WAN – Hevşaredar Zeki Yildiz û Yildiz Çetin ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Payîzavayê hat kirin hatibûn girtin, hatin tehliyekirin.
Hevşaredarên navçeya Payîzava ya Wanê Zeki Yildiz û Yildiz Çetin hatin tehliyekirin. Di dema domandina lêpirsînê de, raporên pêzaniyên yên der barê firina ku ji aliyê şaredariyê ve hatibû vekirin, alîkariya ji bo Vansporê, pêşnûmaya sera û bostanan, malên tenduristiyê, pirtûkxane û hwd. hatin. Di rapora pêzaniyê de hat diyarkirin ku mesrefên ji aliyê şaredariyê hatine kirin, ne derqanûnî ne.
Piştî rapora pêzaniyê, Dadweriya Cezayê Sulhê biryara tehliyekirina hevşaredaran da.