Kanar: Divê em her dem daxwaza azadiya Ocalan bikin

  • rojane
  • 14:11 7 Nîsan 2018
  • |
img

STENBOL – Foruma "Pirsgirêka kurd û polîtîkbûna hiqûqa tecrîdê" ya der barê tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Otela Elite World a Taksimê didome. Di formê de Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan got: "Divê teqez girtîgeha Îmraliyê bê girtin." Prz. Ercan Kanar jî got: "Tecrîd  êdî bûye korîdora mirinê. Divê em her dem banga 'Bila Ocalan azad bibe' zindî bikin." 

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dike, têkildarî rewşa Ocalan û tecrîa li ser Ocalan tê meşandin li Otela Elite Worldê ya Taksimê foruma bi navê “Pirsgirêka kurd û Polîtîkbûna Hiqûqê ya Tecrîdê" lidar xist. Foruma bi şîara “Ji tariyê ber bi hevîyê ve, Ji heviyê ber bi azadiyê ve" bi tevlêbûna gelek siyasetmedaran didome. Siyasetmedar Ahmet Turk, Akîn Birdal, Sirri Sakik, Ufuk Uras,  Parlamenterên HDP'ê Ayhan Bilgen, Dengir Mir Mehmet Fırat,  Meral Danış Beştaş, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Serokê Giştî yê OSP'ê Sinan Çiftyurek, Lêkolîner Bekîr Agirdir, Hunermend Ferhat Tunç, Akademîsyenê Aştiyê Bahadir Altan, nûnerên komeleya 78’an, YAKAY-DER, DBP, Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA), Vakfa Aştiyê û gelek  parêzer amade bûne. Piştî axaftina siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, forumê bi mijara “Halê Mafê Bingehîn ê Her Dem Hatiye Rawestandin-Rejîma Îmraliyê ya Rojane dibe" berdewam kir. Di vê rûniştina yekem de Nivîskar Oya Baydar, Parlamentera HDP'ê  Mîzgin Irgat û Bedia Ozgokçe, Gencay Gursoy, Selîm Sadak, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik amade bûn. Parêzer Several Ballikaya pêşkêşîya rûniştinê kir. Di vê rûniştinê de ji Buroya Hiqûqa Esrinê Ozgur Erol, sernavê “Rejîma Îmraliyê pêşkêş kir. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, mijara “Rejîma Îmraliyê û vengdana wê ya pratîkên din ên înfazê" pêşkêş kir. Prz. Ercan Kanar jî mijara “Nirxandina Rejîma Îmraliyê ya Rojane dibe ya bi Feraseta Hiqûqa Navneteweyî re" parve kir. 
 
‘CIHÊ HIQÛQ LÊ HATIYE RAWESTANDIN ÎMRALÎ' 
 
Ewil Parêzer Ozgur Erol, bi pirsa “Tecrîd çiye?" dest bi mijarê kir û wiha got: "Tecrîd piştî 1999’an û şûnde êdî di rojevê de ye. Ocalan ji sala 2011’an û şûnde nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Ji sala 2015’an û şûnde tenê carekê bi malbate re hevdîtin kiriye. Girtiyên birin cem Ocalan jî bi heman rengî nikarin bi malbatên xwe re hevdîtin bikin. Lê tecrîd ne tenê ev e. Tecrîd êdî bûye pergala rêveberiyê. Girtîgeha Îmraliyê jî nebû wekî pergala girtîgehên ku em dizanin. Li girtîgehan bi girtiyan re peyman tê îmzekirin. Li gorî vê peymanê dibêjin 'Ger ku hûn baş nêzîk bibin şertê we dê başkirin. Lê ev peyman tu carî li Îmraliyê pêk nehat. Ji ber ku li Îmraliyê hiqûq hatiye daliqandin. Hatiye rawestandin. Her dem tecrîdê xwe parast û berdewam kir." 
 
