AMED - Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, diyar kir ku bi nedîtina faîlan, dixwazin Tahîr Elçî bidin ji bîr kirin.
Rêveber û parêzeên Baroya Amedê, ji bo faîlên Tahir Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Mînareya Çar Ling hat kuştin bên dîtin, di hefteya 121’emîn de li ber Edliya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Parêzerên bi cupeyên xwe beşdarî daxuyaniyê bûn pankarta bi kurdî û tirkî “Em te ji bîr nakin” vekirin. Hunermend Metîn û Kemal Kahmaran jê beşdarî çalakiyê vê hefteyê bûn.
Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen di çalakiyê de axivî û wiha got: “Di dosyeya lêpirsînê de hîna tu pêşketin nehatiya çêkirin. Serokwezîrê Demê Recep Tayîp Erdogan digot ‘Li ber peravên Dîcleyê gur jî mih bigire, dibin mesuliyet min deye.’ Tahir Elçî li ber kamerayan di kolanek qerebalix a Amedê de, li ber çavên polîsan hat kuştin. Lê hîna jî faîlên wî nehatin dîtin û darizindin. Em li bendêne ku desthilatdar xwedî gotinên xwe derbikevin. Êdî medyaya navneteweyî nûçeyên lêpirsîna Elçî nabînin. Qeyûman jî navên parkên Tahir Elçî lê hatin kirin, guhertin. Dixwazin Elçî bidin ji bîr kirin. Lê bila hemû kes baş zanibin, emê heya dawiyê doza Tahîr Elçî bişopînin û emê nehêlin bê ji bîr kirin.”
Hunermend Kemal Kahraman jî, diyar kir ku cînayeta Elçî, Musa Anter û Hrand Dînk dişibin hev. Kahraman, da zanîn ku bi dîtina faîlên cînayeta Elçî re, dê pêvajoyek tarî ronî bibe û wiha got: “Heya dawiyê em ê bi Elçî û hevalên wî re dinava piştevaniyê de bin.”
Piştî axaftinan pênç deqe çalakiyî rûniştinê pêk hat.