ŞEHBA - Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê bi amadebûna serok û cîgirên desteyan, li Kampa Berxwedan a li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê, civîna xwe ya heftane lidar xistin.
Meclisa Kantona Efrînê civîna xwe ya hefteyî li kampa Bexwedana Fahînê pêk anî. Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê û rêveberên meclîsê amade bûn. Di civînê de, rewşa herêmê û Meclîsa Rêveber, mekaznîmeya avakirina komîteyên ji bo xizmeta şêniyên Efrînê û ji nûva rêxistinkirina xebatên desteyan hate nîqaşkirin. Mijara herî sereke ku di civînê de hate nîqaşkirin, avakirina nexweşxaneyekê bi awayekî lezgin da ku xizmeta welatiyan bike bû. Ji ber nexweşî di navbera welatiyan de belav dibin. Di civînê de hate gotin ku ji bo destekdayîna mirovahî û tenduristî rapor ji gelek aliyên peywendîdar re hatine şandin. Di dawiya civînê de, hate teqezkirin ku wê pêdiviyên Kampa Berxwedan hemû were bicihanîn û xebatên vekirina Kampa Serdemê werin lezkirin.