‘15 SALIN TENÊ KANALEK RADYO HEYE'
 
Erol, bal kişand ser guhdarkirina li Girtîgeha Îmraliyê û wiha berdewam kir. "Hemû hevditinên bi Ocalan re tev hatin guhdarkirin û hatin qeydkirin. Hevditinên bi girtiyan re jî hem veşarî û hemjî aşkere hatin qeydkirin. Li Odeyan qeyd hat kirin. Ev ne tedbirên ewlehiyê ye. Ev teknîka komkirina agahiyan e. 15 salan televizyon nedan Ocalan. 15 salan radyoya tenê yek kanala wê heye dan wî. Di vê radyoyê tenê kanala TRT hebû. Rojname sansur kirin û dan wî. Ev yek bi salan e wisa berdewam dike." 
 
‘LI ÎMRALIYÊ PÊKANÎNA YEK KANALÊ'
 
Erol, da zanîn ku Ocalan ji ber ku di hevditinê bi parêzeran de gotinê ji devê wî derket rastî cezayê hucreyê hat û wiha berdewam kir: “Kesekî ku bi tena serê xwe bimîne ji bo wî cezayê hucreyê tê çi wateyê? Ev tê wateya ku radyoya wî ji destê wî digirin. rojnameyan nadin wî. Dema parêzer diçûn hevditna wî destûr nedidan ku heyet biçe hevdîtina wî. Piştî heyet çûn hevdîtinê jî vê carê destûr nedan ku parêzer biçin hevdîtinê. Ev weki pekanina radyo ya yek qanalê ye. Ji bilî yek qanalê destûr nadin ku ragihandin li Îmraliyê pêş bikeve. Rewşa ku 25 salin Tirkiye hatiye li Îmraliyê tovê wê hat avêtin. Hemû bingehê bê hiqûqiyan li Îmraliyê hat avêtin. Destpêka girtîgeha Îmraliyê bûye despêka hemû bêhiqûqiyên li girtîgehan. Ev pêkanînên li Îmraliyê piştî demekê li hemû girtîgehên Tirkiye û li hemû Tirkiye belav bûye. Hevdîtina CPT’î ya 2016’an piştî 2 salan bi raya giştî re hat parvekirin. Ev daneyên raporan ter nake. Li dijî hiqûqa dijmin, raperîna Birêz Ocalan ava kiriye heye. Îmralî ruyê rastî yê ku çawa teknîkên hemû dewletan berovajî bike ye." 
 
‘DIVÊ ÎMRALÎ BÊ GIRTIN'
 
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî mijara “Rejîma Îmraliyê û vengdana wê ya pratîkên din ên înfazê" pêşkêş kir. Turkdogan, anî ziman ku her çend li Tirkiye cezayê mirinê rakiribin jî li şûna wê cezayê girankirî yê muebetê anine û wiha got: "Xala 25’an a înfazê ya cezayê hepsê ya muebeta giran bi taybet ji bo Ocalan derxistin. Cezayê Gitîgeha yê Muebeta Giran bi taybet ji bo kes hat derxistin. Piştre ev ceza belav kirin. Piştî vê xalê niha gelek girtî ji vê xalê hatin cezakirin. Divê li Tirkiye teqez Birêz Ocalan bê berdan. Divê Tirkiye vê dîrokê dine holê. Divê teqez girtîgeha Îmraliyê bê girtin. Bi qasî tê xwestin li dijî vê pergalê berte nehatin nîşandan. Denê di milê mafê mirovan de itîraza vê yekê hat kirin. Me her dem got divê girtîgehek wekî Girtîgeha Îmraliyê tune be. Em dixwazin demek berî demekê bê girtin. Nayê zanîn ku Îmrali girtîgehek çawa ye. Ji ber ku statuya wê tune ye. Bê hiqûqiya ku li îmraliyê dest pê kir, li tevahiya Tirkiye belav dibe. Ocalan ji ber mafê xwe yê mirovî xwedî mafên mirovan ên bingehîn e. Divê em tev li gorî vê yekê tev bigerin. Divê tu carî mirovek di bin tecrîda mutlak de neyê girtin. Tecrîda mudlak li dijî rûmeta mirovan e." 
 
