Başaran: 8’ê Adarê roja hesabxwestina ji îktidara hilweşîner e

img
STENBOL - Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku ew ê her bi jinên mexdûrên erdhej re di nava piştevaniyê de bin û ew ê di 8’ê Adarê de hesabê hilweşînê ji îktidarê bixwazin. 
 
Jin wê îsal 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li şûna coş û kêfxweşiyê de dê bi jinên mexdûrên erdhejê re di nava piştevaniyê de bin. 
 
Wê jin îsal jî wek her sal li ber kuştin, tundî, şer û talanê rabin. Her wiha wê îsal di rojeva jinan de ranta erdhejê ku bû sedemê mirin abi hezaran kes jî heye. 
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran têkildarî girîngiya 8’ê Adarê axivî. 
 
Başaran bi bîr xist ku di erdhejan de bi deh hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan û hê jî tê gotin mirov di bin kavilan de hene û 8’ê Adara îsal dê ji bo piştevaniya bi jinên mexdûrên erdhejê re li dar bixin. Başaran destnîşan kir ku di plansaziya 8’ê Adara îsal de dê binpêkirinên pergalê teşhîr bikin û berpirsiyarê vê pergalê ku îktidar e ji bo hesab jê bixwazin xwe bi rêxistin bikin. 
 
'EM Ê PÊDIVIYÊN TAYBET TEMÎN BIKIN’ 
 
Başaran derbarê çalakiyên ku ew ê li dar bixin de wiha got: “Bernameyeke me ya ku li gorî pêdiviyên jinan ên li herêmên erdhejê pêk tê heye. Em jin dê di çarçoveya çalakiyên xwe de biçin hemû bajarên erdhejê û jinên li wir û gelê mexdûrên erdhejê ziyaret bikin. Dema ku em biçin qadên erdhejê, em ê pêdiviyên bêhempa yên jinan bi cih bînin. Ji ber ku mixabin jin piştî demeke ewqas dirêj jî di xwegihandina pêdiviyên xwe yên bingehîn de zehmetiyan dikişînin. Ji cilan heta paqijiyê pêdiviya jinan bi gelek tiştan heye. Her çend ev hewcedarî pir hêsan xuya dikin jî, ew tiştên ku pir bandorê li jiyana me dikin e. Ji ber vê rewşê em ê hewl bidin ji aliyekê ve bibin hêza pêşeng a bi jinan re û ji aliyê din ve jî li dijî vê trawmaya ku hatiye serê jinan mekanîzmayan ava bikin. Em ê tevî Meclisa Jinan, endamên meclise, pêkhateyên xwe û rêxistinên xwe yên navçeyan bi komên xwe re biçin herêmên erdhejê.”
 
DÊ DI 4’Ê ADARÊ DE LI HATAYÊ BIN 
 
Başaran diyar kir ku di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ew ê di 4'ê Adarê de li Hatayê bin û diyar kir ku dê peyama "Hûn ne bi tenê ne, em bi hev re ne" bidin mexdûrên erdhejê. Başaran axaftina xwe wiha domand: "Di vê pêvajoyê de wê pêvajoyeke mezinbûn û pêşxistina nêzîkatiya civakî, hevgirtin û hevparkirina îtîraza me be. Em ê bi hevgirtinê hesab ji vê pergala hilweşiyayî bipirsin. Ji ber ku hikûmet hewl dide feraseta ‘qeder’ê biafirîne. Di encama vê fermana qirêj a ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye kirin; em dizanin ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û hê jî di bin bandora vê pêvajoyê de ne. Tam ji bo vê yekê, îro rojên ku em hevgirtinê bilind bikin û di dawiyê de ji vê yekê re hesab bipirsin û ji vê hikûmeta ku heta niha jî bi israr hewl dide xwe biparêze û siyaseta xwe di vê pêvajoyê de bimeşîne, bipirsin. Ev pergala kapîtalîst a serdest a mêr wê berdêla hilweşîna ku afirandiye bide. Ji ber vê em ê li qadan bin."
 
'EM BI HÊRS IN’ 
 
Başaran diyar kir ku ji kêliya yekemîn a erdhejê ve heta niha HDP’ê ji bo pêdiviyên jinan ên taybet bi cih bîne di nava hewldanan de ye û jin beşdarî xebatên lêkolîna kavilan bûne. Başaran derbarê xebatên xwe yên li qadên erdhejê de agahî da û got: “Em bi Meclisa Jinan, Tevgera Jinên Azad (TJA) û pêkhateyên xwe yên yekbûyî re çûn û bi berfirehkirina vê hevgirtinê me êşa xwe parve kir û şîna xwe parve kir. Ev pir bi qîmet bû. Jinên femînîst bi kamyonên xwe yên binefşî hatin. TJA'yê ji herêmê bi wesayitên binefşî hatin gel hevgirtineke mezin nîşanî jinan da. Berê 8’ê Adarê bi cejn, coş û rengîniya me derbas dibû. Di vê heyamê de em ne tenê di şînê de ne, di heman demê de di nav hêrsê de ne. Ji ber ku em dizanin ev ne çarenûs e. Em dizanin ku tişta ku weke çarenûs tê binavkirin, encama gendelî, bêkêmasî û valakirina saziyan e. Lewma em 8'ê Adarê weke 8'ê Adarê ya asayî nabînin. Her 8'ê Adarê jin tên cem hev, lê yek ji rojeva sereke ya kombûna me ya di 8'ê Adarê de wê erdhej û encamên vê erdhejê be."
 
