EDENE – Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hat girtin Metîn Alataş ê li Edeneyê hat kuştin, hat bibîranîn.
Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat bi KHK’ê hat girtin Metîn Alataş ku di 4’ê Nîsana 2010’an de bi dareke porteqalan ve bi awayekî daliqandî hat dîtin, li Goristana Kuçukobayê li ser gora xwe hat bibîranîn. Malbata Alataş, xebatkarên çapemeniya azad, HDK û gelek kes tev li bîranînê bûn. Gora Alataş bi wêneyên wî û flamayên kesk û sor û zer hatin xemilandin. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir.
Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Mûrad Karakaş, destnîşan kir ku ji bo mîrateya ku Alataş hiştiye ew ê ligel hemû astengiyan û qeyûman jî bitêkoşin. Karakaş, anî ziman ku Alataş dema rojname belav dikirin hatiye kuştin û di dest wî de tenê rojnameyên ku belav dikirin hebûn. Karakaş got: “Em ê têkoşîna Alataş dewam bikin.”