ZAXO - Çavkaniyên li kampa Bacîd Kendal a girêdayî asayişa Zaxo diyar kirin ku rayedarên kampê destûr nadin ew vegerin Şengalê.
Êzidiyên di 2014’an de ji ber êrîşên DAIŞ’ê koçî herêmên cûda yên Başûrê Kurdistanê kirin, dixwazin vegerin Şengalê. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku êzîdîyên dixwazin vegerin Şengalê ji aliyê asayişa Zaxoyê ve tên astengkirin. Li gorî nûçeya ROJNEWS'ê êzîdîyên li kampa Bacîd Kendal a girêdayî asayişa Zaxo ya Dihokê ku dixwazin vegerin Şengalê rastî astengiyan tên. Çavkaniyeke ji wargehê X.A ya ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide, diyar kir ku êdî gelek malbatên li kampa Bacîd Kendal dixwazin vegerin Şengalê lê, asayişa wargehê ku girêdayî asayişa Zaxoyê ye, bi sedema Şengal ne ewleye destûrê nadin gel vegerin ser malên xwe. Çavkaniyê diyar kir ku wargeh êdî ji bo wan bûye weke girtîgeheke taybet û nikarin pirsgirêkên ku dijîn, bi raya giştî re parve bikin.