Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hat eşkerekirin

STENBOL - HDK, Tifaqa Ked û Demokrasiyê û rêxistinên sivîl ên civakî li Stenbolê deklarasyona Newrozê eşkere kirin. 
 
Newroza îsal ku dê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” bê pîrozkirin, diyarî qurbaniyên erdhejê tê kirin. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Tifaqa Ked û Azadiyê gelek saziyên sivîl li Stenbolê ji bo deklarasyona Newrozê li Otela Elit World a li Taksîmê civîna çapemeniyê li dar xistin. Deklarasyon bi pêşengiya HDK’ê hat ragihandin. 
 
Di civîna ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û gelek kes amade bûn de Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr deklarasyona Newrozê xwend. 
 
Daxuyaniya bi sernavê “Em bi Agirê Newrozê ber bi Azadiyê Dimeşin" wiha ye:
 
"Newroz, di serî de gelê kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê sembola vejînê ye. Newroz cejna vejînê ye ji bo gelan. 
Newroz jiyan e, azadî ye. Newroz serkeftina Kawayê Hesinkar e li dijî Dehaqê zalim. 
 
Gelên me bi hezaran salan e bi vê hişmendiyê Newrozê pîroz dikin. Newroz rojeke têkoşînê ye û gel tê de ala xwe ya serhildanê li hemberî zalim, dîktator û yek-zilamiyê bilind dikin. 
 
Wekî her sal îsal jî Newroz ji bo gelên me mizgîniya hêviyê û agirê azadiyê ye. Di gel vê yekê, em Newroza 2023yan di nav şert û mercên cuda de pêşwazî dikin. Du erdhejên ku di 6ê Sibatê de li Mereşê çêbûn, mixabin bûn sedema wêrankariyeke mezin. Bajarên me, gundên me û qadên me yên jiyanê hilweşiyan. Me bi deh hezaran canên xwe ji dest dan. Bi deh hezaran welatiyên me birîndar bûn. Êş û hêrsa me pir mezin e. 
 
EM Ê HESAB JI DESTHILHATDARIYÊ BIXWAZIN
 
Bi vê minasebetê em careke din rehmetê ji windahiyên xwe re, sersaxiyê ji merivên wan re û ji gelê xwe re û şîfaya lezgîn ji birîndarên xwe re dixwazin. Welatiyên me yên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, em Newroza îsal pêşkêşî wan dikin. Sedema ku hişt wêrankarî û windahiyên me pir zêde mezin bibin desthilatdariya AKP-MHPyê ye. Ev desthilatdarî ji ber pergala talanker û rantperest ku ev 20 sal in ketiye pratîkê, berpirsyarê vê wêrankariyê ne. Bi rejîma înşaetê ku ava kiriye, bi efûyên xwe yên îmarî yên berî hilbijartinan û ji ber bêkêrhiştina saziyên ku ji bo midaxeleyên karesatan hatine avakirin, ev desthilatdarî sûcdar e. 
Em ê hesab ji vê desthilatdariya zorbe bixwazin ku gelê me terkî qedera xwe kiriye, bi rojan peywirdarek tenê jî nekarî bişîne û bû sedem ku welatiyên me di bin wêrankariyan de bicemidin û jiyana xwe ji dest bidin! Kirinên ku vê desthilatdariyê kirine, ew ê qet û qet ji wê re nemîne! 
 
TÊKOŞÎNA HEVPAR
 
Ev qonaxa dîrokî ku em tê de ne, ji her hêlê ve berpirsyariyeke girîng dide ser milên hemû derdorên demokratîk. Divê û lazim e ku gel û hêzên demokrasiyê li derdora vê berpirsyariya dîrokî bibin yek û îradeya têkoşîna hevpar derxin holê. Desthilatdariya AKP-MHP hemû beşên civakî û demokratîk ji xwe re dike hedef. Tehemûla wê ji hewleke herî însanî û demokratîk re jî tune ye. Bi zext û hêzeke şîdetê ya tund berê xwe dide daxwazên demokrasî û azadiyê. Bi vê yekê hewl dide ku hemû beşên civakê serkut bike û berdewamiyê bide desthilatdariya xwe ya zextker û destpotîk.
 
