STENBOL - Nivîskar Alp Altinors bal kişand ser desteserkirina Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gunê û got: "Ev yek dişibe bûyera 1945'an a Rojnameya Tanê. Wê demê komekê rojname talan kirin û wêran kirin. Çapxaneya wê jî şewitandin. Ev bêhiqûqî û neheqiya herî mezin e. "
Polîsan di şeva navbera 27-28'ê Adarê de bi ser navenda Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gunê de girtin û 27 xebatkarên çapemeniyê binçavkirin. Piştî polîsan bi ser saziyan de girt, rayedarên TMSF'ê di bin parastina polisan de rojname û çapxane desteser kirin. Têkildarî desteserkirina Rojnameyê û Çapxaneyê nivîskar Alp Altinors, nirxandinen girîng kirin.
Altinors, bal kişand ser desteserkirina Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gunê û got: "Ev yek dişibe bûyera 1945'an a Rojnameya Tanê. Wê demê komekê rojname talan kirin û wêran kirin. Çapxaneya wê jî şewitandin. Ev bêhiqûqî û neheqiya herî mezin e. Îktîdarê dest danî ser rojnameyê. Bi vê yekê jî nehat ser qeyûm tayînî çapxaneyê jî kir. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin. Bi vê yekê armanc dike ku çapxaneyên din jî çavtirsandî bike û destûr nede rojnameyên muxalif çap bike. Armanc dike ku rojnameyên muxalif çapxaneyan nebînin. Ev rewş dişibe rewşa Rojnameya Tan a sala 1945'an. komekê çapxaneya wan şewitand û talan kirin. Niha jî heman tişt dubare dibe. "
Altinors, anî ziman ku kevneşopiya çapemeniya azad berê bi dehan caran rastî zextên dijwar hatin û wiha got: "Avahiya rojnameyê hat bombekirin, xebatkarên wê hatin kuştin, hatin revandin, hatin binçavkirin û girtin. Niha raste rast çapxane kirin hedef. Ji ber ku çapxaneyê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî çap kir bû hedef. Bi vê êrîşê dixwazin ku çapemeniya azad bêdeng bikin. Bi vê yekê me dît ku êdî rojnameya kurdî nikare çapxaneyan bibîne û nikare çap bike. Ev yek bêhiqûqî û neheqiya herî mezin e."
Îktîdarê berê Koma Dogan firot şîrketa xwe. Yên ji bo bo Medya Dogan kirin gure gur, îro deng dernaxin.
Altinors, anî ziman ku di salên 90'an degund hatin xerakirin û şewitandin û wê demê tenê rojnameya ku şewata gundan, windakirin, binçavkirin û girtin nivîsand rojnameya Ozgur Gundem bû û wiha got: "Wê demê hovîtiyek gelek mezin çê bû. Tenê rojnameya Ozgur Gundem ev yek anî rojevê. Niha dîsa zext û binpêkirina mafan zêde dibe. Niha tenê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî vê rastiyê dinivîse. Rojnameya ku agahiya rast bide girtîgehan, gundan, bajar û kargeriyan Ozgurlukçu Demokrasî ye. Ji ber vê yekê ew jî desteser kirin."
Altınors, herî dawî anî ziman ku tenê patronek bûye partiya îktîdarê û wiha bi dawî kir: "Partiya îktîdarê ya yek patron hemû rojname xistin bin kontrola xwe. Tenê çend rojname man. Yên mayî jî qeyûm tayînî wan dike û çapa wan asteng dike. Ev nîşan dide ku êdî medya serbixwe li Tirkiye tune ye. Çawa ku rojnameye têkoşîna hebûnê da û kevneşopiya çapemeniya azad berdewam kir, dê ji niha û şûnde jî kevneşopiya xwe berdewam bike. Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî li Tirkiye rojnamegeriyek gelek baş dikir. Em bawer dikin an Ozgurluk Demokrasî an jî kevneşopiya wê dê rêça xwe berdewam bike."
MA / Bilal Seçkin