STENBOL – Piştî qeyûm tayînî Çapxaneya Gun û Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiî kirin û dewrî TMSF'ê kirin 22 xebatkaren rojname û çapxaneyê hatin binçavkirin û piştre hatin girtin. 7 rojnameger jî hêj di bin çavan de ne. Rojnamegeran bertek nîşanî girtin û binçavkirina rojnamegeran dan û gotin "Çawa duh çapemeniya azad bombe kirin û nekaribûn bêdeng bikin dê îro jî nikaribin me bedeng bikin."
Di 28'ê Adarê de polîsan bi ser avahiyên Navenda Çapxaneya Gun û Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de girt û desteser kirin. Piştre bi daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê 7'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê qeyûm tayînî Rojnameyê û Çapxaneyê kir. Piştî qeyûmê polîsan bi ser malên rojnaemgeran de girt û 20 xebatkarên çapxaneyê, midûrê karên nivîsan û xwediyê îmtîyazê yên rojnameyê ji di navde 22 kes hatin girtin. Dîsa edîtor û xebatkarên rojnameyê jî di navde 7 kes hêj di bin çavan de ne. Bertek û nerazîbûnên li dijî girtina rojnameger û xebatkarên çapxaneyê berdewam dike. Rojnamegeran diyar kirin ku heta niha bi tu awayî çapemeniya azad bêdeng nekirine û dê ji niha û şûnde jî nikaribin bêdeng bikin.
ŞAHÎN: EM DÊ HER DEM RASTIYAN BINIVÎSIN'
Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkin (ETHA) Semîha Şahîn, diyar kir ku di serdema AKP'ê de zextên li ser çapemeniyê zêde bûne û wiha got: "Ewil qeyûm tayînî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun kirin. Piştre xebatkarên çapxaneye hatin girtin. Ji ber ku êdî nikarin xebaten çapemeniyê asteng bikin serî li rêbazên cuda didin. Dixwazin bi tu awayî çapemenî xwe negîne xwînerên xwe. Dixwaze çapemenî xwe negîne gel. Ji ber vê yekê hêzên serdest serî li hemû rê û rêbazan didin. Em jî wekî çapemeniya azad dibêjin zext û astengî çi dibe bila bile em dê her dem rastî û heqiqetê binivîsin. Em dê nivîsandina heqîqetê berdewam bikin.
ÇOKAN: EM BÊN CEM HEV
Rojnameger û nûçegîhanê Rojnameya Ozgur Gelecek Murat Çokan jî diyar kir ku êrîş li hemû çapemeniya muxalif e û wiha got: "Çend salên dawî ye hemû muxalifa civakî di hedefa îktîdarê de ye. Li dijî muxalifê êrîşa tevahî hatiye destpêkirin. Divê li dijî êrîşa topyekun em tev bibin yek û li hemberî van êrîşan bi hevre rawestin. Ji ber ku em li dijî şer aştiyê dinivîsin em dibin hedef. Serdegirtin û tayînkirina qeyûm ya Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun binpêkirina mafê bingehîn ê azadiya ramanê ye. Bêyî îfadeya xebatkarên çapxaneyê bistînin ew girtin. Ev yek nîşan dide ku biryar bi temamî siyasî ye. Ji bo ev zextên li ser çapemeniyê bê tesîr bibin, divê hemû weşanên heyî bibin yek. Em wekî xebatkarên Ozgur Gelecek li tenişta çapxane û rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ne."
OZDEMîR: EM DUH BÊDENG NEBÛN EM ÎRO JÎ BÊDENG NABIN
Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Kizil Bayrak Ersin Ozdemîr jî anî ziman ku îktîdarê berê bi hemû rê û rêbazan xwest çapemeniya kurd bêdeng bike û niha rêbaz û çeperên zextên li ser çapemeniyê zêdetir kiriye û wiha got: "Ji ber ku çapemeniya kurd heta îro bêdeng nebû hêza êrîşan zêdetir kiriye. Desteserkirina çapxaneyê nîşana vê yekê ye. Ev biryarek li dijî heq, hiqûq û zagonan e. Hemû xebatkarên çapemeniyê hedef in. Lê duh em bêdeng nebûn em dê îro û sibê jî bêdeng nebin."
