ÎZMÎR – Li Îzmîrê di 4’ê nîsanê de 10 kes û li Denîzlî jî beriya hatina Erdogan a bajêr 5 kes binçavkirin.
Hat zanîn ku li Îzmîrê di 4’ê nîsanê de li navçeya Menemenê di serdegirtina malan de 10 kes bi hinceta medya civakî hatin binçavkirin. Serdar Boz û Ferdî Yavuz di çarçoveya lêpirsînêk li Agiriyê de hatine binçavkirin û ew şandine Agiriyê. Nîhat Seven û Yusuf Aslan jî di nav de 8 kes li Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê tên ragirtin.
BERIYA HATINA ERDIGAN PÊLA BINÇAVKIRINÊ
Li Denîzlî jî îro beriya hatina Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Erdogan ku beşdarî 6’emîn Kongreya Asayî ya partiya xwe bibe polîsan bi ser gelek malan de girt. Bi hinceta medya civakî 5 kes binçav kirin.
Li Denîzlî du roj berê Orhan Ç. yê hatibû binçavkirin bi îdiaya “Heqaret li Erdogan kiriye” îro ji aliyê dadgehê ve hat girtin.