û Parlamentoyê hat pejirandin
11:10 Koma xebata hilbijartinê ya ‘HADÎ Ewropa’ hate avakirin
11:06 Ji bo 4'ê Nîsanê bang: Werin em ji bo azadiyê bi hev re ber bi Amarayê ve bimeşin
10:42 Lîstikvan Koksal Engur jiyana xwe ji dest da
10:16 Li Pirsûsê 12 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Cizîrê 6 gund 10 roj in di dorpêça leşkeran de ne
09:06 Li Amedê şirîkatiya avahiyên qaçax!
09:05 Ji bo teserûfa benzînê kavilan li jîngehan vala dikin
09:04 Li Meletiyê 107 hezar xanî li benda hilweşandinê ne
09:03 Mîna Ûgûr Kaymaz vê carê jî çek danîn ber Fatma Elarslan!
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2023'YAN
26/03/2023
23:45 Di lêpirsîna îşkenceya li Licê de 3 polîs hatin girtin
22:47 Kesê cara duyemîn êrişî avahiya HDP’ê kir dîsa hat berdan
21:11 Zaroka mexdûra erdhejê di şewata kon de jiyana xwe ji dest da
20:32 Pola Kîtap ji bo pirtûka Sîdar gotûbêj li dar xist
20:17 Li Rihayê carek din lehî rabû
17:38 Tayînkirina qeyûman hate protestokirin: Her tiştê gel talan kirine
16:38 Dîroka hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar bû