DEMÎRHAN: BERÊ BIRYAR GIRTIN E
Endamê Çapemeniya DÎSK/Basin-Îşê Ali Ergin Demîrhan, jî bertek nîşanî girtina rojnameger û xebatkaren Çapxaneyê da û diyar kir ku ji berê de biryar dabûn û ev biryarek siyasî ye. Demirhan, anî ziman ku hiqûq û dad li gorî prosedurê tev nagere û wiha got: "Em ditirsin ku jibo xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî jî heman tiştî bikin. Ev bê hiqûqî ye. Ev hişmendiya serdema navîn ya ku dijminantiya çapxaneyê dike, minaka faşîzmê bi xwe ye. Naxwaze gel ji rastiyan agahdar bibe. Lê kevneşopiya çapemeniya azad dê vê tariyê belav bike."
OZÇER: EM MECBÛRIN RASTIYÊ JI GEL RE BÊJIN
Editorê P24 Ozgun Ozçer jî anî ziman ku zextên li ser çapemeniyê gelek zêde bûye û wiha got: "Divê em van zextan li ser xwe jî hîs bikin û şêwirmendiya çapemeniya muxalif bêtir xurt bikin. Divê hemû rojnameger û çapemeniya ku xwe di bin kontrola îktîdarê de nebîne divê bibin yek û şêwirmendiyê xur9t bikin."
DURMUŞ: DIVÊ TIRKIYE JI VÊ EYBÊ PAK BIBE
Serokê Giştî yê TGS'ê Gokhan Durmuş jî anî ziman ku demek dirêj e zextên li ser çapemeniyê zêde bûne û xwest Tirkiye xwe ji vê eybê pak bike û wiha got: "Dozger îfadeyên wan regirt û dadgehê biryara girtinê da. Ji binçavkirinê heta biryara girtinê hemû bê hiqûqî ye. Pirsa hûn çima vê pirtûkê çap dikin? Hûn çima rojnameyê çap dikin? dipirsin. Ev li dijî hiqûqê ye. Çapxane ji ber Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî çap kir hat girtin. Bi taybetî ji bo ku pirsgirêkên li herêmê li rojavayê Tirkiye neyê bihîstin çapxane girtin."
BOLTAN: DI SERDEMA OSAMÎ DE JÎ WISA BÛ
Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan, jî diyar kir ku tişta niha pêk tê di serdema Osmaniyan de jî li ser çapemeniyê pêk dihat û wiha got: "Di serdema Osmanî de jî dijminê çapemeniya azad bûn. Azadiya çapemeniyê bi sînor dikirin. Niha jî em dibînin ku zext û tundiya li ser çapemeniyê gelek zêde ye. Ev encama polîtîkayên siyasî ye. Bi astengkirina azadiya çapemeniyê azadiya Tirkiye sê sînorkirin. Dîrokê tu cari destûr neda niha jî destûr nade ku zext bi ser bikevin. Desteserkirina çapxane û rojnameyê li dijî hiqûqê ye. Îktidar kevneşopiya çapemeniya azad dike hedef. Bi tevahî hemû çapemeniya muxalif dike hedef. Berê Musa Anter û gelek rojnamegerên din kuştin. Niha ev zext bêtir berfirehtir bûne. Înternetê dixin kontrola xwe. rojname û çapxaneyê digirin. Qeyum tayîn dikin. Lê tevî her tiştî çapemeniya azad dê xwe û gel bi hevre azad bike."
KîŞîN: BI BOMBEYAN ASTENG NEKIRIN NIHA JÎ NIKARIN ASTENG BIKIN
Rojnameger Turabî Kişin jî anî ziman ku anî ziman ku hefteya borî Ozgurlukçu Demokrasî desteser kirin û bi desteserkirina Çapxaneyê re jî tekane Rojnameya Kurdî Welat êdî nikare çapxaneyê bibîne. Turabî, anî ziman ku nêzî 25 xebatkarên çapxaneya Gun hatin binçavkirin û 20 ji wan hatin girtin û wiha got: "Beyî îfadeyên wan bigirin raste rast şandin dadgehê. Dadgehê jî biryara girtinê da û şandin girtîgehê. Ev di serdema OHAL'ê de tiştekî nû ye. Îro neviyên Musa Anter û şagirtê wî kevneşopiya çapemeniya azad dê ji niha û şûnde jî di nava her şert û mercan de berdewam bikin."