‘DIVÊ NERAZÎBÛN BÊTIR ZÊDE BE'
 
Turkdogan, bal kişand ser hêjmara girtiyên serdema AKP'ê û wiha lê zêde kir: "Di serdema AKP'ê de rewşa girtiyên nexweş bêtir giran bû. CPT rapor aşkere kir. Çima saziyên din nikarin biçim Îmraliyê. Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê çima nikarin biçim Îmraliyê. Çima saziyên erka wan heye nikarin biçim Îmraliyê? Ev rewşek keyfî ye. Divê li her derê ev yek bê vegotin û ji bo rêya Îmraliyê bê vekirin bêtir nerazîbûn û îtîraz zêde bibe. Divê li her derê bê gotin ku ev yek şaş e. 19 salin bê hiqûqiya herî mezin tê kirin. Sedema vê yekê ji ber bê hestiyarî û bertekên kêm in. Divê teqez Girtîgeha Îmraliyê bê girtin." 
 
‘GIRTÎGEH MERHEMA DEWLETAN Û ÇEKA DESTHILATDARAN E'
 
Prz. Ercan Kanar jî mijara “Nirxandina Rejîma Îmraliyê ya Rojane dibe ya bi Feraseta Hiqûqa Navneteweyî re" parve kir û got: "Tecrîd êdî bûye korîdora mirinê. Divê em her dem banga 'Bila Ocalan azad bibe' zindî bikin." Kanar anî ziman ku pergala li Îmraliyê xistine meriyetê armanc dike ku taybetiya kes bisar bîne û beden û hişe wî bihilîne û wiha got: "Miriyên civakî pêş xistin. Girtîgehên Tirkiye hewl dide cudahiyan tevan bike tirk. Girtîgeh mahrema dewletan û çeka serdestan e. 
 
DIVÊ OCALAN SERBEST BÊ BERDAN
 
Kanar, herî dawî xwest Ocalan serbest bê berdan û wiha bi dawî kir: “Ji derxistina Ocalan a Sûriye heta îro hemû tişt li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Bi awayekî korsan hat revandin. Ne di hiqûqa navxweyî de û ne jî di hiquqa navneteweyî de cihê revandina korsan tune ye. Wê demê hemû hêzên navneteweyî û hiqûqnas li hemberî vê yekê bêdeng man. Divê ji bo Îmraliyê êdî dengekî bilind bê derxistin. Îmralî wekî laboratuvara tecrîdê xistin meriyetê. CPT di sala 2017'an de jî hat Tirkiye, li gelek girtîgehan lêkolîn kir. Lê neçû Îmraliyê. Di vê yekê de para DMME, CPT û Sonseya Ewropa jî heye. Her tişt polîtîk e. Ev mijarên ku em dikin jî polîtîk in. Divê tecrida li ser Ocalan tê meşandin êdî bi dawî bibe. Divê êdî Ocalan serbest bê berdan. Divê her em em daxwaza ku Ocalan bê berdan û azad bibe zindî bihêlin." 
 
Parlamentera HDP'ê Mizgin Irgat, jî bal kişand ser astengiyên li pêş pîrozbahiya 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna Ocalan û got: "Di pîrozbahiya rojbûna Ocalan de jî hiqûqa Îmraliyê pêk anîn." 
 
Forum bi mijara “Têkiliya Pirsgirêka Kurd a bi mekanîka darbeyê re û Derfetên Çareseriyê" berdewam dike. 

