KERKÛK - Li Kerkûkê, ciwanan li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bang li hikûmeta Iraqê kirin ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê bêdeng nemîne.
Li Baxçeyê Qeleya Kerkûkê, ciwanan li dijî êrîşê û dagireriya Tirkiyeyê ya li ser herêma Kurdistanê daxuyaniyek dan. Gelek xwendkar û ciwanên Kerkûkî beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê ciwanan Hisên Sebah daxuyanî da û wiha axivî: “Weke tê dîtin Artêşa Tirk a dagirker sînorê Herêma Kurdistanê derbas kiriye û dixwaze li Herêma Kurdistanê operasyonên leşkerî lidar bixe. Derbaskirina sînor ne bi armanca şerê li dijî PKK’ê ye, bi hinceta PKK’ê dixwaze xaka Herêma Kurdistanê hemûyê dagir bikin. Lê li dijî vê dagirkeriyê hikûmeta Herêma Kurdistan û Iraqê bê helwestin.”
‘BERZANÎ ÊRÎŞAN MAFDAR DIBÎNE’
Sabah, da zanîn ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe di rojên derbas bûyî de eşkere kir û wiha got: “Berzamî êrîşên li ser Başûr mafdar dît. Helwesta Serokê hikûmetê weke endamekî Tirkiya faşîst bû. Ji bo wê jî em weke ciwanên Kerkûkê vê helwesta ne exlaqî bi tundî şermezar dikin. Ji serokê hikûmetê re dibêjin ku ji bo xatirê jiyana xwe wisan nêzî nirxên pîroz ên gelê me nebin. Dewleta Tirk û Erdogan dixwazin Împaratoryeta Osmanî ava bikin. Lê divê baş bê zanîn di vê serdemê de dewletek din a weke Împaratoryeta Osmanî wê ava nebe û emê tu carî destûr ê nedin vê yekê .”
‘ÊDÎ BESE JI XIYANETÊ RE’
Sabah, di dawiya axaftina xwe de bang li hikûmeta Kurdisanê, parlamento û Serokomarê Iraqê kirin ku helwest nîşan bidin û wiha bilêv kir: “Divê li hemberî êrîşan kes bêdeng nemînin. Emê heya dawiyê parastina xaka Kurdistanê bikin û li dijî hemû êrîşan helwesta xwe nîşan bidin.”
Piştî daxuyaniyê ciwanan dirûşma “Dagirker derkevin, êdê bese ji xiyanetê re” berz kirin.