Derz li dîwarê bendavê ketine, gundî nobedê digirin: Demildest divê tevdîr bên girtin

ŞIRNEX - Dîwarên bendava li gundê Nêrwehê yê Qilebanê derizî ye. Ji ber ku av ji dîwarên bendavê tê şêniyên herêmê bifikar in û bi şev nobedê digirin. İbrahim Ozer bilêv kir ku ew êdî nikarin bi şev razên û got: "Her roj kevir bi ser me de tên xwarê û lehî radibe. Ev bendav ji roja hatiye çêkirin heya niha, tu hizûr ji kesî re nehiştiye."
 
Di sala 2009'an de li navçeya Qilêban a Şirnexê li ser Çemê Hêzilê 2 û li ser Çemê Robozikê jî 5 bendav hatibûn çêkirin. Bi çêkirina bendavan re gelek cureyên riwekan û ajalan ji holê rabûn. Bendavên ku li herêmê hatine çêkirin bi xwe re wêrankirina xwezayê jî anîne. Herêma ku debara xwe bi sewalkariyê dike, niha ji ber bendavên ku hatine çêkirin nema dikarin sewalvaniyê bikin. 
 
Bendavên ku li gundê Kiror, Bilîh, Robozik û Şiwêtê hatine çêkirin ji ber dîwarên wan qehîm nehatine çêkirin av ji wan tê. Ji ber vê şeniyên gundên nêzî bendavan bifikarin û niha jiyana 4 hezar kesên li herêmê di xetereyê de ye. Ji van bendavan yek jê jî bendava ku li gundê Nêrwehê yê navçeya Qilebanê hatiye çêkirin. Li gund ji roja ku bendav hatiye çêkirin heta niha zelzele jî çêdibin. Gundiyên ku zehmetiyê dikişînin, ji ber derzên li dîwarê bendavê ketine, diqilqilin û bi şev nobedê digirin. Lê beravejî vê Walitiya Şirnexê daxuyanî dabû û gotibû ku bendav hatine kontrolkirin û tiştekî wisa tune ye. 
 
'HER ŞEV NOBEDÊ DIGIRIN'
 
Ji şêniyên gund Îbrahim Ozer, diyar kir ku ji ber derizandina dîwarê bendavê şeniyên gund ditirsin ku bi şev razên û wiha axivî: "Ji Ziravekê heta Roboskiyê di 15 kîlometreyan de 5-6 bendav hatine çêkirin. Ev bendav, saxlem nehatine çêkirin. Ji ber ku her 5 bendavên hatine çêkirin jî derizî ne û av ji wan tê. Bi taybetî piştî ku ev erdheja li Kurdistanê çêbû ev bendav şeniyên herêmê gelek ditirsîne. Gel dibêje erdhêj çêbibe, ev bendave xetere ye. Ji ber ku saxlem nehatiye çêkirin. Heger di erdhêjeke gengaze de ev bendav biteqin texminî 10 hezar mirov dê jiyana xwe ji dest bidin. Jiyana 10 hezaran mirovan di talûkê de ye. Gundê Nêrweh, Kolkê, ziravik, Robozik di xetereyê de ne. Gel ditirse. Êdî rewş wisa bûye ku gel êdî nikare bi şev jî razê. Ji derveyê vê jî piştî ku li derdora gund bendav çêbûn êdî li gund zirzele çêdibin. Her roj kevir bi ser me de tên xwarê, lehî radibin."
 
Ozer destnîşan kir ku ji roja ku ev bendav hatine çêkirin çêkirin heta niha tu hizûr ji gel re nemaye û wiha domand: Heger ku derfet hebûya nîvê gund li vir nedima. Şêniyên gund êdî naxwazin li vir bimînin. Em dixwazin gundê me ji vir rakin û bibin gundê me yê kevin. Divê dewlet alîkariyê bike û gund li cihê kevin bê bicihkirin. Êdî li vir kesek nikare jiyana xwe bidomîne. Derdora gund tev hatiye girtin. Em nikarin pezê xwe xwedî bikin, em nikarin çandiniya xwe bikin. Ava bendavan ne paqij e û ev av ketiye nav ava me. Niha dibe ku xuya neke lê di demên pêş de, dê ji vê avê nexweşiyên gelek mezin çêbibin. Ji ber ku qenalîzasyonên derdora gund hemû diherikin nav bendav. Bi rastî jî gelek zehmet bûye. Tenê li Nêrwehê 240 mal hene. Her şev hin ji van malbatan nobedê digirin. Nikarin heta serê sibehê razên. Em ji bendavê bitirsin yan ji kevirên ku dikevin serê me bitirsin nizanin. Ji ber wê em dixwazin em li gundê xwe yê kevin bên bichkirin."
 
