BALIKESÎR – Girtiyê berasteng Aydin nas bi rapora “înfaza cezayaê wî, ji bo tenduristiya hikumxwar xetere ye” doza berdanê kir. Lê belê bi rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya bereksê vê yekê daxwaza berdanê red kir. Nas diyar kir ku serokê Saziya Tiba Edlî gotiye “Rapor min eleqedar nakin”.
Girtiyê berasteng Aydin Nas ê li Girtîgeha Jimarre a Tîpa T a Bandirma-Balikesîrê tê girtin, ji ber bi tena serê xwe nikare jiyana xwe îdame bike, ji bo cezayê wî bê taloqkirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê serdozgeriyê careke din daxwaza Nas red kir. Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê di sala 2003’yan de rapora astengdariya nedîtinê da Nas. Lê belê li gel vê yekê jî Nas di sala 2013’an de bi tawanbarya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin.
Piştî hat girtin di heman salê de Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Pendîkê ya Zanîngeha Marmarayê raporek da Nas û di raporê de diyar kir ku nikare bi tena serê xwe jiyana xwe îdame bike û divê bê berdan. Nas ev rapor berpêşî dozgeriya komarê kir û xwest bê berdan, lê belê dozgeriyê daxwaza wî red kir. Dû re di sala 2015’an de Desteya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Kocaeliyê rapora “înfaza cezayaê wî, ji bo tenduristiya hikumxwar xetere ye” da Nas. Li ser vê Nas dîsa doza berdanê kir, lê belê serlêdana wî dîsa hat redkirin. Herî dawî Desteya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Bandirmayê di Kanûna 2017’an de rapora ““înfaza cezayaê wî, ji bo tenduristiya hikumxwar xetere ye” da Nas. Li ser vê raporê Nas dîsa serî li dozgeriyê da û xwest bê berdan. Piştî serlêdanê Nas sewqî Saziya Tiba Edlî hat kirin. Raporên Nas ên berê hatin lêkolînkirin û hat diyarkirin ku ji bilî nexweşîna çavê wî tu nexweşîna wî tune ye.
Drapora Saziya Tiba Edlî de, saziyê bal kişand ser raporên Nas ên berê. Her çend di raporên berê de hatibe diyarkirin ku nikare bi tena serê xwe jiyana xwe îdame bike jî, Saziya Tiba Edlî di rapora xwe de derpêş kir ku dikare bi tena serê xwe jiyana xwe îdame bike û Dozgeriya Komarê ya Bandirmayê li gor rapora Saziya Tiba Edlî biryar da û daxwaza taloqkirina ceza ya Nas red kir.
SEROKÊ SAZIYA TIBA EDLÎ: RAPOR MIN ELEQEDAR NAKIN
Nas nameyek şand û di nameya xwe de bertek nîşanî biryarê da. Nas, diyar kir ku Saziya Tiba Edlî bi awayekî bîrdoziyî nêz bûye û careke din daxwaza wî ya taloqkirina ceza hatiye redkirin. Nas, diyalogeke di navbera wî û serokê Saziya Tiba Edlî de çêbû raghand. Nas fot: “Serokê Saziya Tiba Edlî dibêje ‘Tu nikarî ji min re bêjî ez nabînim.’ Min jî got ‘Rapor wisa ne. Raporên desteya tenduristiyê pir zelal in.’ Lê ji min re got ‘rapor min eleqedar nakin.’” Nas, diyar kir ku rapora Saziya Tiba Edlî dibêje dikare bi tena serê xwe jiyana xwe îdame bike, lê belê ev yek ne rast e û got: “Saziya Tiba Edlî di asasê xwe de saziya mexdûrkirinê ye. Hele tu kurd bî, mexdûrkirina te teqez e. Hema bêje muameleya heywanan dike. Henekên xwe bi mirovan dikin. Li hemberî encamên laboratûarê xwe danîna li nedîtinê îjar çî ye? Yanî li gor kêfiyeta wan e. Yanî eger kêfa wan bixwaze dikin. Saziya Tiba Edlî ya saziyeke kêfiyetê ye… Wekî mirovekî ku nabîne, mayîna li girtîgehê îşkence ye.”