STENBOL - Serokê RSF’a Almanyayê ya Christian Mihr bertek nîşanî girtina xebatkar û rojnamevanên Ozgurlukçu Demokrasî û Matbaaya Gunê da û got: “Tayînkirina qeyûm nîşan dide ku li Tirkiyeyê êrîşên li hemberî çapemeniya kurd di kîjan astê de ne.” Koordînatorê Bernameya Ewropa ya Article ya 19’an Georgia Nash jî, diyar kir ku rojnamevanên kurd nayên destekkirin û got: “Çi ji destê me bê em amade ne.”
Çend roj berê 17 saziyên navnetewî bang li rayedarên Tirkiyeyê kirin ku demildest xebatkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê û Matbaaya Gunê bên berdan. Ji van saziyan Rojnamegerên Sînornenas (RSF) û Article 19, bertek nîşanî girtina xebatkarên matbaayê û girtina rojnamevanan dan. Serokê RSF’a Almanyayê Christan Mihr û Koordînatorê Bernameya Ewropa ya Article ya 19’an Georgia Nash, mijara azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê nirxand.
Christian Mihr, bertek nîşanî firotina Koma Medya ya Doganê û bi tayînkirina qeyûm destserkirina Ozgurlukçu Demokrasiyê û girtina xebatkarên wê da. Mihr got: “Firotina Koma Medya ya Doganê tê wateya ku li Tirkiyeyê di warê çapemeniyê de piralîbûn qediyaye. Çimkî piştî firotin çapemeniya berbelav hemû ya ji aliyê hikûmetê ve yan jî ji aliyê kardêrên dos Erdogan ve bi awayekî neyekser tên kontrolkirin. Her wiha desteserkirina Ozgulukçu Demokrasiyê jî tiştekî dine. Tayînkirina qeyûm nîşan dide ku li Tirkiyeyê êrîşên li hemberî çapemeniya kurd di kîjan astê de ne.”
‘NEMAZE JÎ ÇAPEMENIYA KURD TÊ BÊDENGKIRIN’
Mihr, der barê ku ji bo çi hikûmet serî li rê û rêbazeke wisa daye jî, diyar kir ku Serokomar Erdogan hewldana darbeye wekî “firsendeke dîrokî” dîtiye û got: “Hikûmet jî li gor vê yekê tev geriya. Piraniya rojnamegerên niha li Tirkiyeyê tên darizandin, dev ji darbeyê berde tu têkiliya wan bi darbeyê re tune ye, lê belê hîn jî di bin navê şer de bi tawanbariya ‘terorê’ tên darizandin. Ev yek di rewşa çapemeniya kurd û hin mînakên din de bi awayekî aşkere û beriya hewldana darbeye ji zûv de des pê kiribû. Lê belê aşkere ye ku hikûmeta tirk hewl dide ku giravokên dawîn ên der barê nûçegihaniya rexneyî jî bêdeng bike.”
Mihr, anî ziman ku çapemeniya kurd di pêvajoyeke çewîsner re derbas dibe û got: “Li Tirkiyeyê çapemeniya kurd û hin saziyên çapemeniyê yên din platformên nîqaşê yên siyasetê berpêş dikin, lê belê niha tê xwestin ku ev bên bêdengkirin.”
Her wiha Mihr, destnîşan kir ku ew rêxistinên çapemeniyê yên navnetewî û RSF’ê li Tirkiyeyê dozên gelek rojnamevanan dişopînin. Mîhr, diyar kir ku ji ber darizandinê gelek rojnamegvan ji Tirkiyeyê diçin û ew alîkariya wan dikin. Mihr, bi lêv kir ku ew ê bêtir dozê li hikûmetên Ewropayê bikin ku rewşa rojnamevanan baştir bikin û bi ser Tirkiyeyê ve biçin.
‘BILA ROJNAMEVAN ZANIBIN KU EM PIŞTEVANIYA HEVDU DIKIN’
Mîhr diyar kir ku tevî her tiştî jî li Tirkiyeyê rojnamevan karê xwe didomînin û ev yek girîng e. Mîhr got: “Ligel hemû çewisandin û rîskan jî, li Tirkiyeyê hîn jî gelek rojnamevan ji bo azadiya çapemeniyê bi biryarî têdikoşin û ev yek zaf bandorker e.” Mihr, destnîşan kir ku divê hevpîşeyên me ji bîr nekirin ew tiştên li Tirkiyeyê diqewimin dişopînin û ew rojnamevanan destek dikin.
‘CIHÊ ŞIK Û GUMANÊ YE’
Koordînatorê Bernameya Ewropa ya Article ya 19’an Georgia Nash, diyar kir ku di demên dawî de ew li Tirkiyeyê bûne şahidên gelek tiştan. Nash, bi lêv kir ku tekane sedema van çewisandinên li ser çapemeniyê ew ku, çapemeniyeke yekdengî bê avakirin. Nash, anî ziman ku bi tayînkirina qeyûm desteserkirina Ozgurlukçu Demokrasiyê û binçavkirina xebatkarên wê cihê şik û gumana ye. Nash, destnîşan kir ku êdî mirov pir hindik dikare bibêje ku li Tirkiyeyê rojnameyên serbixwe hene. Nash, got ev yek jî ev yek rê li ber agahdarkirina civakê digire.
‘ROJNAMEVANÊN KURD NAYÊN DESTEKKIRIN’
Nash, diyar kir ku YE ji bo Deniz Yucel bi awayekî çalak tev geriya, lê belê dema mesele dibe rojnamevanên kurd poltîkayeke bereksê vê yekê xwe dide der. Nash got: “Rojnamevanên kurd ên li bajarên kurdan di rewşên zax talûke de rojnamevaniyê dikin nayên destekirin. Gelek ji wan girtî ne. Herî dawî qeyûm tayînî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat kirin. Belê di mijara Yucel de biryardar bû, çimkî ew Alman bû.”
‘ÇI JI DESTÊ ME BÊ EM Ê BIKIN’
Nash, diyar kir ku di warê binpêkirina çapemeniyê de Tirkiye ji bo wan mînakeke baş e û got: “Çimkî Tirkiye roleke polîtîk dilîze û li wir tiştên xirab rû didin. Ji ber vê ye ku divê YE, Parlementoya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan serî li nêrînên wan bide û berpêşî Konseya Mafên Mirovan a NY’yê bike. Ji bo dozên ku pir nayên zanîn têkeve rojeva vans aziyên siyasî û darizandin pêk bê, wekî rêxistinên çapemeniyê çi ji destê me bê em amade ne bikin.”
MA / Necla Demir