STENBOL - Xwediyê Îmtiyaza rojnameya Ozgrulukçu Demokrasî ku qeyûm tayînê wê kirin Îhsan Yaşar û Midûrê Berpirsê Karên Nivîsan Îshak Yasul girtin.
Di 28'e Adarê de, li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, 7'emîn Dadgeha Sulhê ya Stenbolê qeyûm tayînî Rojnameya Ozgurlukçu Demorasî û Çapxaneya Gunê kir û dewrî TMSF’ê kir. Di operasyona 28'ê Adarê de Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îhsan Yaşar û Midurê Karên Nivîsan Îshak Yasul jî di navde 27 kes hatibûn binçavkirin. Duh 20 xebatkarên çapemeniyê hatin girtin.
Îro jî Yaşar û Yosul sewqî edliyê kirin. Dozger piştî îfadeya Yasul û Yaşar girtin bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" û "Propaganda rêxistinê kiriye" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Dadgehê bi heman îdîayê Yasul û Yaşar girtin.
Navê 7 xebatkarên rojnamê yên di çarçoveya operasyonê di şeva 4’ê Nîsanê de hatin binçavkirin û li Midûryata Polîsan a Vatanê tên girtin wihan e: “Edîtorên rojnamê Mehmet Alî Çelebî, Reyhan Hacioglu û Hîcran Urun, xebatkar Pinar Tarlak, Ramazan Sola û Nedîm Demîrkiran û xebatkarê berê Mehmet Beyazît.