Kekê Kemal Kûrkût: Bila ev Newroz bibe wesîleya edaletê

img
AMED - Ercan Kûrkût ê ku birayê wî Kemal Kûrkût di Newroza Amedê de hat kuştin got: “Meha adarê mehek bi êş û xem e, lê dîsa jî rastiya Newrozê heye.”  
 
Xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ê ji Meletiyê hatibû Newroza Amedê ya 21’ê Adara 2017’an dema dixwest bikeve Qada Newrozê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. 21’ê Adarê salvegera 7’emîn a qetilkirina Kûrkût e. Rojnamevan û edîtorê ajansa me Abdurrahman Gok jî dema kuştina Kûrkût kêlî bi kêlî wêne girtibû. Wêne û dîmenên bûyerê tevî ku şênber in jî doza Kûrkût bi polîtîkaya bêcezahiştinê re dewam dike. Kekê Kûrkût, Ercan Kûrkût wiha got: “Dewlet beriya her Newrozê carek din Kemal qetil dike.” 
 
‘MEHA ADARÊ ÊŞA ME DER DIBE’ 
 
Ercan Kûrkût destnîşan kir ku piştî qetilkirina Kemal ew hemû Newrozan bi xemgînî pêşwazî dikin û wiha got: “Dema meha adarê tê, bi rastî jî hestên cuda bi me re çêdibin. Helbet Kemal jî bû remza Newrozê lê tenê ne Kemal e. Heta niha gelek hevalên me di Newrozan de şehîd bûne. Lê bûyera Kemal ji ber ku li ber çavan dinyayê çêbû, ji bo me rewşek bi êş e. Ji sala 2017’an vir ve êş û xema me zêdetir bû. Ya ku êşa me zêde dike jî dewlet bi xwe ye. Dewlet beriya her Newrozê carek din Kemal qetil dike. Ji bo me kurdan meha adarê mehek bi êş e, birîna me der dibe lê dîsa jî rastiya Newrozê heye.” 
 
‘EDALETA DERENGMAYÎ NE EDALET E’ 
 
Ercan Kûrkût bal kişand ser darizandina kujerê Kemal Kûrkût û wiha axivî: “Piştî 2017’an dewletê ne tawanberek, bersûcek derxist û qaşo darizandinekê dike. Piştî vê darizandinê jî kujer hat berdan. Di her Newrozê de Kemal di nav me de ye. Tu daxwazek me ya edaletê ji vê dewletê nîne. Çimkî darizandinek adilane li holê nîne. Heta niha tu rayedarek nehatiye darizandin. Ji roja ewilî ve baweriya me ya ji bo edaletê tune kirin. Di vê dozê de tenê kesekî ceza girt ew jî rojnamevan Abdurrahman Gok e yanî ew jî ji berk u bûyerê ronî kir. Dema rewş ev be baweriya edaletê bi meriv re namîne. Edaleta ku deren were ne edalet e.” 
 
‘BILA BIBE WESÎLEYA AZADIYA KURDISTANÊ’ 
 
Kûrkût wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji niha şûn ve edalet ku were, dê çiqas ji birînên me re bibe derman. Lê dewletê heta niha her birîna me xwîn kir. Em dixwazin birîna me baş bibe. Dewlet beriya her Newrozê xwê berdide birîna me. Ez hêvî dikim ku wê ev Newroz bibe wesîleya hatina edaletê, mafên mirovan û carek din Kemal Kûrkûtên din neyên kuştin. Ez Newroza gelê kurd pîroz dikim. Bila ev Newroz bibe wesîleya azadiya çar parçeyên Kurdistanê.” 
 
‘KUŞTINA KEMAL REWA DIBÎNIN’ 
 
Parêzerê doza Kemal Kûrkût, Serdar Çelebî jî anî ziman ku Kûrkût di Cejna Newrozê de li ber çavê her kesî û kamerayan bi sîleha dewletê ji aliyê polîs ve hat kuştin û got: “Di kêliya bûyerê de walî ket nava tevgera ku ser bûyerê bigire. Lê ev wisa nebû. Dewletê ji destpêkê ve ket nav hewldanên berovajîkirina bûyerê. Tevî hemû şênberiya bûyerê jî dewletê heta niha tu gavek şênber neavêtiye. Darizandinê bi zanebûn dirêj kirin ku ev bûyer jî bi polîtîkaya bêcezahiştinê re rûbirû bimîne. Yanî kuştina Kemal Kûrkût li gorî hiqûqê dibînin û kuştinê rewa dikin.” 
 