Sernavên din

09/04/2018
09:05 'Ji bo pêşerojek xweş em destûr nadin Nukleerê'
09:05 Çîftyurek: Ger ku em rûhê Newrozê daxin kolanan tecrîdê bişkê
Piroglu: Demokrasî dê bi azadiya Ocalan pêş bikeve
09:04 Duzgoren: Kurd dê li Sûriye û Rojhilata Navîn bibin mifteya çareseriyê
09:00 ROJEVA 09'Ê NÎSANA 2018'AN
08:27 Bi fuzeyan êrîşî balafirgeha leşkerî ya Sûriye kirin
08:17 Birayê Haci Lokman Bîrlîk hat binçavkirin
07:58 Maşîna leşkeran li Bazîdê qelibî: 9 leşker birîndar bûn
08/04/2018
18:30 Akademîsyenên Kolanan li Malên Gel dersa piştevaniyê da
17:43 Şêniyên Helebê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
17:27 Baydemîr: Mafê Kurdane heye li Bakur parlementoya xwe ava bikin
15:33 Prz. Ballikaya: Girtîgeha Îmraliyê bigirin
14:50 Îsmaîl Arslan li warê xwe hat definkirin
14:34 Îdîaya tîmên ‘Xencer’ û ‘Bayrak’ sewqî herêmên operasyonê kirin!
14:16 HRW: Tirkiye Efrînê talan dike
14:02 Buldan: Divê yekîtiya kurd pêk be û kongreya neteweyî bê lidarxistin
13:48 Lingê Sûavî yê 4 salî ku maşîna zirxî ya polîsan lê xist, jê kirin
12:56 Walîtîyê li Colemêrgê 30 herêm qedexe kirin
12:19 Gunana çalakiya xwe ya rojiya mirinê ya li dijî tecrîtê bi dawî kir
12:02 Di Cejna Paskalyayê de daxwaza aştî û kêfxweşiyê kirin
12:01 Li dijî talankirina xwezayê Yekîtiya Ekolojiyê
10:15 Asayîşa Zaxo vegera Êzîdiyan a kampê asteng dike
09:56 DAIŞ’ê li Kerkûkê êrîş kir: 3 kuştî, 3 birîndar
09:28 Li 4 bajaran qezeyên trafîkê: 4 mirî, 38 birîndar
09:26 Ji bo Heskif û Sûrê li 20 welatan çalakiyên hemwext
09:26 Prof. Kaptanoglu: ‘Qirkirina akademiyê’ veguherî rewşeke şênber
09:25 Paylan: Bi baca welatiyan alîgirên AKP’ê dewlemend dibin
09:24 Adiyaman: Dozger bûne serokê AKP’ê yên navçeyan
09:23 Lêkolîner Şîmşîr: Li Dersimê navê mêran li gelek ziyaretên jinan hatiye kirin
09:22 Mavioglu: Demekê Gulen, niha jî AKP bela xwe di rojnamevanan dide
09:21 Parlementerên Mêrsînê: Em ê nehêlin Akkûyû bê çêkirin
09:20 Rênçberên Wanî: Qedexeyan rakin
09:19 Sûlava Bêgirê ji ber HES’an ne geş e
09:18 'Bi girtina rojnameyan dixwazin çav û devê me bigirin’
09:00 ROJEVA 8'Ê NÎSANA 2018'AN
07/04/2018
19:10 Onder: Ocalan çi got pêk hat
17:00 Çalakiya li Cenevre bi dawî bû: Bila NY soza xwe pêk bîne
16:59 ‘Azadiya raman û çapemeniyê, wêneyê welatekî vedibêje’
15:31 Heyeta HDP’ê li gel Mesûd Barzanî civiya
15:29 Meclîsa Kantona Efrînê civîna xwe li dar xist
15:03 Xwişka Turkoglu: Em têkoşîna xwe bêtir xurt bikin
14:58 Li Îzmîr û Denîzlî 15 kes binçav kirin
14:49 Rapora ATK a girtiyê nexweş Sari dema sewqkirin winda kirin
14:28 Aqûbeta Buttanri pirsîn
14:11 Kanar: Divê em her dem daxwaza azadiya Ocalan bikin
14:03 Ciwanan Berzanî û Tirkiye şermezar kirin
13:43 Starta 1’ê Gulanê li Evraza Kazanci hat dayîn
12:55 Girtiyê nexweş ê 66 salî jiyana xwe ji dest da
12:14 Turk: Ocalan ji bo aştiya gelan kedek mezin da
11:58 Mihrîcana fîlman a Yilmaz Guney tê lidarxistin
11:58 Çîpras bang li Enqerê kir: Jiyana mirovan nekin amûrê şantajê
11:57 Temellî: Çawa we aramiyê li Tirkiyeyê nehişt, we aramiyê li Efrînê jî nehişt
