ÎZMÎR – Yekîneya gorulmustur.org, Pirtûka Atil Oktay a “Hapishanelere Esinti Yollayalım” ji rojnamegerê girtî Ziya Ataman re şand. Lê bi hinceta “Rayedarên dewletê biçûk dixe" nedan Ataman. Girtî Sedat Avci jî diyar kir ku kartpostalên ji wî re hatine şandin nedane wî.
Koma gorullustur.org, pirtûka Adîl Oktay, a "Hapishanelere Esînti Yolayalim" ji Rojnameger û nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) Zîya Ataman ê li Girtîgeha Tîpa M a Wanê re şand. Lê rayedaran pirtûk bi hinceta "Rayedarên dewlete bi çûk dixe" neda Ataman û pirtûk desteser kir. Pirtûk di sala 2016'an de hatibû weşandin. Pirtûk serdema ku li Girtîgehan Tîpa F diha avakirin û nameyên girtiyan nivisandibû hatibû çapkirin. Yekîneyê gorulmustur.org dîsa kart ji Sedat Avci yê Girtîgeha Tîpa T a Kayseri re şand. Lê Sedat Avci diyar kir ku kartpostala jêre hatiye şandin nedane wî. Avci, anî ziman ku karta ku wêneyê zarokekî li Sûrê hatiye kişandin ji wîre hatiye şandin nedane wî.
Rayedarên girtîgehê jî têkildarî mijarê diyar kirin ku rayedarê berpirsiyar tune ye û pirs bê bersîv hiştin.