EM Ê BI SER BIKEVIN
 
Lê belê em ê li hember vê pergala zilmê qadên Newroza 2023yan veguherînin qadên têkoşînê. Em ê li her derê ji Amedê heta Stenbolê, ji Aydinê heta Qersê, ji Îzmîrê heta Antalyayê, ji Enqereyê heta Colemergê li hemberî vê desthilatdariyê meydanê bixwînin. Qadên Newrozê dê bibin qadên wisa ku hêrs dê bibe hêvî. Ev Newroza me ya îsal dê bibe Newrozeke wisa ku em ê Dehaqên zalim bişînin zibildanka dîrokê. Kawayên Hesinkar dê desthilatdariya AKP-MHPyê hilweşînin. Hêzên ked, azadî û demokrasiyê dê di hilbijartinên 2023yan de vê desthilatdariya yekperest hilweşînin. Newroza 2023yan dê bibe navnîşana hêviyê. Em ê tev bi hev re tê bikoşin, tev bi hev re bi ser bikevin. 
 
NEWROZ REMZA VEJÎNÊ YE
 
Newroz sembola vejînê ye û ew ê îradeya avakirina ji nû ve derxe holê. Îradeya guherîna demokratîk a welêt dê di qadên Newrozê de xwe bide nîşandan. Mîlyonan kesên li qada Newrozê dê li şûna feraseta navendperest û yekperest daxwaza Komara Demokratîk bikin ku bi meclisên xwe ji pirsgirêkên xwe re çareseriyan ava bikin. Îradeya li qadên Newrozê dê rêya têkoşîna li dijî faşîzmê nîşan bide. Qadên Newrozê dêli hember tecrîd, jinkujî, talana ekolojîk û feqîriyê bibin dengê azadiyê. Divê em ji bîr nekin ku em li ber pêvajoyeke wisa ne ku em ê bikarin gelek destkeftiyên mezin bi dest bixin. Em ê vê pêvajoya pêşiya xwe bi vê hestyarî û zanebûnê pêşwazî bikin û serkeftineke serdemî û demkî na, serkeftineke dîrokî dê bibe para me. Li ser vê esasê, em bang li hemî kom û kesan dikin ku bi berpirsyariyên siyasî û civakî yên pêwîst rabin û ked û têkoşîneke wisa bidin ku ji bo gelên me siberojeke azad û demokratîk di ser her tiştî re bigire. Desthilata rantperest, despotîk û dijminê gel a AKP-MHPyê ku mirov di bin kavilan de hiştin, ev yek berpirsyariyeke civakî ye ku em wan bi zelzeleyeke siyasî ya heta niha nedîtî bişînin zibildanka siyasetê. Em bi vê bawerî û bibiryariyê Newrozê pêşwazî dikin. Newroz mizgîniya biharê ye. Nîşaneya hatina biharê ye. Newroza 2023yan jî dê mizgîniya bihara gelan bide. Dehaqên zalim dê nekarin hatina biharê asteng bikin. Pergala zilm û pêkutiyan dê here. Bihara gelan dê were. 
 
BER BI AZADIYÊ VE 
 
Ji bo ku em qadan tijî bikin bi ruhê yekitî û hevgirtinê ku di dema erdhejê de derketibû holê û ji bo ku em canên xwe yên windakirî bi bîr bînin, ji bo ku bihar bibe para tevahiya civakê û ji bo ku li derdora agirê Newrozê em dengê edalet û aştiyê bilind bikin, em hemî gelên xwe vedixwînin Newrozê û bi dirûşmên ‘Her Der Newroz, Her Dem Azadî’ û ‘Bi Agirê Newrozê ber bi Azadiyê’ ve em ê Newroza xwe ya 2023yan pîroz bikin. Bijî Newroz!” 
 