'EM BI HEV RE NE Û EM Ê SIBEROJÊ AVA BIKIN’ 
 
Başaran da zanîn ku ew ê bi dirûşma "Weke Meclisa Jinan a HDP'ê em ne bi tenê ne, em bi hev re ne” li qadan bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê jin ti carî barê vê pêvajoyê bi tenê negirin ser mile xwe. Divê em bi hev re di nava piştgirî û xurtkirinê de bin. Divê em hevgirtin û tifaqa jinan berfirehtir bikin. Em bi hev re xurt in, em vê hêzê ji rêxistina xwe digirin. Em di vê pêvajoyê de ne bi tenê ne, em bi hev re ne. Jinên ku li herêma erdhejê bi tundiyê re rûbirû mane û îro jinên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine hedefgirtin ne bi tenê ne. Em ê serdema pêş bi hev re ava bikin.” 
 
MA/ Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

04/03/2023
20:09 Li Silopiyayê jinek li mala xwe mirî hat dîtin
20:00 Jinên TJA'yî û HDP'î serdana mexdûrên erdhejê kirin: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
18:25 Baroya Amedê 2 TIR av şandin Semsûr û Hatayê
17:12 Girtî meheke di girtîgeha bixesar de dimînin
16:49 Sancar: Em ê deriyên guhertina demokratîk vekin
16:38 Bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn
16:21 Helbestvan Sara Motaghî hate girtin
16:14 ‘Bila girtiyê ji sedî 94 astengdar bê berdan'
15:54 Bûldan: Hêza jinan wê têra şandina vê desthilatê bike
15:39 'Em ê di hemû têkoşînên mafê mirovan diparêzin de cih bigirin'
15:26 Malbatên windakiriyan faîlên Can, Kaya û Sanir pirsîn
15:24 ÎHD'ê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:59 Dewleta tirk êrîşî Kobanê kir: Gelek birîndar hene
14:56 MYK'a HDP'ê li hev civiya: Wê Sancar daxuyanî bide
14:45 TJA: Em ê jinekê bi tenê jî ji wijdanê dîktator re nehêlin
14:01 Dayikên Şemiyê ji bo ‘windahiyên’ erdhejê bang kirin
13:54 Operasyona leşkerî ya Geverê didome
13:35 Têkildarî windabûna Messe Hamvî kesek hate binçavkirin
13:24 Kiliçdaroglû Îmamoglû û Yavaş re hevdîtin kir
13:15 Ciwanên HDP'î xwe bi hewara waizê 83 salî re gihandin
12:46 Ji Mehmet Duşunmez ê 13 salî agahî nayên girtin!
12:19 Cenazeyê endamê HPG’ê Manak hat veşartin
11:55 Li Hatayê bazaramal û can!
11:16 Di pêşengtiya jinan de pergala demokratîk a di cih de
10:58 Banga avakirina ji nû ve ya li ermenî û suryaniyên piştî erdhejê koç kirin
09:57 Du kesên ku li Dersimê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:39 Waniyan: Em heqê xwe helal nakin, îstifa bike
09:18 ‘Hûn ji mirinê rizgar dibin û hûn li destekî ku pê bigirin digerin'
09:13 'Mirov li ser betonê radizên, helaliya çi?'
09:09 Mexdûrê erdhejê Akan: Latek min û fatek min hebû, lat jî çû fat jî çû...
09:01 Serokê Odeya Dermanfiroşan Baransel: Divê piştgiriya dermanfiroşan bê kirin
09:01 Der heqê Dayikên Aştiyê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2023'YAN
03/03/2023
20:30 ÎHD'ê li Enqere û Îzmîrê Nobeda Aştiyê girt
19:52 Kiliçdaroglû: Em ê bikin ku hemû reng bên ser sifreyê
18:18 ÎSÎG: Di Çileyê de 119 û di Sibatê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest daye
16:53 MYK’a HDP’ê civîna awarte li dar dixe
16:42 Kiliçdaroglû: Qet meraq nekin, wê her tişt li şûna xwe rûnê
16:39 Çalakiyên 8’ê Adarê: Ji mexdûrên erdhejêre TIR’a alîkariyê ji girtiyan re qert
16:25 TOP: Xebatên me tên terorîzekirin
16:13 ‘Ji ber hin kes wê qaseyên xwe tejî bikin em ê gelê xwe mehkûmî bêmaliyê nekin’
16:01 Akşener li dijî namzetiya Kiliçdardaroglû derket û bang li Îmamoglû û Yavaş kir
15:54 Di bin kavilên avahiya bi kefê kiribû 2 bloq de jiyana xwe ji dest da!
15:48 Çalakiya welatiyan a li ber Diyar Galeria’yê didome
15:48 Karneya 52 girtîgehan a salekê: 8 hezar û 443 binpêkirin qewimîne