 

Sernavên din

21/08/2023
14:00 Doza Kobanê: Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?
13:26 Piştî 31 salan ji girtîgehê hat berdan
13:15 Du pirtûkên nû yên çîrok û helbestan der çûn
13:14 Hunermend Çiftçî hate binçavkirin
12:52 Li Çiyayê Cûdî dîsa şewat derket
12:42 Ji ber şerê malbatan ê li Bismilê 26 kes hatin binçavkirin
12:07 Malbatek dema diçû hevdîtina li girtîgehê qeza kir
11:57 Li Îzmîrê li pey hev erdhej çêbûn
11:30 Berxwedana karkerên FEDAŞ’ê di roja 13’an de didome
10:18 Li Îtalyayê bi deh hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan hatin ba hev
09:54 Li Rojava amadekariyên ji bo sala nû ya perwerde-hîndekariyê
09:46 Welatiyê li Bilbêsê hatibû binçavkirin hate berdan
09:01 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta 'Ji zikreşiyê îxanet dibare' derket
09:01 Serokê Baroya Wanê: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê tecrîd e
09:01 Dayikên Aştiyê: Divê li dijî şer tevna têkoşîna topyekûn bê avakirin
09:01 Dê, bav û law bi hev re hînî kurdî dibin
09:00 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:52 Hakan Fîdan dê biçe serdana Bexdayê û Hewlêrê
08:28 Li Yozgatê qeza: 12 kes mirin
20/08/2023
23:18 Şewata li Çiyayê Cûdî hat kontrolkirin
20:21 Qetlîama Pirsûsê di meha 97’emîn de ye: Em ê têbikoşin
20:06 Polîsan li Edeneyê ‘ewlehiyê’ wek hincet nîşanî rêveberên HDP û Partiya Çep dan!
19:44 Xwedîgiravî ew jina hewl daye êrişî HDP’ê bike dîn e!
19:27 Li Bismilê du malbatan şer kir: Kesek mir û 23 kes birîndar bûn
19:22 Li Dîlokê greva karkeran didome: Karker li dijî vê pergalê ne
17:03 Ji bo Girtîgeha Amedê bibe ‘Muzeya Mafên Mirovan’ kampanya tê destpêkirin
16:37 Li tersxaneyê şewat derket 10 karker jê bandor bûn
16:15 Di êrişa dewleta tirk de 2 leşkerên rejîma Şamê hatin kuştin
16:14 Li dijî avahiya HDP’a Edeneyê hewldana êrişê
15:42 Akin: Divê em li dijî tecrîdê, hiqûqê biparêzin
14:52 Qurbaniyên Komkujiya Dîlokê hatin bibîranîn
14:29 Li Newala Hespistê şewat derket
13:13 Li Dîlokê avahiyeke pirxesar hilweşiya: Operator di bin kavilan de ma
12:40 Cezayekî mîna xelatê dan ‘melayê’ pedofîlî parastî
11:30 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
10:25 Lêkolînên li herêmên şewatê: Kurdistan bêdaristan dimîne
09:47 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
09:38 Dorpêça li Bilbêsê didome: Gel nikare biçe nav baxçeyên xwe
09:07 Ji ber 'wêne' ceza li girtî Baltaci hat birîn
09:04 CPT: Tecrîd li dijî hiqûqê ye!
09:02 Rejîmê car din Geşt-i Îrşad daxist qadê: Jin li ber xwe didin
09:00 ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2023'YAN
19/08/2023
20:00 Leşkeran êriş bir ser bîranîna Bazo Yilmaz
18:36 Kesê êrişî tabeleya HDP'ê kir endamê 'ulku ocaklariyê' ye
17:12 Daxuyaniya der barê qeyûman de: Em ê memûrên dewletê bişînin Enqereyê
16:49 Dayikên Aştiyê yên Mêrdînê: Ji zextên li ser dayikan re bes e
16:16 Cerdevanê tecawizkar hat girtin
16:15 Ji bo Kişanak serî li wezaretê dan
16:14 Malbata Şenyaşar serdana TMMOB’ê kir
15:50 Gundê Qerhêta 9 roj in bêceyran e
15:34 Berdana girtiyê 30 salî Akay tê astengkirin
15:15 Bilbisê 22 roj in di dorpêça leşkeran de ye: Kesek hat binçavkirin
