COLEMÊRG - Li Colemêrgê bi hatina biharê re gundî ji bo komkirina pincarê derdikevin serê çiyan û pincarên kom dikin hem dixwin û hem jî li bazarê difiroşin. Gundî bi vî awayî debara mala xwe dikin.
Gundiyên li gundê Mêrgan ê navçeya Çelê ya Colemergê dijîn, bi hatina biharê re derdikevin serê gir û çiyan pincarê kom dikin. Bi helîna berfê re gelek gihayên mîna helîz, kraî, lûş, bîk û kereng zû şîn bûn.
Gundiyên zivîstan xwe di hûndir de derbas kirin, bi hatina biharê re derketin herêmê û pincar kom kirin. Gundî gihayên kom dikin hinekî jê ji bo xwe vediqetînin û hinekî jê jî li bazaran difiroşin. Şêniya gund Hatîce Kiliç, diyar kir ku her salê ji bo giha kom bikin ew şeveqê radibin û berê xwe didin çiyan.
Kiliç, da zanîn ku ji ber komkirina gîha û pincaran li gund dimînin û wiha got: “Em hemû debara xwe bi pincarê dikin. Ji ber vê em ji gund naçin û li gund dimînin. Piştî pincarên me xelas bûn, ji ber qedexeyan em îsal derneketin zozanan. Ji ber wê me di nav zeviyên xwe de fasûlî û kuncî çandin. Em ê payîzê jî genim biçînin. Bi vî awayî em debara xwe dikin.”