ÎZMÎR - Li Balikesîr, Burdur, Uşak û Afyonê qeza rû dan, 4 kes mirin, 3 jî giran 38 kes birîndar bûn.
Li Balikesîr, Burdur, Uşak û Afyonê 4 qezayên cûda rû dan. Di qezayên rû dan de 4 kes mirin, 3 jî giran 38 kes birîndar bûn. Li Balikeserî 3 kes mirin û Burdurê jî 2 kes birîndar bûn. Li ser rêya Uşak û Îzmîrê jî 3 giran 16 kes birîndar bûn. Li nêzî navçeya Sînanapaşa ya Afyonkarahîsarê jî otobusa rêwiyan qelipî, kesek mir û 20 kes jî birîndar bûn.