AMED – Rojnamevana Nedîm Turfent ê di Girtîgeha Wanê de ye, nameyek şand û diyar kir ku hîn jî di odeyeke yekkesî de tê ragirtin. Turfent di nameya xwe de destnîşan kir ku wî bi îdareyê re hevdîtin çêkiriye, lê îdareyê jê re gotiye: “Eger em te ji odeya yekkesî derxin, tu yê her roj nûçeya kesekî çê bikî, çîroka wan binivîsînî.”
Nûçegihanê DÎHA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Nedîm Turfent ku di 13’ê Gulana 2016’an de hat girtin û 8 sal û 9 meh ceza lê hat birîn, ji Girtîgeha Wanê nameyek şand û diyar kir ku ew di odeyeke yekkesî de tê girtin. Turfent, bi lêv kir ku wî gelek caran bi rayedarên saziyê re hevdîtin çêkirine, lê belê rewşa wê nehatiye sererastkirin û got rayedaran j re gotiye: “Eger em te ji odeya yekkesî derxin, tu yê her roj nûçeya kesekî çê bikî, çîroka wan binivîsînî.”
Turfent di nameya xwe de ev tişt gotin: “Di 26’ê Nîsana 217’an de ez anîm Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê. (Di vê navê de heta niha 5 caran hatime sirgûnkirin). Ji wê rojê ve ye 11 mehin di odeyeke yekkesî de me. Hemû hevalên me di odeyên asayî de ne, lê belê her çi be vê muameleye bi min dikin. Têkildarî mijarê min bi rayedarên saziyê re gelek caran hevdîtin çêkirin. Lê bersiva wan ev bû: ‘Eger em te ji odeya yekkesî derxin, tu yê her roj nûçeya kesekî çê bikî, çîroka wan binivîsînî!’ Di asasê xwe de ez li cihê kesên cezayê ‘muebeta giran’ li wan hatiye birîn têm ragirtin. Ji ber ku min ji vir dernaxînin, me pismamê min anî cem in. Em 3 heval, ez , pismamê min û hevalekî ji Erzinganê derdikavin hewadariya hevpar. Lê belê dema deriyên hewdariyê tên girtin em di odeyeke ku sê gav in dimînin. Hema bêje zêdeyî nîviyê rojê wisa derbas dibe. Di vê pêvajoyê de heta Adarê ez nikaribûm tev li çalakiyên wekî sporê bibim, lê êdî dikarim.”
‘PÊDIVIYA ME BI KOVAR, PIRTÛK Û ROJNAMEYÊN ÎNGULÎZÎ HENE’
Turfent, destnîşan kir ku ew dema xwe ji bo xwnedin-lêkolîn û wêjeyî xerc dike û niha îngilîzî hînî herdu hevalên li cem xwe dike. Turfent, diyar kir ku pêdiviya wan bi kovar, rojname û kovarên îngilîzî hene.