STENBOL – Midurê Nûçeyan ê TV10 Turabî Kişîn di çalakiya 79’emîn a ji bo vebûna TV10 de got: “Azadiya raman û çapemeniyê, wêneyê welatekî vedibêje.”
Xebatkar û temaşevanên TV10 a bi KHK’ê hat girtin di 79’emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya bi boneya televîzyona wan ji nû ve vebibe li dar xistin. Gelek rêveber û nûnerên saziyên elewiyan beşdarî çalakiyê bûn û piştevaniyê dan. Slogan hatin berzkirin û pankart û dovîz hatin hildan.
'AZADIYA ÇAPEMENIYÊ WÊNEYÊ WELATEKÎ VEDIBÊJE’
Di çalakiyê de Midurê Nûçeyan ê TV10 Turabî Kişîn axivî û diyar kir ku ji bo nêvengek demokratîk çêbibe çalakiya xwe dewam dikin û got: “Em dixwazin di şexsê TV10 de zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibin. Li welatek ku di çapemeniyê de azadiya ramanê tune be, mirov nikare li wir qala dmeokrasî, mafê mirovan û azadiyêbke. Çunkî azadiya raman û çapemeniyê, wêneyê welatekî vedibêje.”
Kişîn bal kişand ser girtina rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun û got: “Dê kevneşopiya rojnameya Ozgur Gundem, Ozgurlukçu Demokrasî bêdeng nebe û bi çi halî dibe bila bibe, dê weşana xwe bidomîne.”
Çalakî bi berzkirina sloganan bi dawî bû.