'PÊWÎSTE KU ENDEZYARÊN SERBIXWE BÊN'
 
Ozer, di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser daxuyaniyên rayedaran û  daxwaz kir ku endezyarên serbixwe bên diwarên bendavan lêkolîn bikin û got:"Divê ku dewlet endezyarên serbixwe bişine vê derê. Em naxwazin ku endezyarên DSİ bên vê derê. Çimkî DSİ bi xwe ev bendave dane çêkirin. DSİ endezyarên xwe dişine vê derê û piştre jî rayedaran re dibêje ku saxleme. Lê ne wisa ye. Qîma me bi wan nayê. Li gorî fikra min bendav li gorî isûlê xwe nehatiye çêkirin. Ji ber vê jî talûke ye. Em dixwazin ku rayedar dengê me bibihîzin. Ev pirsgirêk ne pirsgirêkek ji rêze ye. Gel ne ji malê xwe ji canê xwe ditirsin. Ji ber wê em dixwazin ku bi lezginî çareserî ji me re bê kirin. Li gorî me jî çareseriya herî baş ew e ku derfet çêbikin û me li gundên me yên kevin bi cih bikin. Heger ku ji me re alîkarî neyê kirin em nikarin bi van derfetan derbikevin. Ji payizê û heta biharê em rehet di malên xwe de narazin. Derizandina diwarên bendavan xuyaye û herkes jî dibîne. Ev ne tişteke nû ye. DSİ jî her endezyarên xwe dişinin vê derê û ev jî ne mimkune ku a rast ji raya giştî re bibêjin. Baweriya me ji wan tune ye. Divê ku hin endezyarên serbixwe bên û lêkolînê bikin." 
 
'DIVÊ DEMILDEST TEVDÎR BÊN GIRTIN'
 
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê navçeya Qilêbanê Abdullah Gun jî anî ziman ku divê ewlehiya gundên ku bendav li wan hatine çêkirin bê girtin û wiha got: "Ev bendavên ku hatine çêkirin bi giştî dikevin ser 5 gundên me. Em dibêjin ji bo ku kareseteke weke erdhejê ya duyemîn çênebe, divê tevdîr bên girtin. Ji bo ewlehiya van bendavan, banga me ji rayedaran re heye. Bendava Roboskî, bendava Kirorê, bendava Nêrwehê, bendava Ziravkê bi giştî 5 bendav dikevin ser van gundan. Ji dîwarê van 5 bendavan jî av tê. Bi giştî 10 hezar kes di xetereyê de ne. Ev kes ji me dipirsin û dibêjin ku 'em çi bikin?' Gundekî weke Nêrwehê ku nûfusa wê 10 hezar e bi vê xetereyê re rû bi rû ye. Heger ev bendav biteqe, nepêkane ku yek kesek jî jê xelas bibe. Gundê Bilehê, gundê Ziravkê, gundê Katûnö û aliyekî bajaroka Hilalê jî hinek ji vê bandor dibe. Heger tevdîr neyê girtin, ev ê keraseteke mezin bi xwe re bîne. Ji ber wê pêwîst e ku ewlehiya şêniyê herêmê bê girtin. Li vê herêmê erdhejek çêbibe hingê dê rewşa van gundan çawa bibe? Di nava civakê de tirseke mezin heye. Ji ber wê banga me ji kesên eleqedar heye ku tevdîr bê girtin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

