* Yek ji avakarê AKP’ê Abdullatîf Şener, nêzîkbûna Tirkiye û Rûsyayê û geşedanên li Sûriyeyê nirxand û got: “Têkiliyên navnetewî di ser berjewendiyên aborî re tên birêvebirin.”
* Girtiyê berasteng Aydin nas bi rapora “înfaza cezayaê wî, ji bo tenduristiya hikumxwar xetere ye” doza berdanê kir. Lê belê bi rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) ya bereksê vê yekê daxwaza berdanê red kir. Nas diyar kir ku serokê Saziya Tiba Edlî gotiye “Rapor min eleqedar nakin”.
* Serokê RSF’a Almanyayê ya Christian Mihr bertek nîşanî girtina xebatkar û rojnamevanên Ozgurlukçu Demokrasî û Matbaaya Gunê da û got: “Tayînkirina qeyûm nîşan dide ku li Tirkiyeyê êrîşên li hemberî çapemeniya kurd di kîjan astê de ne.” Koordînatorê Bernameya Ewropa ya Article ya 19’an Georgia Nash jî, diyar kir ku rojnamevanên kurd nayên destekkirin û got: “Çi ji destê me bê em amade ne.”
* Li Şirnexê 6 neh berê di kana madenê de hezan pêk hatibû û 8 karker jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê wezaretê diyar kiribû ku kana madenê “qaçax” e. Lê belê derket holê ku hîn jî kana madenê tê xebitandin.
* Şêniyên Mêrsînê diyar kirin ku ew santrala nukleerê naxwazin û gotin: “Li şûna ku deshtilatdarî enerjiya alternatîf biafirîne, berê xwe daye avakirina santrala nukleerî. Em naxwazin Mêrsîn jî bibe Çernobîl û Fukuşîma.”
* Buroya Hiqûqê Ya Sedsalê ku parêzeriya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dike dê têkildarî rewşa Ocalan û tecrîa li ser Ocalan tê meşandin li Otela Elite World Otel ya Taksimê sempozyuma bi navê “Pirsgirêka kurd û Polîtîka Hiqûqê ya Tecrîdê" pêk bîne.
* Yek ji helbestkarê herî biçûk ê kurd Ferhat Erîpek ê 19 salî ye. Ji 15 saliya xwe ve helbestan dinivîsîne. Bi karkeriya înşatê debara xwe dike. Erîpek ê ku pirtûka yekem çap kir, niha jî amadekariya çapkirina pirtûka duyem dike. Erîpek got ku ji ber zextên li ser zimanê kurdî du salên dawî ye helbestên xwe bi kurdî dinivîsîne.
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, dê li Navenda Giştî ya partiya xwe Civîna meclîsa Giştî ya partîyê pêk bîne û beriya civînê daxuyaniyê bid8e. (10.00)
*Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê, dê bi tevlêbûna wekilên HDP'ê li Hewraza Taksim Kazanci ya Stenbolê belavokên 1'ê Gulanê yên bi dirûşmeya “Ji Newrozê heta 1'ê Gulanê em dê dîsa bên" belav bikin. (11.00)
* Dayikên Şemiyê ji bo lêgerîna edaletê dê di hefteya 680'an de bi dirûşmeya "Winda diyar in faîl li ku ne? li Qada Galatasarayê çalakiya şemiyê berdewam bikin. (12.00)
* Komîsyona windayan a ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên windayan dê di hefteya 478'an de çalakiya “Bila winda bên ditin, kujer bên darizandin" li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê berdewam bike. (12.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê di hefteya 315'an de ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarayê "Rûniştina F" pêk bîne. (13.30)
* Xebatkarên TV10 a bi KHK'ê hat girtin, ji bo televîzyona wan bê vekirin dê çalakiya xwe di 79'an de li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (14.00)
* Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê li Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê pêk bînin. (18.00)