HELEPÇE - Sûretvanên (Şêwekar) Helebçe û Kelarê diyar kirin ku rêzefilmên tirkî yên hatine dublajkirin bandora xirab li ser çanda kurdewarî kiriye û wiha gotin: "Divê rêzefilmên tirkî bên boykot kirin û zêdetir girîngiyê bi huner û rêzefilmên kurdî bidin."
Li Başûrê Kurdistanê bertek û nerazîbûnên li dijî weşandina rêzefilmên tirkî ku bandorê li ser ziman û çanda kurdî dike zêde dibe. Sûretvanên (Şêwekar) herêma Helepçe û Kelarê der barê rêzefîlmên tirk û bandora wan a li ser çanda kurdî ji ajansa ROJNEWS'ê re axivîn. Şêwekarên Helebçe û Kelarê têkildarî bandoriya rêzefilmên tirkî diyar kirin ku rêzefîlmên tirkî bandorek neyînî li ser çanda kurdan dike. Şêwekar Arî Elî yê ji Helebce xwest zêdetir girîngiyê bidin hunera Kurdî û wiha got: "Li Başûrê Kurdistanê weşandina rêzefilmên dublajkirî yên tirkî gelek ziyan gihandiye huner û asta hunermendên kurd. Em daxwazê dikin ku zêdetir girîngiyê bidin bi hunermendên kurd, ji bo pêşxistina asta hunera me û tejîkirina ew bandoriya xirab a bi rêya rêzefilman civaka me kiriye."
EM VALAHIYÊ DIJÎ BIKIN
Şêwekareke din a Helebce Ruxsar Rehmet jî destnîşan kir ku rêzefilmên dublajkirî yên tirkî bi awayekî pir berfireh ketiye nava jiyana hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê û wiha axivî: "Bandoriya xirab li ser çanda kurdî kiriye. Divê weşandina van rêzefilman were rawestandin. Weke şêwekar û hunermend divê em vê valehiya heye ji bo ferdên civakê baştir tejî bikin."
'ÇARESERÎ BOYKOT E
Şêwekarê ji Kelar Serdar Hemîd jî diyar kir ku ji derveyî bandoriya xirab a rêzefilmên tirkî, hunera welatên din ên ewropa jî li ser civaka kurd serdest bûye û got; "Malbat û welatiyên me ji dur ve li wê çand û reftarên bêhêz ku di rêzefilman tên weşandin dinêrin. Lewma gava herî baş ewe ku welatî van rêzefilmên tirkî boykot bikin û hikûmet jî hewldana rawestandina wan bide."