STENBOL – 8 xebatkarên Çapxaneya Gun a ku qeyûm tayîn kirin, hatin girtin. Îfadeyên 12 xebatkaran jî didome.
Piştî qeyûm tayînî ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun hat kirin, di çarçoveya vê lêpirsînê de 23 xebatkarên rojname û çapxaneyê hatibûn binçavkirin. ji 23 kesan 20 kes derxistin Edliya Çaglayana Stenbolê. Dozger her 20 kesan jî bi îdiaya “Bi zanebûn û xwestin alîkariya rêxistinê kirin” sewqî 11’emîn û 12’emîn Dadgeh Cezayê Sulhê kir.
8 KES HATIN GIRTIN
11’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê, xebatkar Cumalî Oz, Mehmet Kadîr Ozkan, Mursel Demîr, Ozgur Bozkurt, Kemal Daşdogen, Suleyman Guneş, Muhammed Ozkanû Oguz Selman Kelekçîler bi heman îdiaya da girtin.
Îfade girtina 12 kesan jî li 12’emîn Dadgeha Cezayê Giran didome.