Li herêma erdhejê xizmeta tenduristiya hevişîner tune ye

img
HATAY - Endamê MK’a TTB’ê Dr. Onur Karahanci da zanîn ku li herêmên erdhejê hêj niha jî pirsgirêka ava paqij û konan heye û ev tişt anî ziman: “Em li gorî derfetên xwe hewl didin pêşî li ber şewban bigirin. Ji bo ku bi hev re xizmetên tenduristiya hevişîner bikin me bang li wezareta tenduristiyê kir lê bersiv nedan me.” 
 
Di encama erdhejên 6’ê Sibatê yên Mereşê û di erdhejên 20’ê sibatê de li Hatayê bi hezaran avahî hilweşiyan û pirsgirêkên avê û alavên hîjyenê de pirsgirêk hêj didomin. Xebatên rakirina kavilan ên li bajar berdewam in û negirtina tevdîrên pêwîst xetereya nexweşiyên şewbê û absestê mezintir dikin. 
 
Endamê Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Dr. Onur Karahanci bal kişand ser xizmetên tenduristiyê yên hevişîner ên bajar. 
 
AVA PAQIJ PEYDA NABE
 
Karahanci, dibêje; “Heke hêj jî zarokeke dicemide hebe, heke hêjta koneke ku zarok tê de bimîne tune be, heke hêj jî nekarin ava paqij peyda bikin, wê demê hewce nake em têkildarî mafê tenduristiyê biaxivin” û wiha didomîne: “Ev yek tê wê wateyê ku mafê tenduristiyê li holê nîne. Li herêmên erdhejê bûyerên gurîbûnê zêde dibin. Ji bo pêşîlêgirtina vê derman, losyon û melhem tên dayîn lê ji bo van hewceye av hebe. Derfetên peydakirina avê nînin lewma em nikarin van dermanan bidin. Îktîdara ku dibêje ji hêla teknolojiyê ve pir pêş ketine, hêj nikare rê li ber gurîbûnê bigire û avê peyda bike.” 
 
MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ ASTENGKIRIN
 
Bi domdarî Karahanci diyar kir ku ew li dijî nexweşiyên şewbê di nava hewldanên mezin de ne û ev tişt anî ziman: “Ji roja ewil heta niha me hewl da xwe bigihînin hemû herêmên erdhejê. Di hemû erdhejan de me heman bêorganîzetî, sersarî û têrnekirî dît. Tenduristvanên dilxwaz hewl didin tevdîran bigirin. Ji ber toza zêde, ji roja ewil heta niha gel bi giliya pirsgirêkên hilmijînê tên. Niha jî pirsgirêkên çerm dest pê kirin. Bi taybet jî nexweşiyên gurîbûn û spî ketinê zêde dibin. Di jinan de jî bi taybet enfeksiyona vajînal pir zêde bûye. Tevdîrên wê jî pir hêsan in. Ava paqij, bincilên paqij, ped û daşir. Lê ev jî tune ne. Her wiha nexweşiyên kronîk jî zêde dibin. Sedema vê jî xelk nikare xwe germ bike û teniya ji ber darên tên şewitandinin. Em tevdîran digirin ku rê li ber xetereyên wê bigirin.”
 
TEVDÎRÊN LI DIJÎ ABSESTÊ
 
Her wiha Karahanci li dijî xetereya absestê jî hişyarî da û wiha got: “Lewma divê li herêmên erdhejê maske bên bikaranîn. Li dijî absestê me hewl da maskeyan li xebatkaran belav bikin. Divê ev bêpere be û li her devera bajar bê kirin. Dive di dema hilweşandinê de av bê bikaranîn da ku toz ranebe. Lê li vir tiştekî wisa nayê kirin. Kedkarên tenduristiyê li herêmê bi dilxwazî dixebitin. Me ji bo xebateke hevpar bang li wezareta tenduristiyê da lê bersiv nedan. Xetereyeke mezin li ser jiyana gel heye û divê lez bidin xizmetên tenduristiya hevişîner. Divê her kes li ser vê mijarê bisekine. Lewma divê bi rêxistinên pîşeyî û kedkarên tenduristiyê re pêvajoyeke eşkere bê meşandin. Li pêşiya me pêvajoyeke domdirêj heye. Erdhej çêbû û her tişt bi dawî nebû. Bandoreke giran a psîko-sosyal heye û gelek nexweşiyên kronîk bi xwe re tîne. Divê xizmetên tenduristiya hevişîner, zarok, jinên ducanî neyên jibîrkirin û plansaziyeke baş were kirin. Divê em vê yekê bi hev re bikin.” 
 
