ENQERE - Parlamentera HDP'ê Mizgin Irgat, rewşa pîra 73 salî ya girtî Meles Tekin anî rojeva meclîsê. Bîngol, rewşa Sisê Bîngol û Meles Tekin ji wezîrê dadê Abdulhamît Gul pirsî.
Parlamentera HDP'ê Mizgîn Irgat, der barê rewşa pîra 73 salî Meles Tekîn a li Navçeya Dêrika Mêrdîn hat girtin û rastî 4 sal û 2 meh ceza hat û rewşa Dayika Sîse Bîngol pirsname da Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul.
Irgat di pirsnameyê de ev pirs ji Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul pirsîn:
“* Ji girtina Meles Tekin, agahiya wezareta dadê jê heye? Raydarên midûriyeta polîsan agahî nedaye malbatê. Ev çiqas li gorî zagonan e. Tekildarî vê yekê dê der barê Midûriyeta polîsan de lêpirsîn bê kirin ? Cezayê Meles Tekin li gel ku 2 sal berê hat erêkirin çima heta niha dan rawestandin? Pîra 73 salî Meles Tekin ku xwendin û nivîsandina wê tune ye çima girtine. Ev girtin keyfî ye? Ger ku ne keyî be hûn dê der barê vêyekê de çi bikin? Yek ji heman rewşê rewşa Dayika Sise Bingol e. Ew jî wekî Meles Tekin pîr e û nexweş e. Ji bilî girtinê ma ne pêkan e înfaza wan wekî din bê kirin? Li ser rewşa girtiyên nexweş çi xebata we heye? Şert û mercên ku girtiyên nexweş bên dermankirin çiqas heye?" Pirsî.