COLEMÊRG - Li navçeya Çelê ya Colemêrgê di teqîna mayinê de Efserê Serçawîş Tolga Pehlivan û Çawîşê Pispor Anil Yalap mirin. Leşkerek jî birîndar bû.
Duh li navçeya Çelê ya Colemêrge li ser sînorê Herêma Kurdistana Federal teqîn pêk hat. Di teqînê de 2 leşker mirin û leşkerek birîndar bû. Dema leşkerên derdiketin operasyonê, mayîn bi maşîneyek leşkerî de teqîya. Di teqîna mayînê de Efserê Serçawîş Tolga Pehlivan û Çawîşê Pispor Anil Yalap mirin. Leşkerek jî birîndar bû. Leşkerê birîndar bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Efser Tolga Pehlivan şandin Navçeya Bafra ya Samsûnê. Cenazeyê Çawîşê Pispor Anil Yalap jî şandin navçeya Kofsaz a Kirklareliyê.