ESKÎŞEHÎR – Li Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê hîndekarek bi çekê êrîşî akademîsyenên zanîngehê kir û 4 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê (ESOGU) hîndekarê bi navê Volkan B. êrîşa çekdarî pêk anî. Di êrîşa çekdarî ya hîndekar Volkan B. de Alîkarê Dekan Mîkaîl Yalçin, Sekreterê Faklteyê Fatîh Ozmutlu, hîndekar Yasîr Armagan û Aligirê Doç. Dr. Serdar Çaglak jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Êrîşkar Volkan B. ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Der barê êrîşê de lêpirsîn hat destpêkirin.
REKTOR ÊRÎŞÊ PIŞT RAST KIR
Rektorê Zanîngehê Prof. Dr. Hasan Gonen jî êrîşê pişt rast kir ku ji aliyê hîndekarê wan Volkan ve pêk hatiye û 2 alîgirên dekan û 2 hindekarên wan jiyana xwe ji dest dane û sersaxiyê xwest.