WAN - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê bi boneya 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan civîn pêk anî û tecrîta li ser Ocalan nirxand. Di civînê de xwestin li dora Ocalan bibin yek.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê bi boneya 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan civîn pêk anî û tecrîta li ser Ocalan di civînê de hat nirxandin. Civîn li salona dawetê hat lidarxistin û pankarta "Civîna bi kombûna gel re" hat daliqadnin. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan, Hevserokên DBP’ê yên Wanê Ayla Tarhan, Okkeş Kawa, Endama Meclîsa DBP’ê Semîra Kût, ji Parêzerê Bîroya Hiqûqê ya Sedsalê Parêzerên OHP’ê, Aktivîstên TJA, Înîsiyatîfên Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî civînê bûn. Di civînê de Hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede axivî û rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir. Dede, bal kişand ser heqîqeta Ocalan a derxistî holê û wiha got: “Niha Rojhilata Navîn di rewşeke nû de ye. Niha li gorî rewşê çareserî di felsefeya Ocalan de heye. Ji bo wê Ocalan bû hedefa hemû hêzên dagirker û pêvajoya komployê hat destpêkirin. Hê jî ev komplo berdewam dike."
KÛT: OCALAN DIKARE VÊ ÇARESER BIKE
Dûre endama Meclîsa DBP’ê Semîra Kût axivî û wiha got: “Niha ramanên Ocalan dikare xistimîna li tevahî cîhanê bide vekirin. Ocalan gotibû wê di demeke nêz de kaoseke mezin pêk were, niha em vê rewşê dibînin. Li Rojhilata Navîn ev kaos heye. Yekane çareserî Modernîteya Demokratîk e. Kapitalîst Modernîte têk çûye.
KOKLU: TECRÎD NE TAKE KESÎ YE CIVAKÎ YE
Ji Buroya Hiquqa Sedsalê Parêzer Serbay Koklu jî wiha got: “Helwesta li dijî Rêzdar Ocalan ne li dijî tenê kesekê ye. Çawe ku Plana Şark Îslahat li dijî gelê Kurd bu îro jî tecrîd heman tişte. Li Îmraliyê tecrîdeke take kesî nine, bi rastî jî hemû welat veguherandine girtîgehê.” Koklu rapora CPT rexne kir û wiha domand: “Di sala 2016’an de hewldana derbeyê û derbeya dijber pêk hat. Niha di pêvajoyek wiha de di 2 salan de gelek guhertinên hiquqî hatin paşguh xistin û raporekî ku vêya rewa dike hate weşandin. Ev jî belgeyeke ku berjewendiyên hêzên navnetewî radixe pêş çavan e.”
BOTAN: ÎDEOLOJIYA RÊZDAR OCALAN BISER KET
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Lezgîn Botan axivî û wiha got: “Rêzdar Ocalan sistemeke ku hemû cîhanê diguhere û aşitiyê ji gelan re tîne ava kir. Di sîstema Rêzdar Ocalan de hemû kes xwe îfade dike, azad dijî. Ji ber vê sedemê sîstema kapîtalîst ket nava fikaran û ev pêvajoya ku îro em dijîn da destpêkirin. Ji ber vê sedemê divê hemû kes li derdora Rêzdar Ocalan kom bibe. Divê em vêya pêk bînin û em neçarin. Piştî 7’ê Hezîranê sedemê yekemin yê êrîşkirina dewletê serketina HDP’ê ya ku projeya Rêzdar Ocalan bû.”
Civîn piştî pirs û bersivan bi dawî bû.