15:18 ‘Em ê jiyaneke azadîxwaziya jinê bi destê xwe ava bikin’
15:09 Li goristana ku 5 hezar kes hatine definkirin dîmen girtin qedexe ye
15:08 Kiliçdaroglû çû serdana Partiya Çep û TÎP’ê
14:59 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 55,18 e
14:56 Di mehekê de li Îranê 76 kurd hatin girtin
14:01 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
13:59 Ji TÎHV’ê rapora erdhejê: Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn
13:34 Malbata Şenyaşar Nobeta xwe ya Edaletê didomîne
12:28 Li Islahiyeyê avahiyên hilweşiyayî saxlem, avahiyên saxlem jî hilweşiyayî hatine qeydkirin
12:00 Li ser medyaya civakî wêneyên zarokan: Gelo ev zarok tên firotin?
11:37 Di heyama AKP’ê de bi hezaran mirov ji ber xemsariyê mirin lê kesek jî îstîfa nekir!
11:36 Çiqas bextewar im ku dicemidim!
11:04 Bi rojane kon negihandin mexdûra erdhejê ya lingên wê bi protez in
10:59 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 126'an
10:54 Li herêma erdhejê xizmeta tenduristiya hevişîner tune ye
10:21 Navenda piştevaniyê bû mala mexdûrên erdhejê: Em ê bajarê xwe neterikînin
10:20 'Desthilat ji bo bêkêrî û kêmasiyên wê neyên bihîstin, êrişî rojnamevanan kir'
10:10 Welatiyên astengdar di rewşeke zehmet de ne
09:41 ‘Bavê leheng’ û bêçaretî!
09:40 Dilxwazên erdhejê: Îktidara ku xwest piştevaniyê asteng bike bi ser neket
09:36 ‘Yên xelas bûn’ berê xwe dan gund: Nifûs bû du qat
09:05 Ji bo piştevaniyê ji Almanyayê hatin Hatayê
09:04 ‘Piştevaniya gel ji hêza dewletê wêdetir e'
09:04 Rengê 8'ê Adara îsal: Mor-reş û hesabpirsîn
09:03 'Alîkarî zû bihata kirin ewqas kesî jiyana xwe ji dest nedida'
09:02 BDP'iyên ku avahiyên qaçax xera kirin tên darizandin
09:01 Giravokên Çemê Dîcleyê tên dagirkirin, qeyûm û walî xwe li bêdengiyê danîne!
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2023'YAN
02/03/2023
21:03 Li Aydinê jinek hat qetilkirin
18:54 KNK'ê serdana Silêmaniyê kir: Li dijî Peymana Lozanê helwesteke hevpar divê
16:52 Bozgeyîk: Dixwazin avaniya demografik a Hatayê biguherînin
16:38 Jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin: Em bi hêrs in, em ê hesab ji vê zilmê bixwazin
16:25 Daxuyaniya Komkujiya Parîsê: Divê têkiliya kujer a bi Tirkiyeyê re bê lêkolînkirin
16:12 Hestiyên li Zîlanê hatin dîtin şandin ATK’ê
16:10 Danişîna Doza Vartînîsê dîsa hate taloqkirin
15:49 DFG: Hejmara rojnamegerên girtî derket 88’an
15:07 Doza ‘Qirkirina Ermenan’ a Turkdogan: Divê bi paşerojê re hevrû bibe
14:57 Di şewata febrîqeyê de karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:37 Koçyîgît: Mafê 3 milyon û nîv xwendekaran hatiye desteserkirin
14:34 AYM dê têkildarî biryara bloqekirina alîkariya ‘xizîneyê’ bicive
14:33 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan sewqî Girtîgeha Sîncanê hat kirin
14:06 Karkerên înşaetê: Bila çêkirina înşaetên li herêmên erdhejê bê sekinandin
13:59 Ji bo asansorên li herêmên erdhejê hişyarî
13:39 Gelo çi bêhn bû diçû qeymeqam!
13:38 Li Dêrazorê teqîn çêbû: 5 kes mirin 40 kes birîndar bûn
13:25 Ferît Şenyaşar: Wezîr ji bo nobeta me nebîne di deriyê piştê re dikeve hundir
13:15 Jinên şirnexî çûn serdana mexdûrên erdhejê
13:10 Gunay: Navê vê tofanê AKP-MHP bi xwe ye
13:00 Aydenîz: Hevhelalkirin bi hesabdayînê dibe
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:38 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 42’yemîn derket
12:19 Bi rojane li benda biryara hilweşînê ya wezaretê ne
11:53 Îdiaya xwekuştinê ya li midûriyeta polîsan: Polîsan ew bi kamerayê temaşe kirin
11:52 PDK’ê li Metînayê 3 baregehên leşkerî ava kir
11:44 Li Îranê jinek hat darvekirin