MA / Eylem Akdag - Mujdat Can

Sernavên din

01/08/2023
22:31 Li Colemêrgê nan hate zemkirin
21:45 Li Hatayê wesayîta leşkerî qeza kir: 10 leşker birîndar bûn
19:35 Li Îzmîrê û Konyayê erd hejiya
19:30 Li dijî Sefaretxaneya Swêdê ya li Îzmîrê êriş pêk hat: Kesek birîndar bû
19:24 Parlamenter Tanrikulu serdana DFG’ê kir
18:01 Li Geliyê Bêtkarê şerê dijwar diqewime
17:51 Serokatiya Diyanetê daxwaz kiriye ku daxilî Doza Kobanê bibe
17:04 Malbata Şenyaşar serdana Baroya Enqereyê û ÎHD’ê kir
16:23 Endamên HDP’î şaredarê AKP’î protesto kirin û civîn terikandin
15:51 Ingilistanê qirkirina li dijî êzidiyan bi awayekî fermî nas kir
15:03 Li Qoserê du kom bi şer ketin: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
14:51 Li Sêwasê leşkerekî jiyana xwe ji dest da
14:12 Tenduristvanên dev ji kar berdayîn daxwazên xwe rêz kirin
13:42 Doza Kobanê: Hemû dinyayê têkoşîna kurdan pîroz kir lê hûn didarizînin
13:14 Akin: Doza Kobanê encama siyaseta dijminatiyê ye
13:12 AYM’ê vesazkirina HAGB’ê betal kir
12:44 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
12:15 Li Elkê welatiyek hate binçavkirin
11:56 Li Rihayê wesayîta bizirx wergeriya: Polîsek mir
11:54 Di doza Sakîne Kultur de dê kurê wê bê guhdarîkirin
11:03 Rejîma Îranê cezayê hefsê da du rojnamegerên jin
10:54 Li Pekînê lehî rabû. 11 kes mirin û 27 kes jî winda ne
10:50 Bîlançoya meha tîrmehê
10:43 Rejîma Îranê di tîrmehê de 61 kes bi dar ve kir
10:40 Ji bo Toprak vegere ser wezîfeya xwe dê serlêdan bê kirin
10:39 Ketina endamên Koma Îsyan Ateşî ya Dêrsimê hate qedexekirin
10:16 Tehliyeya Îldem ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
10:07 Akbelen dîsa hate dorpêçkirin
09:59 Malbata girtî Barût bertek nîşan da: Em vê zilmê qebûl nakin
09:56 Emekçî: Heke yekitî pêk were neçarin ku kurdan nas bikin
09:39 Ev 9 sal in aqûbeta jinên di Fermana 74’an de hatine revandin nayê zanîn
09:03 Bajarên kevnar ên Heranê
09:01 Xizmên Abdullah Ocalan: Em ji ber rewşa Abdullah Ocalan bi fikar in
09:00 ROJEVA 1’Ê TEBAXA 2023’YAN
31/07/2023
20:25 Şewata li Licê didome
19:34 Altan û Muftuoglû car din bûn hevserokê DFG'ê
19:05 Daxuyaniya ji bo Cûdiyê: Daristanên me jî tên tecrîdkirin
17:46 HDP dê kongreya awarte li dar bixe
17:07 Li Qoserê keyayek ji peywirê hate girtin
17:00 Cezayê disiplînê dan girtiyên ku 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’ bi bîr anîn
16:32 ÎHD’ê rapora xwe ya salane aşkere kir: 29 meh in agahî ji Ocalan nayên girtin
16:23 Li dijî girtiyê nexweş îşkenceya ‘girêka beraz’
15:36 Wesayîta parlamenter Kaya qeza kir
15:22 Bi maşîneyên kar ketin nav zeviyên zeytûnan
15:21 Rojnamevanê girtî Yilmaz: Rojên azad nêz in
14:10 Li Xîzanê qedexeya fîîlî: Dar tên birîn
13:36 Li Îranê 2 kurd hatin girtin
13:29 Mamosteyê ji tecawizê girtî bû beriya biryarê hate berdan
12:26 Mûçeyê kêmtirîn kete bin sînorê birçîbûnê
12:15 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk civiyan
12:04 Serokê TBB’ê li Akbelenê ye: Em gavekê jî bi paş ve neavêjin
11:43 Êrişkarekî din ê Esenyûrtê hate binçavkirin