 
 

Sernavên din

11/08/2023
13:12 Di 5 rojan de 11 cenazeyên leşkeran anîn Colemêrgê
12:34 Vezîr Kaya piştî 30 salan hate berdan
12:32 Meclisa Şaredariya Mûşê biryar da ku ‘deynan bi deynan bide’
12:25 Hunermend Diyar: Em dikarin bi hevgirtinê dawî li tecrîdê bînin
12:05 Lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Yalçinkaya hate bibîranîn
11:52 DAIŞ’ê êrişî rejîma Şamê kir: 23 leşker hatin kuştin
11:29 Malbatan ji bo çûna Îmraliyê serlêdan kirin
11:29 Di doza êrişa li dijî avahiya AKP’ê de ceza hate erêkirin: Yekitiya dewletê xera bû!
11:00 Elewî hemwelatiya hevpar dixwazin
10:19 Kamaç: Dixwazin diyanetê bikin parçeyeke dozên siyasî
09:54 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
09:45 Parêzer Yilmaz: Binpêkirinên li girtîgehan didomin divê gel bihestiyar tevbigere
09:06 Cotkar: Serokê MHP’ê li TMO’yê şebeke ava kiriye, heqê me dixwe
09:06 Înfaza Kapan ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hate taloqkirin
09:05 Cadeyên li Colemêrgê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatine girtin 7 sal in nehatine vekirin
09:03 Welatiyên Wanê: Şer bidin sekinandin, tecrîdê rakin
09:01 Çiyayê Gabarê ku 30 sal in qedexe ye bi hinceta dîtina petrolê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2023'YAN
08:56 Li Mêrsînê serdegirtinên malan: 11 kes hatin binçavkirin
08:53 Leşkerek di şer de hate kuştin
08:29 Ji bo motorînê zem hate kirin
08:28 Ciwan li Marsîlyayê daketin qadan: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tavilê bidawî bikin
10/08/2023
21:39 Li Meletiyê bi pileya 5.3 erdhej çêbû
18:02 DEDAŞ’ê li Serêkaniyê ceyrana 7 gundan birî!
17:16 Di roja 3’yan de navber dan Doza Kobanê
16:34 Li Hênê erdhej çêbû
15:57 Li nexweşxaneyê pirsgirêka klîmayê: Nexweş xwe li ber vantîlatorê hênik dikin
15:43 Namzetê serokatiyê yê Ekvadorê Villavicencio hate kuştin
15:19 Li Rojava hewza ava vexwarinê hate bombebarankirin
15:17 KESK: Em ê li dijî pergala hewl dide fatûreya krîzê li kedkaran bibire têbikoşin
14:49 HPG’ê têkildarî ‘pevçûnan’ daxuyanî da
14:32 Hejmara leşkerên bi ‘gulebarana tacîzê’ de hatine kuştin derket 6’an
14:26 13 kesên li Taksîmê dolar belav kirin hatin binçavkirin
13:37 Esad: Tirkiye sedema terora li Sûriyeyê ye
13:36 Rêveberiya Xweser: Divê hêzên navneteweyî dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bînin
13:34 Nobeta li dijî tecrîdê bi koma 5’emîn didome
12:48 Li Mêrdînê ji bo veguhestinê careke din zem hate kirin
11:29 Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:25 Nameyên girtiyan bi hinceta ‘ewlehiyê’ tên desteserkirin
11:14 Danişîna rojnamevan Orûç dê 14’ê îlonê de were lidarxistin
11:13 Malên kesên ji Serêkaniyê hatine koçberkirin tên desteserkirin
10:54 Li gundê Bilbêsê ku bombebaran lê didome tank hatin sewqkirin
10:45 TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 9.6’ê
10:36 Cihê waliyê ‘qedexeker’ ê mizgeft firotî hate guherandin
09:37 Hevdîrektorê MLSA’yê Ok: Biryara MKM’ê hemû hunermendan eleqeder dike
09:14 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 5’an
09:13 Çanda elewiyan derbasî arşîva dîjîtalê dibe
09:11 ‘Di sala 1938’an de mirov niha jî xweza tê qetilkirin’
09:10 Rewşa girtiyê nexweş Nebîoglû di xetereyê de ye