04/03/2023
20:09 Li Silopiyayê jinek li mala xwe mirî hat dîtin
20:00 Jinên TJA'yî û HDP'î serdana mexdûrên erdhejê kirin: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin
18:25 Baroya Amedê 2 TIR av şandin Semsûr û Hatayê
17:12 Girtî meheke di girtîgeha bixesar de dimînin
16:49 Sancar: Em ê deriyên guhertina demokratîk vekin
16:38 Bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên li girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn
16:21 Helbestvan Sara Motaghî hate girtin
16:14 ‘Bila girtiyê ji sedî 94 astengdar bê berdan'
15:54 Bûldan: Hêza jinan wê têra şandina vê desthilatê bike
15:39 'Em ê di hemû têkoşînên mafê mirovan diparêzin de cih bigirin'
15:26 Malbatên windakiriyan faîlên Can, Kaya û Sanir pirsîn
15:24 ÎHD'ê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsî
14:59 Dewleta tirk êrîşî Kobanê kir: Gelek birîndar hene
14:56 MYK'a HDP'ê li hev civiya: Wê Sancar daxuyanî bide
14:45 TJA: Em ê jinekê bi tenê jî ji wijdanê dîktator re nehêlin
14:01 Dayikên Şemiyê ji bo ‘windahiyên’ erdhejê bang kirin
13:54 Operasyona leşkerî ya Geverê didome
13:35 Têkildarî windabûna Messe Hamvî kesek hate binçavkirin
13:24 Kiliçdaroglû Îmamoglû û Yavaş re hevdîtin kir
13:15 Ciwanên HDP'î xwe bi hewara waizê 83 salî re gihandin
12:46 Ji Mehmet Duşunmez ê 13 salî agahî nayên girtin!
12:19 Cenazeyê endamê HPG’ê Manak hat veşartin
11:55 Li Hatayê bazaramal û can!
11:16 Di pêşengtiya jinan de pergala demokratîk a di cih de
10:58 Banga avakirina ji nû ve ya li ermenî û suryaniyên piştî erdhejê koç kirin
09:57 Du kesên ku li Dersimê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:39 Waniyan: Em heqê xwe helal nakin, îstifa bike
09:18 ‘Hûn ji mirinê rizgar dibin û hûn li destekî ku pê bigirin digerin'
09:13 'Mirov li ser betonê radizên, helaliya çi?'
09:09 Mexdûrê erdhejê Akan: Latek min û fatek min hebû, lat jî çû fat jî çû...
09:01 Serokê Odeya Dermanfiroşan Baransel: Divê piştgiriya dermanfiroşan bê kirin
09:01 Der heqê Dayikên Aştiyê de lêpirsîn hate destpêkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2023'YAN
03/03/2023
20:30 ÎHD'ê li Enqere û Îzmîrê Nobeda Aştiyê girt
19:52 Kiliçdaroglû: Em ê bikin ku hemû reng bên ser sifreyê
18:18 ÎSÎG: Di Çileyê de 119 û di Sibatê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest daye
16:53 MYK’a HDP’ê civîna awarte li dar dixe
16:42 Kiliçdaroglû: Qet meraq nekin, wê her tişt li şûna xwe rûnê
16:39 Çalakiyên 8’ê Adarê: Ji mexdûrên erdhejêre TIR’a alîkariyê ji girtiyan re qert
16:25 TOP: Xebatên me tên terorîzekirin
16:13 ‘Ji ber hin kes wê qaseyên xwe tejî bikin em ê gelê xwe mehkûmî bêmaliyê nekin’
16:01 Akşener li dijî namzetiya Kiliçdardaroglû derket û bang li Îmamoglû û Yavaş kir
15:54 Di bin kavilên avahiya bi kefê kiribû 2 bloq de jiyana xwe ji dest da!
15:48 Çalakiya welatiyan a li ber Diyar Galeria’yê didome
15:48 Karneya 52 girtîgehan a salekê: 8 hezar û 443 binpêkirin qewimîne
15:18 ‘Em ê jiyaneke azadîxwaziya jinê bi destê xwe ava bikin’
15:09 Li goristana ku 5 hezar kes hatine definkirin dîmen girtin qedexe ye
15:08 Kiliçdaroglû çû serdana Partiya Çep û TÎP’ê
14:59 Li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 55,18 e
14:56 Di mehekê de li Îranê 76 kurd hatin girtin
