AGRÎ- Li Girtîgeha Tîpa L a Patnos’ê gardiyenan laçika jinekê ku ku çûbû girtîgê bi darê zorê ji serê wê kirin û pêkanînên li ser malbatan gihane asta herî jor.
Li Girtîgeha Tîpa L a Patnosê, malbatên girtiyan ên diçin girtîgehê rastî zext û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên. Rayedarên girtîgehê ji bo hevdîtinê malbatan bi saetan radiwestînin. Di girtîgehê de malbat rastî lêkerîna tazî tên û wan tana tîşortan dihêlin.
Malbatan, diyar kirin ku cihê ku têde hevdîtinê dikin pir tenge û bi saetan li ber derê yê X-ray dimînin. Malbatan gotin ku gadiyenan laçika jinekê ji serê wê kirin û gardiyan tim bi hêrs nêzî wan dibin.