WAN – Ji 21’ê Mijdara 2016’an ve Walîtiya Wanê her meh çalakî û şahî li waniyan û saziyan qedexe dike. Qedexe tenê li ser muxalefetê pêk tê. Partî û sendîkayên nêzî desthilatdariyê kengî bixwazin bêdestûr çalakî û şahiyan li dar dixin.
Piştî îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) li Wanê ji 21’ê mijdara 2016’an ve hemû çalakî û şahiyên li bajêr ji aliyê Waliyê Wanê ve tên qedexekirin. Hemû serlêdanên ji bo destûra çalakî û şahiyan ji aliyê Walî û qeymeqamên navçeyan ve tên redkirin. Hemû qad li çalakî û şahiyên saziyên civakî yên sivîl û partiyên muxalefetê tên qedexekirin. Lê her qad û kolan ji bo çalakî û şahiyên saziyên nêzî desthilatdariyê bêdestûr pêk tên û li gorî dilê xwe tev digerin. Nûnerên saziyên civakî yên sivîl li dijî qedexekirina çalakî û şahiyan nerazîbûn nîşan dan.
‘FERQA QEDEXEYAN HEYE’
Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Wanê Murat Melet diyar kir ku qedexeyên bi hinceta OHAL’ê dixin meriyetê li gorî her aliyê diguhere û got: “Saziyên muhalîf mexdûrên dustandardiya desthilatdariyê ne. Di navbera qedexe û dorpêça li Kurdistanê û rojavayê Tirkiyeyê de cudahî heye. Ji bo herêmê polîtîkayên taybet tên lipêşxistin. Di bingeha van polîtîkayan de jî qedexeyan pêk tînin. Ev qedexe li dijî dengê aliyên muxalîf dixin meriyetê û qedexeyan dirêj dikin. Ev yek jî ramanên feraseta yek perestiyê derdixe holê. Hemû çalakî û şahî ji bo me qebhet in, lê STK û partiyên nêzî desthilatdariyê çi demê dixwazin çalakî û şahiyan li gorî dilê xwe li dar dixin.”
‘TEHAMULÎ MUXALEFETÊ NAKIN’
Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Bedrî Yamaç jî anî ziman ku çeka herî mezin a di destê saz û rêxistinên kedê û demokratîk de daxwaza demokrasiyê ye û bi vî awayî dengê xwe yên demokratîk digîhînin raya giştî. Yamaç wiha got: “Ev du sal e desthilatdarî hemû çalakî û şahî li me qedexe kiriye. Hemû çalakiyên saziyên sivîl di çarçoveya daxwaza demorasî û aştiyê de pêk tên. Lê tehamulî tu dengê muxalîf nakin. Çawa ku tehamulî dengê demorkatîk nakin, bi heman awayî jî civakê ditirsînin û zextan dikin. Qey ew dibêjin dê xwe bi vî awayî bigîhînin serkeftinê, lê xwe dixapînin. Hêrsa gel gihîştiye asta veqetînê. Hemû çalakî û şahiyên me qedexe dikin, lê ji çalakiyên sendîka û partiyên xwe re astengiyan dernaxin. Ev jî duritiyê dide nîşandan. Her tişt li me qedexe ye û her tişt ji bo wan rewa û serbest e.”
‘BERIYA OHAL’Ê JÎ DIXWESTIN SAZIYAN DEMOKRATÎK BÊDENG BIKIN’
Seroka Şaxa Genel-Îş’ê ya girêdayî DÎSK’ê ya Wanê Emîne Bozkurt jî destnîşan kir ku beriya rewşa OHAL’ê jî desthilatdariyê dixwest hemû çalakî û şahiyên saziyên civaka sivîl ên demokratîk bêdeng bike û wiha got: “Her meh Waliyê Wanê qedexeyên îlan dike, mafê me yê çalakiyên demokratîk asteng û qedexe dike. Li dijî vê bê hiqûqiyê mafê her sazî û her kesekî heye ku çalakiyên demokratîk ên protestoyê li dar bixe. Lê ev du sal e desthilatdariyê vî mafê me desteser kiriye û nas nake. Bi rastî jî mirov li dijî vê pir bi hêrs in.”
‘NE ROJNAMEYEK Û NE QADEK HIŞTIN’
Hevserokê Şaxa TUM-BEL-SEN’ê ya girêdayî KESK’ê ya Wanê Şukru Kaçici jî diyar kir ku bi OHAL’ê re jiyanek wek a girtîgehê dijîn û got: “Li Wanê bi hezaran mirov hatin îxrackirin. Em nikarin vê rewşê jî protesto bikin. Çimkî bi tu awayî destûrê nadin çalakiyên me. Li welat medya nehiştin. Ne rojnameyek dê dengê me ragihîne û ne jî qadek hiştin. Niha hin sendîka li Wanê kengê û çawa bixwazin dikarin çalakiyan li dar bixin. Lê bi tu awayî destûr nadin çalakiyên KESK’ê.”
MA / Mujdat Can