STENBOL- Rojnamevan Ertûgrûl Mavîoglû anî ziman ku îktîdar dixwaze bi çewisandinê çapemeniyê dîzgîn bike û got: “Demekê dadwer û dozgerên girêdayî Cemaeta Gulenê bela xwe di rojnamevanan didan. Lê di vê serdemê de jî dozger û dadwerên girêdayî AKP’ê bela xwe di rojnamevanan didin. Tu tişt neguheriye.”
Di 28’ê Adarê de Dadweriya Ceza ya Sulhê ya 7’an qeyûm tayînî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Matbaaya Gunê. Piştî qeyûm hat tayînkirin operasyonek hat lidarxistin û xwediyê matbaayê jî din nav de 20 kes hatin binçavkirin û xwediyê îmtiyazê yê rojnmaeyê û midurê karên nivîsan ê rojnameyê hatin girtin. Her wiha edîtor û xebatkarên rojnameyê jî di nav de hîn jî 7 kes li emniyetê tên ragirtin. Rojnamevan Ertûgrûl Mavîoglû, bertek nîşanî çewisandinên li ser hevpîşeyên xwe da. Mavîoglû bi lêv kir ku îktîdar bi zanebûnî bi çapemeniyê re bilî dibe.
‘DEMEKÊ DADWERÊN GULEN NIHA JÎ YÊN AKP’Ê NE’
Mavîoglû, diyar kir ku gelek mijarên ku îktîdar dixwaze ji raya giştî veşêre hene û got: “Ji ber vê ye ku îktîdar di çapemeniyê de dest bi tasfiyekirinê kir. Ev yek ewilî di 2011’an de bi doza Oda TV’yê dest pê kir. Wê demê zêde li ser Oda TV’yê hat axaftin. Lê rewş tenê bi vê nema. Der barê gelek rojnamevanan de doz hatin vekirin. Me di korîdorên edliyeyê de zêde dem derbas kir. Êdî me nikaribû karê xwe bikirana. Tişta ku dixwestin ew bû ku, em bi dozan re mijûl bibin û bi vî awayî ji rojevê dûr bikevin. Demekê dadwer û dozgerên girêdayî Cemaeta Gulenê bela xwe di rojnamevanan didan. Lê di vê serdemê de jî dozger û dadwerên girêdayî AKP’ê bela xwe di rojnamevanan didin. Tu tişt neguheriye.”
‘VEGUHERÎ ÇAPEMENIYA ÎKTÎDARÊ’
Mavîoglû, destnîşan kir ku îktîdar bi çewisandina dixwaze çapemeniyê dîzgîn bike û got: “Tişta hat serê Koma Doganê mînakeke wisa bû. Berê Doganê Mîlliyet û Vatanê jî di xwe de diheband û wekî Çapemeniya Kartelî dihat îfadekirin. Lê niha Çapemeniya Doganê ku tiraja wê û temaşekirina wê zêdeyî ji sedî 90’î ye ket destê îktîdarê. Yanî niha îktîdar veguherî Çapemeniya Kartelî.”
'ARMANC GIRTINA ÇAVKANIYA NÛÇEYÊ YE’
Mavîoglû got: “Ozgurlukçu Demokrasî, çi kevneşopiyeke ku Ozgur Ulke hat bombekirin, gelek nûçegihanên Ozgur Gundemê hatin girtin û kuştin tê. Li vir derdê sereke ew e ku çavkaniya nûçeyan a qadekê bigire. Yanî tê xwestin rê li ber ragihandina çavkaniyên kurdan, karkerên hejar û bindest, kedkar û mirovên hunereke baş dikirin bigirin. Meseleya me tenê ne azadiya nûçewergirtinê û nûçe belavkirinê ye. Sedema sereke ya girtina rojnameyên wekî Ozgur Gundem û Ozgurlukçu Demokrasiyê, tê wateya ku rê li ber bûçewergirtina hin derdoran bigirin.”
Mavîoglû diyar kir ku ev felaket cara ewil nayê serê hevalên Ozgurlukçu Demokrasiyê û jixwe ne felaket e jî û wê bi îhtimaleke mezin wê nekuje, lê dê hêzdartir bike.
Herî dawî Mavîoglû diyar kir ku divê li hemberî çewisandinan gotina xwe bibêjin û got: “Êdî ev rojnamegeriya eniyê ye, rojnamegeriya heqîqetê ye, cihê nîqaşê ye.”
MA / Rûken Tuncel