15:08 Ji bo girtiya nexweş Semîran Çakir banga berdanê hat kirin
14:27 'Em bi we re ne Dayikên Şemiyê'
14:07 28 sal in xeber ji Hecî Ehmed nayê girtin
14:01 ‘Hûn çiqas qeyûman tayîn dikin bikin, em ê dîsa hevşaredarên bijêrin’
13:43 Êrişa li dijî tebelaya HDP’ê li Bazidê hat şermezarkirin
13:33 Eren: Girtîgeh bûne navendên îşkence û xerabiyê
12:34 Bîra sondajê ya leşkeriyê ava çem herimand
12:17 Destên Dayikên Şemiyê ji paş ve hat kelemçekirin û hatin binçavkirin
11:59 Dê ji bo bîranîna keça xwe 40 hezar dar deyne
11:46 Rêveberê Dêrê: Tûgaya Tolhildanê ya Tirk gefa kuştinê li min xwar
11:06 Jinan li Beyrûdê pergala hevserokatiyê nîqaş kirin
10:56 Şewata li Hênê hat vemirandin
10:09 Ciwanan li Rihayê 'şerê taybet' nîqaş kirin
09:46 Serokê ÎHD’a Amedê Yilmaz: Tecrîd dibe sedema zêdekirina binpêkirinên mafan
09:01 Darbeya qeyûm a duyemîn: Deyn zêde bûn, li holê bi navê xizmetê tiştek tune
09:01 ‘Encamên hilbijartinê hezm nekirin, Bedlîsê kirin hedef'
09:01 'Efrîn bi awayekî fiîlî bi Hatayê ve hatiye girêdan'
09:01 Kesên ji ber çekên kîmyewî jehrî bûne wekî 'sermagirtinê' hatine tomarkirin!
09:00 ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2023'YAN
18/08/2023
22:21 DEDAŞ’ê li Hezexê ceryana 6 gundan birî
22:00 Tirkiyeyê li Helebê êrişî wesayîtekê kir
20:51 Li gor TurkTelekomê JINNEWS ne li gor 'Profîla Malbatê' ye!
20:44 Şewata li Hênê didome
18:56 Li Elbakê cerdevanê ku dest dirêjî jinekê kir hat binçavkirin
18:51 Lijneya Jinan a HDP'ê qeyûm şermezar kirin
16:29 Piştgiriya ji bo Malbata Şenyaşar hate astengkirin
16:22 Li Îdirê êrişa li dijî HDP’ê hat protestokirin
16:09 Yuksekdag bertek nîşanî biryara parastina lêzêdekirî da: Ma nû hate bîra we?
15:57 Rapora Binpêkirinên Mafan a Girtîgehên Marmarayê: Tiştên diqewimin bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye
15:03 Li Hezexê birîna avê hate potestokirin
14:21 Xetereya li ser jiyana girtiyê ku krîza derbas dil kir berdewam dike
14:16 Rejîma Îranê ber bi salvegera qetilkirina Jîna Emînî ve zextên xwe zêde kir
13:59 Çalagan: Em ê di di 8-9'ê îlonê de konferansa jinan li dar bixin
13:38 DYA’yê mueyîde li du komên paramîlîter ên Tirkiyeyê ferz kir
12:32 Kaya ji dosyayê beraet kir lê ji bo li peywira xwe venegere lêpirsîneke nû vekirin
12:23 Malbata ku ji hevdîtina lawê xwe yê girtî vegeriya qeza kir: Dayika girtî jiyana xwe ji dest da
12:05 Girtiyê bi nexweşiya epîlepsiyê ketiye tevî cezayê wî qedeyaye jî bernadin!
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Li Germencikê derbarê îşkenceya polîsan de lêpirsîn hat destpêkirin
11:12 Li Amedê dê li dijî tiryakê kampanya bê destpêkirin
10:44 Faîl Mûsa Orhan hê jî serbest e: Daraz bialî tevgeriya
10:42 Girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê mehê carekê derdixin revîrê
10:18 Mizrakli: Qeyûm garnîzonên mudaxileya bîr û çanda siberojê ne
09:56 Xerabeyên erdhejê yên li Musolarê hêj nehatine rakirin
09:15 Şewata li Çiyayê Gabarê her ku diçe berfireh dibe
09:06 Parêzera kesên ku li Peyîndasê hatine girtin: Armanc çavtirsandina gundiyan e
09:05 'Li girtîgehên tîpa S'yê tecrîd bi awayekî eşkere tê pêkanîn'
09:04 Jiyana wan di nava zeviyan û konan de asê maye