KERKÛK - Li navçeya Dibis a parêzgeha Kerkûkê şevê din 6 welatiyên sivîl ketin kemîna DAIŞ’ê. Di bûyerê de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 3 welatî jî birîndar bûn.
Li gundê Elkêf a navçeya Dibis a Kerkûkê wesayîta 6 welatiyên sivîl ket kemîna DAIŞ’ê. DAIŞ’ê êrîşî wesayîta sivîlan kirin 3 kes kuştin û 3 jî birîndar kirin. DAIŞ’iyên êrîş kirin cilên Polîsên Federal ên Iraqê li xwe kiribûn û xwe weke nuqteyeke kontrolê ya girêdayî hêzên Iraqê dabûn nîşan. Hat, diyar kirin ku li derdora gundên Kerkûkê DAIŞ tim kemîna di avêjin pêşiya welatiyên sivîl, sivîlan direvînin û dikujin.