STENBOL - Girtiya nexweşiya pençeşêra tiroîdê Zeynep Kayra 7 mehin li benda dixtor e, lê nayê dermankirin. Di nava 7 mehan de tenê carekê randevû stend wê carê jî neşandin nexweşxaneyê. Keça Zeynep Kayra Rûken Tusun bertek nîşanî helwesta rayedaran da û got: “Bi zanebûn dayika min terkî mirinê dikin." Prz. Nurettin Kuzu jî got: “Kayra, di 7 mehan de tenê carekê randewû girt, wê carê jî neşandin."
Zeynep Kayra ya li Girtîgeha Jinan a Tîpa L a Bakirkoyê girtî ye û bi nexweşiya pençeşêra tiroidê ketiye, ji ber ku nayê dermankirin tenduristiya wê her ku diçe xerab dibe. Kayra di 28'ê Îlona 2017’an de bi îdîaya “endama rêxistinê ye" hat girtin. Îdîanameya Kayra di 22'ê Sibata 2018’an de hat qebûlkirin. Tevî Kayra 20 kesên hatin girtin dê yekem car di 10'ê Gulanê de derkevin pêşberî dadger. Kayra ku beriya bê girtin ji ber nexweşiya xwe di 2016’an de bi tîrêjan dihat dermankirin, ji ber ku li girtîgehê nayê dermankirin tenduristiya wê her diçe xerab dibe. Di 7 mehên girtîgehê de tenê carekê randevû girt, wê carê jî ew neşandin bijîşk. Keça Zeynep Kayra Rûken Tusun û parêzerê wê Nurettin Kuzu der barê tenduristiya wêde agahî dan.
Tusun, anî ziman ku dima dayika wê hat binçavkirin û girtin hêj nû li zanîngehê qeyda xwe çêkiribû û wiha got: "Piştî dayika min hat girtin ez niha li 2 xwişk û birayê xwe dinerim. Hem jî diçim zanîngehê. Dayik û bavê min cuda ne. Xwişk û birayê min 10- 11 salî ne. Pişti dayika min hat girtin polîsên sivîl vê carê min bêzar dikin. Polîs tê mala me û hewl dide xwişk û birayê min bidin axaftin. Bêyî destûra dozger tê mala me. Zextan li ser me dikin. Polîs hem zextan li ser me dike û hem jî li ser xwediyê xanî dike ku me ji xanî derxin. Li ser vê yekê xwediyê xanî jî xwest me derxe."
‘TENDURISTIYA DAYIKA MIN PIR XERAB E'
Dayik Zeynep Kayra di nava 7 mehan de tenê carekê randevû stend wê carê jî neşandin nexweşxaneyê. Keça wê Ruken Tusun jî bertek nîşanî helwesta rayedaran da û got: “Bi zanebûn dayika min terkî mirinê dikin. Rewşa tenduristiya diya min ne baş e. Dadgehê eslê rapora dayika min xwest. Tevî ku me bir jî lê nenerî. Niha rapora orjînal li cem me tune ye. Ez serdana dayika xwe dikim. Lê rewşa diya min her ku diçe xerab dibe. Nikare ezman bibîne. Nikare biçe nexweşxaneyê. Nayê dermankirin. Her çend bijîşk dixwazin dayika min li cihê girtî nemîne jî dayika min 7 mehin li girtîgehê hewayê nastîne. Her dem bê hal û westiyaye. Ji ber dermanên didin wê kîloyên wê zêde dibin. Divê her dem sporê bike. Lê li girtîgehê şertê dayika min sporê bike tune ye. Pençeşêra li qirika wê dest pê kiriye ji ber strese dê li hemû bedena wê belav bibe. Em dixwazin dayika min bi awayekî baş bê dermankirin û şert û mercên dermankirinê bên peydakirin. Em dixwazin ji bo dayika min karibe derman bibe serbest bê berdan."
Prz. Nurettin Kuzu jî der bare Kayra de agahî da û wiha got: “Kayra, di 7 mehan de tenê carekê randewû girt, wê carê jî neşandin. Ji ber ku nasname spartin wê Kayra ev yek qebûl nekir. Girtî nasname û kelepçeya ku dispêrin wan qebûl nakin û vê yekê li dijî rûmetê dibînin. Ji ber ku Kayra kelepçe û nasnameya dispêrin wê qebûl nekir ew neşandin nexweşxaneyê.
Kuzu, anî ziman ku divê muwekila wî bê dermankirin û wiha got: "Kayra ji roja hatiye girtin heta niha tedawiya wê nehatiye kirin û nebirine nexweşxaneyê. Ji ber ku bi tîrêjê tê dermankirin ji tedawiyê bêpar dimîne. Divê ji 3 mehan carekê bê dermankirin. Lê niha ji mafê tenduristiyê bêpar tê hiştin."
MA / Sadiye Eser - Melike Ceyhan