09:08 Li Colemêrgê garantiya jiyanê nîne!
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Pêdiviya Tirkiyeyê bi Abdullah Ocalan heye
09:00 ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2023'YAN
09/08/2023
23:24 Li Efrînê 13 kes hatin qetilkirin, 208 hatin revandin
21:33 Ciwanan li dijî tecrîdê banga hevgirtinê kirin
21:05 Li Zapê 3 leşker hatin kuştin
21:00 Zarokekê di qezayê de jiyana xwe ji dest da
20:11 Îtîraza li dijî girtina rojnamevan Arslan hate redkirin
18:15 Balafireke dewleta tirk li Silêmaniyê wesayîtek bombebaran kir
18:04 Rojnamevan Huseyîn Denîz li ser gora xwe hate bibîranîn
16:29 Kişanak piştî merasîma cenazeyê xwişka xwe birin girtîgehê
16:28 Doza Kobanê: Ji şêweyê siyaseta HDP’ê aciz in
15:56 Li Wanê panela tecrîdê: Dixwazin Ocalan bidin jibîrkirin
15:34 Mîhdî Ozturk 30 sal piştre hate berdan
15:17 Bartin xwest tecrîda li Îmraliyê bê lêkolînkirin
14:53 Esad: Ez ê hevdîtinê li gorî şertên Erdogan dixwaze nekim
14:51 Karkerên FEDAŞ’ê çalakî li dar xistin
14:34 HDP: Têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyartiyeke dîrokî ye
14:16 Asim Sûltanoglû li Rihayê hate protestokirin: Biryara tayînkirinê betal bikin
14:03 Ji Koma Hevra strana ‘Dîcleya Zelal’
13:44 Doza Kobanê: Agahiya di mutalaayê de rast nîne
13:00 Komên paramîlîter êrişî Eyn Îsayê kirin: 2 jê zarok, 3 kes hatin qetilkirin
12:45 Li Îtalyayê keştiya penaberan noqî avê bû: 41 kes mirin
12:21 Çoltarê gundê Bilbêsê hate bombebarankirin
12:21 Ji ber ‘ava lîmonê’ doz li siyasetmedarê jin hate vekirin
11:52 Karkerê di teqînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
11:32 DEPSAŞ’ê gefa birîna ceyranê li deyndaran xwar
11:25 Rewşa zarokê ketibû hewza şaredariyê giran e
10:59 Xwişka Gultan Kişanak hate definkirin
10:30 Gundê Til Temirê bi çekên giran hate bombebarankirin
10:27 Li seranserî Kurdistanê dê germahî zêde bibe
10:15 ‘Qutiya reş’ a qeyûmê nelirêtî dikir li ser kar e
10:01 Talankirina ekolojiyê ya bi piştgiriya desthilatê
09:18 Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de 150 kes hatin qetilkirin
09:02 Pirtûka çîroka kurdî ya bi navê ‘Rêzan û Çolo’ derket
09:02 Înfaza Yaşli yê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
09:01 Kordû: Dêrsim nikare bi qedexeyan bê birêvebirin
09:00 Li Cûdî, Besta û Gabarê 3 sal in xwezayê talan dikin: 37 daristan şewitandin û li 67 qadan jî dar birîn
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2023'YAN
08/08/2023
23:45 Dewleta tirk êrişî 2 gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir
23:39 Ciwan dê ji bo Abdûllah Ocalan çalakiya ‘Rêwîtiya Azadiyê’ li dar bixin
22:35 Aram Tîgran li ser gora xwe hat bibîranîn
22:31 Li Dîlokê 2 polîs bi tiryakê hatin girtin
20:52 Cansiz ê hatibû binçavkirin hate berdan
19:21 Pêşniyaznameya Akbelenê bi dengên AKP’ê û MHP’ê hate redkirin
19:11 Muxtarê bertek nîşanî qeyûm dabû ji peywîrê hate wergirtin
18:56 Gultan Kişanak dê tev li merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe
18:46 Hatîmogûllari: Armanca şewatên li Cûdî çêkirina zêdetir qereqolan e
18:09 Walîtiyê destûr neda konsera ku teşeyê wê neeciband!
17:26 Metîn Cansiz hate binçavkirin
16:55 Berxwedêrên Dîkmece û Akbelenê çûn serdana Partiya Çepên Kesk