10:52 Êrişên li dijî Şêrawayê berdewam dikin
10:51 Piştevaniya Mor birînên gel derman dike
10:39 ‘Divê ji Akbelenê heta Cûdî têkoşîn bibe yek’
09:20 Danişîna faîlê Sakîne Kultur sibê ye
09:08 Li Amedê kirê firiyan: Kesên ji bo kirê bidin kredî dikişînin hene
09:03 Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Dîjle: Armanc berbiçavkirina wêjeya kurdî ye
09:02 Eren: Rexne û peşniyar dê şekil bidin siyaseta me
09:01 Karamûs: Divê em li dijî Lozanê bi stratejiya netewî yekîtiya xwe pêk bînin
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
30/07/2023
23:49 Li Elkê ketina 4 herêman hate qedexekirin
23:21 Di êrîşa dewleta tirk de 3 kes birîdar bûn
22:11 Rojnamevan Arslan navnîşana xwe ya girtîgehê parve kir
20:46 ‘Daristan bi polîtîkayên ewlehiyê tên tunekirin’
19:27 Panela Lozanê ya HDK’ê: Pêşengên jiyana nû jinên kurd in
18:35 ‘Paşeroj û pêşeroja gelekê nikare bi peymanekê bê qedandin’
17:45 Li Êlihê di şerê biçek de kesekî jiyana xwe ji dest da
17:21 MYK’yên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dicivin
16:34 HDP’a Stenbolê kongreya xwe ya awarte li dar xist
16:34 HSD’ê îdiayên Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê derewand
16:04 Parêzer Emekçî: Bi komara demokratîk Lozan dikare bêfonksiyon bê hiştin
15:30 Îşkenceya GBT’ê li zarokên ku cilên neteweyî li wan bû hat kirin!
15:11 Li Elkê yek jê jin du kes hatin kuştin
14:04 Ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranin: Ev qetlîam encama polîtîkaya înkarê ye
13:46 Panela sedsaliya Lozanê: Divê peymanek civakî ya nû bê nivîsandin
11:50 Ji êrişkarên dikana tekelê yek hat girtin
11:28 2 sal derbas bûn hê jî piştperdeya qetlîama malbata Dedeogûllari nehatiye eşkerekirin
10:56 Li Qersê otobusa rêwiyan ji pirê ket xwarê: 7 kes mirin 22 kes birîndar bûn
10:55 Navenda Til Rifat hat bombebarankirin
09:33 MÎASÎN li Zarok Ma’yê konserek pirzimanî li dar xist
09:08 Ciwanên Rûbarokê: Îşkenceya leşkeran veguheriye tiştekî kêfî
09:01 Bihuşta veşarî ya Faraşînê: Gola Çalyanê
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
07:52 Helbestkar Dost Çiyayî hat bibîranîn
29/07/2023
21:28 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
19:59 Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn
16:20 Li Nisêbînê 2 kesên din jî hatin berdan
16:15 ÇGD’ê xelat da wêneyê ‘Giraniya kîsekî’
16:02 Li Akbelenê cara duyemîn êriş hate kirin
15:55 Hat xwestin ku 5 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kirşehîrê bên berdan
15:50 Emîne Şenyaşar serdana ÎHD’ê kir
15:37 Ji bo girtiyê nexweş Kûday bang kirin: Bila demildest bê berdan
14:20 ÎHD’a Îzmîrê: Bila faîlên Ferhat Tepe werin darizandin
13:56 Dorpêça li Galatasarayê li gelek bajaran hate şermezarkirin
13:01 Rojnamevan Arslan: Adeta min bi awayek ‘torpîl’ xistin hepsê
12:46 Xizmên Windakiriyan li faîlên Ozalp pirsîn
12:37 Çalakiya Dayikên Şemiyê: Wezîr, walî û qeymeqam sûc dikin
11:55 Darên kevnar ên tên birîn bi kamyonan tên kişandin
11:31 Binpêkirinên li girtîgeha 9 rojan lê hate ragirtin vegotin