ÎZMÎR - Rojnameger û nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Ahmet Kambal, ji ber nûçeyên têkildarî êrîşên li ser Efrînê û nûçeyên Gerînendeyê Weşana Rojnameya Afrîka Şener Levent çêkirin û di medya civakî de parve kirin doz li wî hat vekirin. Dozger der barê Kanbal de heta 9 salan ceza dixwaze.
Tirkiye di 20'ê Çile de li dijî Efrînê bi hêza TSK û OSO şer da destpêkirin. Dagirkeriya Tirkiye ya li ser Efrînê di roja 75'an de berdewam dike. Piştî TSK û OSO ketin nava Efrînê, heza OSO li talanê welatiyan xist û peykerê Kawayê Hesinkar hilweşandin. Ji ber Nûçegîhanê Ajansa me Mezopotamya (MA) nûçeyên der barê rewşa Efrînê de belav kir di 8'ê Sibatê de li Îzmirê hat binçavkirin. Kanbal piştî hat berdan, der barê wî de îdîaname hat amadekirin.
Dozger bi hinceta Kanbal nûçeyên der barê Efrînê û serokomar de çêkirine û belav kirine bi îdîaya heqaret kiriye doz vekir. Dozger bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye" der barê Kambal de heta 9 salan ceza dixwaze. Dozger 31 nûçeyên ku li ser hesabê medya civakî yê Twitterê parve kirine wekî delîlê sûc nîşan da û doz vekir. Dozger îdîa kir ku li Efrinê mirovên sivîl nehatine kuştin û yên jiyana xwe ji dest dane jî "terorist" in.
ROPORTAJA BI ROJNAMEYA AFRÎKA RE SÛC HESIBAND
Dozger der barê Kambal de ji ber nûçeyên têkildarî êrîşên li ser Efrînê û nûçeyên Gerînendeyê Weşana Rojnameya Afrîka Şener Levent çêkirin û di medya civakî de parve kirin doz vekir û heta 9 salan ceza dixwaze.
Piştî dozger îdîaname amade kir, ji aliyê 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê ve hat qebûlkirin. Kambal, dê di rojên pêş de bê darizandin.