14:01 Malbatan ji bo hevdîtina bi Îmraliyê re serî li dozgeriyê dan
13:59 Ji TÎHV’ê rapora erdhejê: Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn
13:34 Malbata Şenyaşar Nobeta xwe ya Edaletê didomîne
12:28 Li Islahiyeyê avahiyên hilweşiyayî saxlem, avahiyên saxlem jî hilweşiyayî hatine qeydkirin
12:00 Li ser medyaya civakî wêneyên zarokan: Gelo ev zarok tên firotin?
11:37 Di heyama AKP’ê de bi hezaran mirov ji ber xemsariyê mirin lê kesek jî îstîfa nekir!
11:36 Çiqas bextewar im ku dicemidim!
11:04 Bi rojane kon negihandin mexdûra erdhejê ya lingên wê bi protez in
10:59 ENAG: Enflasyona salane derket ji sedî 126'an
10:54 Li herêma erdhejê xizmeta tenduristiya hevişîner tune ye
10:21 Navenda piştevaniyê bû mala mexdûrên erdhejê: Em ê bajarê xwe neterikînin
10:20 'Desthilat ji bo bêkêrî û kêmasiyên wê neyên bihîstin, êrişî rojnamevanan kir'
10:10 Welatiyên astengdar di rewşeke zehmet de ne
09:41 ‘Bavê leheng’ û bêçaretî!
09:40 Dilxwazên erdhejê: Îktidara ku xwest piştevaniyê asteng bike bi ser neket
09:36 ‘Yên xelas bûn’ berê xwe dan gund: Nifûs bû du qat
09:05 Ji bo piştevaniyê ji Almanyayê hatin Hatayê
09:04 ‘Piştevaniya gel ji hêza dewletê wêdetir e'
09:04 Rengê 8'ê Adara îsal: Mor-reş û hesabpirsîn
09:03 'Alîkarî zû bihata kirin ewqas kesî jiyana xwe ji dest nedida'
09:02 BDP'iyên ku avahiyên qaçax xera kirin tên darizandin
09:01 Giravokên Çemê Dîcleyê tên dagirkirin, qeyûm û walî xwe li bêdengiyê danîne!
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2023'YAN
02/03/2023
21:03 Li Aydinê jinek hat qetilkirin
18:54 KNK'ê serdana Silêmaniyê kir: Li dijî Peymana Lozanê helwesteke hevpar divê
16:52 Bozgeyîk: Dixwazin avaniya demografik a Hatayê biguherînin
16:38 Jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin: Em bi hêrs in, em ê hesab ji vê zilmê bixwazin
16:25 Daxuyaniya Komkujiya Parîsê: Divê têkiliya kujer a bi Tirkiyeyê re bê lêkolînkirin
16:12 Hestiyên li Zîlanê hatin dîtin şandin ATK’ê
16:10 Danişîna Doza Vartînîsê dîsa hate taloqkirin
15:49 DFG: Hejmara rojnamegerên girtî derket 88’an
15:07 Doza ‘Qirkirina Ermenan’ a Turkdogan: Divê bi paşerojê re hevrû bibe
14:57 Di şewata febrîqeyê de karkerekî jiyana xwe ji dest da
14:37 Koçyîgît: Mafê 3 milyon û nîv xwendekaran hatiye desteserkirin
14:34 AYM dê têkildarî biryara bloqekirina alîkariya ‘xizîneyê’ bicive
14:33 Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan sewqî Girtîgeha Sîncanê hat kirin
14:06 Karkerên înşaetê: Bila çêkirina înşaetên li herêmên erdhejê bê sekinandin
13:59 Ji bo asansorên li herêmên erdhejê hişyarî
13:39 Gelo çi bêhn bû diçû qeymeqam!
13:38 Li Dêrazorê teqîn çêbû: 5 kes mirin 40 kes birîndar bûn
13:25 Ferît Şenyaşar: Wezîr ji bo nobeta me nebîne di deriyê piştê re dikeve hundir
13:15 Jinên şirnexî çûn serdana mexdûrên erdhejê
13:10 Gunay: Navê vê tofanê AKP-MHP bi xwe ye
13:00 Aydenîz: Hevhelalkirin bi hesabdayînê dibe
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:38 Hejmara Demokratîk Modernîteyê ya 42’yemîn derket
12:19 Bi rojane li benda biryara hilweşînê ya wezaretê ne
11:53 Îdiaya xwekuştinê ya li midûriyeta polîsan: Polîsan ew bi kamerayê temaşe kirin
11:52 PDK’ê li Metînayê 3 baregehên leşkerî ava kir
11:44 Li Îranê jinek hat darvekirin