AMED - Polîsan du pastefiroşên ji bo pîrozbahiyên roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn avahiya HDP’ê binçav kirin berdan û paste jî li Midûryeta polîsan ma.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna PKK’ê Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsanî de sparîşa paste dan. Du pastefiroşên xwestin pasteyê bînin avahiya HDP’ê, bi hinceta “Îxbar heye” ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Polîsan du pastefiroş birîn Midûryeta Polîsan û dest danîn ser pasteya HDP’ê sparîş kiribû. Polîsan du pastefiroş berdan û paste li Midûryeta Polîsan hiştin.