11:47 2 kes li Wan û Kopê hatin girtin
11:26 Jin ked û çanda xwe dîtbar dikin
11:24 Berteka li dijî 22 rojnamegeran: Hûn nikarin me bêdeng bikin
11:12 Waniyan ji bo Erdogan got: Yê vîna me nas nake em jî wî nas nakin
10:52 Wênesazên Mahabadî li Amedê pêşangeh vekirin
10:43 Nehiştin zava daweta xwe bibîn e
10:27 Aydogan: Kuştina akademîsyenan encama esasgirtina îxbartiyê ye
10:15 Sûretvanên Başûr: Rêzefilmên tirk boykot bikin
10:08 UNESCO’yê îtirazî projeya Geliyê Dîcleyê kiribû, lê hêj daran dibirin
09:06 Şêniyên Mêrsînê: Bila Mêrsîn jî nebe Fukuşîma û Çernobîl
09:06 Hêj jî madena ku bû sedema mirina 8 karkeran tê xebitandin
09:05 Serokê RSF’a Almanyayê Mihr: Bi tayînkirina qeyûm asta çewisandinên li ser çapemeniya kurd kifş e
09:04 Serokê ATK’ê ji girtiyên kor re got ‘Rapor min eleqedar nakin’
09:04 Abdullatif Şener: Têkiliyên navneteweyî li ser berjewendiyan bi rê ve diçin
09:03 Bi roj karê înşatê, bi şev helbest dinivîsîne
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2018'AN
08:41 Li Çelê 2 leşker mirin
06/04/2018
16:53 'Em li dora Ocalan bibin yek'
16:43 Şandeya Birîtanî li Qamişlo sazî ziyaret kirin
16:37 Xebatkarên çarpxanê yên girtin sewqî Girtîgeha Sîlîvrî kirin
16:18 2 cerdevanên derketin operasyonê birîndar bûn
16:16 3 zarokên Kobanê bi mayîna TSK'ê jiyana xwe ji dest dan
15:36 Ozmen: Dixwazin Tahîr Elçî bidin ji bîr kirin
15:23 Karkerên taşeronê yên ji kar hatin avêtin dest bi çalakiya rûniştinê kirin
15:21 Nûçegîhana JINNEWS'ê 8 roj in di bin çavan de ye
15:19 Caferî: Divê Enqere leşkerên xwe ji Efrînê vekişîne
15:18 Rojbûna Ocalan li Êlihê hat pîrozkirin
14:58 Xwediyê imtiyaza Ozgurlukçu Demokrasî û midûrê karê nivîsan girtin
14:50 HDP'ê rewşa girtiya 73 salî birin meclîsê
14:25 Li dijî girtina rojnamegeran bertek: Nikarin ser heqîqetê bigirin
14:17 Pirtûka ‘Hapishanelere Esinti Yollayalim’ nedan rojnamegerê girtî
13:54 Bîlgen: Zanîngeha Osmangazî cewherê OHAL'ê ye
13:47 Hevşaredara Dêrsimê Altun bernedan
13:16 Parêzerên Demîrtaş daxwaza berdanê Demirtaş kirin
12:50 Ji bo Sûr û Heskîfê banga çalakiyê: Em di 28'ê Nîsanê de dakevin qadan
11:51 Malbatan cara 70'yemîn xwestin biçin Îmraliyê
11:40 Dozger xwest xwediyê Îmtizayê û midûrê nivîsê yê Ozgurlukçu Demokrasî bê girtin
11:30 'Bi Akkuyu Tirkiye dê bêtir bi Rûsya ve bê girêdan'
10:56 TGS: Rojnameger dîsa di hedefê de ne û dixwazin nûçeyan tune bikin
09:10 Li Colemêrgê dema komkirina pincarê ye
09:09 Li Wanê qedexe tenê ji bo muxalefetê derbasdar e
09:09 Xwînerên Welat û Ozgurlukçu Demorkasî: Em ê li pey weşangeriya azad bin
09:08 Parêzer Şen: Mesele bi xesandinê safî nabe
09:08 Li Tirkiyeyê girtiya nexweş 7 mehin li benda dixtor e lê...
09:08 Ji sûcê şopa tiliyê beraet kir
09:07 ‘AKP tenê bi alên xwe li Amedê heye’
09:07 Tekiner: Ji bo îktîdar ji dest wan neçe bi ser jinê de diçin
09:06 Alîgirên qeyûm ji ber ‘nelirêtî’ kirine ji peywirê hat girtin
09:06 Ji bo rojnamegerê girtî çîrokê girtiyan nenivîse di bin tecrîdê de ye