STENBOL - 20 kesên xwediyê Çapxaneya Gun a qeyûm tayînê wê hat kirin jî dinavê de hatin girtin.
Piştî qeyûm tayînî rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun hat kirin, di çarçoveya vê lêpirsînê de 23 xebatkarên rojname û çapxaneyê hatibûn binçavkirin. Ji 23 kesan 20 kes derxistin Edliya Çaglayana Stenbolê. Dozger her 20 kesan jî bi îdiaya “Bi zanebûn û xwestin alîkariya rêxistinê kirin” sewqî 11’emîn û 12’emîn Dadgehên Cezayê Sulhê kirin.
HEMÛ GIRTIN
11’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê, xebatkar Cumalî Oz, Mehmet Kadîr Ozkan, Mursel Demîr, Ozgur Bozkurt, Suleyman Guneş, Muhammed Ozkan, Oguz Selman Kelekçîler û Kemal Daşdogen bi heman îdîayê girtin.
12’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê jî bi îdîaya “Endamên rêxistinê" û “Propagandeya rêxistinê kirin” xwediyê Çapxaneya Gun Kasim Zengîn û xebatkarên çapxanê Erdogan Zamur, Cemal Tunç, Îhsan Sînmîş, Îrfan Karaca, Kazim Goçer, Mehmet Emîn Sumelî, Musa Kaya, Sadettîn Demîrtaş, Necat Hîzarcî, Polat Arslan û Mahmut Abay girtin.