ENQERE – Seroka Giştî ya Egîtîm Senê Feray Aytekîn Aydogan kuştina 4 akademîsyenan a li Eskîşehîrê nirxand û got: “Tiştên qewimîn li şûna hiqûqê esas bigirin, encama esasgirtina îxbartiyê ye.”
Seroka Giştî ya Egîtîm Senê Feray Aytekîn Aydogan kuştina 4 akademîsyenên li Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê hatin kuştin nirxand. Aydogan got: “Ev pêvajo me dixe nava xetereyan.”
'AKADEMÎ HAT TUNEKIRIN’
Aydogan destnîşan kir ku bi taybetî piştî OHAL’ê bi weşandina KHK’yan di asta herî jor de Tirkiye di nêvenga bê hiqûqî ve tê birêvebirin û got: “Akademî hatin tunekirin. Bi salane akademîsyenên têkoşîna demokratîk û zanist li zanîgnehan didin meşandin hemû hatin îxrackirin. Em pêvajoya akademî hatin tunekirin dît. Kuştina 4 akademîsyenan a li Zanîngeha Eskîşehîrê jî nêvenga dawî ya van pêvajoyên bê hiqûq, îxbarî ye.”
'EV PÊVAJO ME DIXE NAV XETEREYÊ’
Aydogan da zanîn ku di pêvajoya OHAL’ê de gelek mamosteyên hatin îxrackirin întîxar kirin, qirîza dil derbas kirin û xwîn çû ser mêjiyê wan û wiha got: “Ev pêvajo me dixe nav xetereyan. Dê ev bûyer dewam bikin. Ji ber ku li qada perwerdehiyê gelek tiştên li dij hiqûq diqewimin.” Aydogan anî ziman ku Tirkiyeyê û cîhanê bi çekkirina takakesî zêde bûye û got: “Akademîsyenek bi çek diçe zanîngehê. Çûyîna akademîsyen a bi çek qet nayê qebûlkirin.”
MA / Selman Guzelyuz