QAMIŞLO - Şandeya Birîtanî serdana sazî û desteyên bajarê Qamişlo û şervanên YPG/YPJ'ê yên birîndar kirin. Şandeyê anî ziman ku gelê Birîtaniya bi helwesteke erênî bi berxwedana şervanên YPG/YPJ' ê re ye.
Şandeya Birîtanî ku ji Cîgirê Partiya Karkerên Birîtanî Lloyd Russell Moel, Senator Meclîsa Giştî ya Birîtanî Lord Maurice Glassman, Mûdirê Buroya Sendiqeya Navdewletî Simon Dibbing û Mûdîrê Navneda Pêşverû ya kurdî Ibrahîm Dogos pêk tê, serdana saziyên bajarê Qamişlo û birîndarên YPG/YPJ'ê kirin. Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Umer li gel şandeya Birîtanî serdana Komîna Şehîda Remzî ya taxa Xerbî ya Qamişlo kirin. Şande ji aliyê endamên Komîtnê ve hatin pêşwazîkirin. Endamên şandeyê kar û xebatên komînê ji nêz ve şopandin. Endamên komînê kar û xebatên xwe, her wiha hevbeşiya di navbera welatiyan ji şandeyê re şîrove kirin. Paşê şendeyê serdana navenda YPG/YPJ'ê yên bajarê Qamişlo kirin. Şande ji aliyê Berdevka Fermî ya YPJ'ê Nisrîn Ebdulah ve hate pêşwazîkirin. Herdû aliyan mijarên girêdayî Rojava û bi taybet binpêkirinên dewleta Tirk ên derheqê gelê Sûriyê û bi taybet gelê kurd, her wiha komkujiyên ku li Efrînê pêk hatin, nîqaş kirin.
ŞANDE: GELÊ BRÎTANÎ BI ŞERVANÊ YPG-YPJ'Ê RE YE
Cîgirê Partiya Karkerên Birîtanî Lloyd Russell Moel diyar kir ku gelê Birîtanî bi berxwedan û fedekariya YPG/YPJ'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê ku li Rojava pêk hat, re hestyar in. Şandeyê serdanê mala birîndarên YPG/YPJ'ê jî kirin da ku muralê şervanên birîndar bilind bikin. Endamên şandeyê li çîrokên şervanan ên berxwedanê û kêliyên di şer de jiyan kirin, guhdar kirin. Endamên şandeyê jî destnîşan kirin ku ew ê serpêhatî û çîrokên şervanan ên li dijî teroristan re bi gelê Birîtanî, rojname û kovaran re parve bikin.