AMED – Di çalakiyê Xizmên Windayan a li Amedê de li aqûbeta Recep Buttanri yê di 1999’an de ji aliyê 3 kesan ve hat revandin hat pirsîn.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 478’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xist. Rêveber û endamên ÎHD, Xizmên Windayan û parazvanê mafê mirovan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên kesên hatin windakirin raxistin û hildan. Di çalakiyê de li aqûbeta Recep Buttanri yê li Konyayê leşkerî dikir û ji bo biçe Amedê li otogarê di 1999’an de hat revandin û agahî jê nehat girtin hat pirsîn.
‘DEWLET NEÇAR E BI RASTIYÊ RE HEVRÛ BIBE’
Di çalakiyê ewil Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku ew bi israr li gel xizmên windayan lêgerîna xwe ya edaletê dewam dikin. Bîlîcî anî ziman ku li welat bi hezaran “bûyerên kiryar ne diyar” qewimîn û got: “Heya dewletê ji bûyeran heye. Li gelek welatan heman bûyer qewimîn. Tu dewletê vê rastiyê ne veşart û bi heqîqetê re hevrû man. Divê li Tirkiyeyê jî ev bûyer bên ronîkirin û kujer bên darizandin. Heta em heqîqetê derxin holê û bûyeran ronî bikin dê têkoşîna me dewam bike. Em lêgerîna xwe ya ji bo windayan dewam bikin.”
‘BI DARÊ ZORÊ DIAVÊJIN SER MALÊ’
Piştî Bîlîcî, Sekreterê Şaxa ÎHD’ê Abdulselam Înceoren çîroka Buttanri xwend. Înceoren ev tişt got: “Recep Buttanri dema li Konyayê leşkerî dikir ji bo destûrê hatibû mala xwe ya li Amedê. Piştî destûra wî xelas bû xwest ji otogara Amedêbiçe leşkeriyê. Piştî Buttanri ji malê derdikeve diçe, 4 roj şûn ve serê sibê 3 kesên sivîl ên çekdar tên mala wî. Bi darê zorê dikevin hundir û hemû ferdên malbatê li odeyekê kom dikin û lêgerîn dikin. Li gorî îdiaya malbatê ev kes 40 milyar pereyê wê demê û çeka bi ruhsat desteser dikin û dibin.
DOZGER BIRYARA NE ŞOPANDINÊ DIDE
Dayika Buttanri diçe Miduriyeta Polîsan a Amedê û giliyê rewşê dike û dibêje yên avêtine ser mala wan polîs bûne. Malbat serî li dozgeriya Amedê dide, lê dozgerî biryara ne şopandinê dide. Li gel hemû serlêdan û lêgerînên malbatê ji wê rojê ve agahî ji Recep Buttanri nehat girtin û nehat dîtin.”
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.